Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî planên DAIŞê bo careke din dest deyne ser neftê vala der dixin

Xalid Taî

Serkirdeyên serbazî yên Îraqî, di nav de fermandarê hêzên bejahî lîwa Qasim Muhemed Salih, serpereştîya qonaxa duyem a Operasyona Lehengên Îraqê - Serkeftina Serwerîyê dikin, di vê wêneyê de ku roja 5ê Hezîranê hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Serkirdeyên serbazî yên Îraqî, di nav de fermandarê hêzên bejahî lîwa Qasim Muhemed Salih, serpereştîya qonaxa duyem a Operasyona Lehengên Îraqê - Serkeftina Serwerîyê dikin, di vê wêneyê de ku roja 5ê Hezîranê hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî di meha borî bi dehan operasyonên mezin dest pê kirin, ên ku bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên xwe li şikeftan li çiya û biyabanan diveşêrin armanc dikin.

Qaşo"şerê bêhêzkirinê" yê ku serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî sala par soza wî da û hewlên DAIŞê yên parastina piştevanîya alîgirên xwe hemû li hember van operasyonan têk çûn, fermandarên serbazî û şirovekaran ji Diyaruna re ragihand.

Hêzên ewlekarîyê di pêngavên li ser asteke bilind de cih girtine, di nav de berdewamîyaOperasyona Şêrên Cezîrê di 16ê û 17ê Gulanê de li biyabana rojavayî.

Pêngava duyem a operasyonaLehengên Îraqê - Serkeftina Serwerîyê li başûrê rojavayê Kerkûkê pêk hat ji 2 heta 4ê Hezîranê, û roja 22yê Hezîranê hêzên Îraqîqonaxa sêyem libakur û rojhilatê Îraqê dest pê kirin.

Ev wêneyê ndamên hêzên elîte yên Îraqî roja 4ê Hezîranê hatiye kişandin di dema pêkanîna operasyonekê de bo girtina terorîstekî li Felûcayê. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Ev wêneyê ndamên hêzên elîte yên Îraqî roja 4ê Hezîranê hatiye kişandin di dema pêkanîna operasyonekê de bo girtina terorîstekî li Felûcayê. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

LîwaÎmad el-Zuheyrî, femandarê Fermandarîya Operasyonên Samerayê, ragihand ku wî vê dawîyê pêşengîya hêzên xwe kir bopêkanîna zincîrek ji operasyonan li dijî bermahîyên DAIŞê û wan karî "li dijmin teng bikin û planên wî vala der bixin".

Bermahîyên DAIŞê "hewl dan ku bi komên biçûk li gundên bê xelk bikevin lebatê û hinek operasyonên terorî pêk bînin lê em didin ser pişta wan û me karî ku em wan bikujin û bigirin", wî roja 18ê Hezîranê ji Diyaruna re ragihandibû.

Wî got ku operasyonên serbazî çavkanîyên "terorsîtan zuwa kirine û xetên îmdadê yên wan ew di êrîşên xwe de bi kar tanîn birîne ".

"Karînên me yên pêşketî û teknolojî hene ku em tevgerên terorîstan çavdêrî bikin, bi taybet ên ku ji gund û deverên dûr tên mîna Gola Ezîm, Eys û Selabxa, ku em bi lez tev digerin û yekser wan armanc dikin," wî got.

Têkbirina maşîna propagandayê ya DAIŞê

Operasyonên serbazî yên serkeftî "karîna koma terorîst a ku operasyonên xwe berfireh bike têk bir", Îmad Alaw, şêwirmendek di Navenda Ewropayî bo Rûbirûbûna Terorîzmê û Lêkolînên Hewalgirî wiha rewş şirove kir.

Ev operasyon "pir bi bandor in li ser dijmin ji ber ku ew giranîyê didin armancên terorî yên ku bi awayekî hûrbîn hatine destnîşankirin bi rêya piştgirîya hewalgirî û herwiha ji ber ramaliştina rûberên pir fireh ji kendûkozên sext", wî ji Diyaruna re got.

Operasyon bûn encama "kuştin û girtina hejmareke mezin ji terorîstan û wêrankirina tunêl, şikeft û cihên plandanînê û koleçankirinê, herwiha depoyên çek û cebilxaneyê", Alaw got.

Fişara serbazî "derewa mîdyayî ya ku rêxistinê ava kiribû bo alîgirên xwe bixapîne xist jêr sîbera xwe, ku wê propaganda bo 'şerê bêhêzkirinê' dikir û hewl dida ku moralan bilind bike, mîna di vêvîdyoya herî dawî de ya bi navê 'Li Sukurê Wan Bidin'", wî got.

Vîdyoya 50-xulek ji çend dîmenan pêk tê ku ew êrîşên ku endamên DAIŞê di heftîyên borî de encam dane nîşan didin.

Di nameyeke deng de ku di dawîya Gulanê de hat belavkriin, peyvdarê DAIŞê Ebû Hemza Qureşî tiştê ku rêxistinê têkildarê vayrûsa Koronayê (COVID-19) di çend mehên borî digot dubare kir "leşkereke ku Xweda şandîye bo derkirina zaliman" û ev yek "cezaya Xweda ye".

Alaw dîyar kir ku bikaranîna petayê di propaganda DAIŞê de beşeke ji xebatên rêxistinê ye bo "gurkirina coşa olê di nava endamên xwe de, xapandina wan bo ew careke din operasyonên terorî dest pê bikin".

"Ev tişt heta radeyekê li xalên ewlehîya wan lawaz rû da berî ku hêzên me êrîşê berdin ser wan," wî got.

Bidehan endamên DAIŞê hatine kuştin û girtin

Her sûdeke ku DAIŞê ji petayê werdigirt zû tar û mar bû ji ber operasyonên ewlehî yên li dijî rêxistina terorîst, emîdê berê Ednan Kenanî, xebîrê ewlekarî û berpirsê berê di Ajansa Dijî Terorîzmê de teqez kir.

""Hêzên ewlekarî, ên hatine rahênankirin daku bi erkê xwe rabin û welatîyan di şert û mercên herî dijwar de biparêzin, operasyonên xwe yên serbazî xurt kirin û derfet neda rêxistinê ku bihna xwe bistîne û careke din samanên xwe yên mirovî û lojestîk orgenîz bike weke çawa wê hêvî dikir," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Çalakîyên serbazî yên herî dawî, ên ku yekîneyine cuda di wan de beşdar bûn, li ser asteke bilind hatine hevahengîkirin û derbeyeke mezin li rêxistinê xist," wî got.

Bi dehan endamên DAIŞê hatine kuştin di êrîşên asmanî yên bo piştgirîya operesyonên ku veşartgehan û gelek tunelan armanc dikin li çîyayên Mexmûr, Hemrîn, newala Şay û deverine din, dema ku xetên piştgirîya lojistî li Hetra, Beac, Tekrît û biyabana Enbarê hatine wêrankirin.

Di her sê heftîyên pêşîn ji Hezîranê, ajansa hewlagirîyê ya Îraqî herwiha 27 terorîst ên ku destên wan di bicihnaîna hejmareke tawanan de hebû girtin.

Ev demeke DAIŞ nema dikare êrîşên berfireh bi cih bîne û îroj çalakîyên wê "ne xwedî kwalîte ne û mirov dikare wan weke operesyonên êrîş û vekişînê yên kambax, ên tenê weke dîmenên bo medyayê hatine dîzaynkirin şiyanse bike", Kenanî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500