Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Milîsên Îran pitgirîya wan dike li Elbû Kemalê serdest in

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamine Lîwayê Fatimiyûn ê ku Îran piştgirîya wê dike li Elbû Kemalê, li rojhilatê Dêra Zorê çeperekê pêk tînin, di vê wêneya ku ji alîyê milîsê li ser înternêtê hatiye belavkirin.

Endamine Lîwayê Fatimiyûn ê ku Îran piştgirîya wê dike li Elbû Kemalê, li rojhilatê Dêra Zorê çeperekê pêk tînin, di vê wêneya ku ji alîyê milîsê li ser înternêtê hatiye belavkirin.

Milîsa girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) angaşt kir ku wê bi temamî bajarokê Elbû Kemalê yê Sûrî kontrol kir, çalakgerekî xwecihî got.

Milîsên hevalbenên Îranê li vî beşî ji parêzgeha Dêra Zorê li rojhilatê Sûrîyayê serdest bûne li ser hesabê hêzên Sûrî û milîsên Rûsya piştgirîya wan dike, mîdyavanê ji Elbû Kemalê Eyhem Elî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hejmûna rejêma Sûrî li vê deverê kêm bûye û destnîşan kir ku tenê çend karmendên ewlekarî ji ajansên cuda li bajar mane, lê tu hebûn û hejmûna Rûsyayê li wir nemaye.

Wî got ku endamên hêzên rejîma Sûrî yên mane dest danîne ser hin malên niştecihan li taxa el-Qetf ya Elbû Kemalê, û wan weke baregeh bi kar tînin.

Pasdaran navgînên sivîl û bas bi kar anîne daku çekan bi qaçaxî derbas bike û çekdaran ber bi Elbû Kemalê ve biguhêze. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Eyes of the Euphrates hatiye wergirtin]

Pasdaran navgînên sivîl û bas bi kar anîne daku çekan bi qaçaxî derbas bike û çekdaran ber bi Elbû Kemalê ve biguhêze. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Eyes of the Euphrates hatiye wergirtin]

Wî got ku milîsên hevalbendên Îranê dever kontrol kirin piştî wan berda Lîwayê el-Quds, ê ku hevalbendîya xwe ji Îranê guhertine bo Rûsyayê.

Wî got ku alozî li bajar çêbû piştî endamên hewalgirîya Sûrî dest danîne ser hejmareke malên ku xwedîyên wan hîn nevegeriyane bajar.

Wî got ku çekdaran girte ser malan û dest danîne ser wan daku wan weke cihên serbazî û baregehan ji çekdarên xwe re bi kar bînin.

Dergehê sînorî careke din tê vekirin

Elî got ku ev guhertin hevdem bûn ligel dîsan vekirina dergehê Qaimê yê sînorî bi Îraqê re, yê ku bi temamî li jêr kontrola milîsên Pasdaran e û demekê ji ber petaya vayrûsa koronayê hat girtin.

Wî got ku navgînên sivîl ên bi awayekî tam nixumandî bûn ji erda Îraqî derbasî Elbû Kemalê bûn û derbasî komavahîyan bûn û anî ziman ku gengaz e ku navgîn çek û xwarinê bo çekdarên Pasdaran re vediguhezin.

Wî anî ziman ku herwiha basên sivîl ên ji Îraqê derbas bûn radihêjin rêwîyên ku tê gotin ku hecacîne ji Îraq û Îranê têne Sûrîyayê.

Elî got ku milîsên hevalbendên Îranê kompanîyên sivîl bi kar tînin daku kel û pelan û çekan biguhêzin û peyman bi kompanîyên geştyarî û yên veguhestinê re wajû kirine daku van endaman biguhêzin.

Wî got ku ew vê yekê dikin daku bas û navgînên wan ên serbazî dûrî bombebaran û êrîşên asmanî bin.

Wî got ku têkildarî dergehê Qaimê, ew ji kamyonan re hat vekirin û hîn qedexe ye ku navgînên sivîl herin û werine Sûrîyayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500