Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hikûmeta Îraqê pêşketinan di nûavakirina malên bi destê terorîzmê hatine wêrankirin de pêk tîne

Xalid Taî

Du karker xanîyekî li Mûsilê ku di dema şerê li dijî terorîzmê de hatiye wêrankirin çak dikin, ev wêne roja 13ê Gulanê li ser înternêtê hatiye belavkirin. [Wêne ji UN-Habitat hatiye wergirtin]

Du karker xanîyekî li Mûsilê ku di dema şerê li dijî terorîzmê de hatiye wêrankirin çak dikin, ev wêne roja 13ê Gulanê li ser înternêtê hatiye belavkirin. [Wêne ji UN-Habitat hatiye wergirtin]

Berpirs teqez dikin ku hikûmeta Îraqî pêbendîya xwe bi hiştina nûavakirinamalên wêranbûyî li bajarên rizgarbûyî di serê berîtîyan de berdewam dike, bo baştirkirina rewşa xelkê û pêşxistina bajaran.

Xebatên avakirinê li parêzgehên ku êdî ji terorîzmê azad in li ser gelek astan dewam dikin, peyvdarê Wezareta Plandanînê Ebdul Zehra Hindawî ji Diyaruna re ragihand.

"Karekî baş hatiye encamdan di warê nûkirina jêrxaneyên û projeyên wêranbûyî û herwiha xanîyên ku bi awayekî tam yan netam hatine wêrankirin," wî roja 10ê Hezîranê ragihandibû.

"Encamên erênî hatine bidestxistin bi vegera bi hezarên kesên bêwarbûyî bo malên xwe piştî ku taxên wan hatin çaksazkirin û êdî xizmetguzarîyên giştî berdest in," wî got.

Weîzrê Plandanînê yê Îraqî Xalid Betal Necim (rast) bi nûnerê UN-Habitat Wail Eşheb re roja 3êyê Hezîranê dicive bo nîqaşkirina awayên hevahengîkirina xebatên nûavakirina malên ku di şer li dijî terorîzmê de hatine wêrankirin. [Wêne ji Wezareta Plandanînê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Weîzrê Plandanînê yê Îraqî Xalid Betal Necim (rast) bi nûnerê UN-Habitat Wail Eşheb re roja 3êyê Hezîranê dicive bo nîqaşkirina awayên hevahengîkirina xebatên nûavakirina malên ku di şer li dijî terorîzmê de hatine wêrankirin. [Wêne ji Wezareta Plandanînê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Gelek şênîyên ku malên wan ji ber terorîzmê wêran bûne qerebûyên baş wergirtine," wî dîyar kir.

Wî da zanîn ku wezaretê "plan û stratîjîyên bo nûavakirinê danîne û ew serpereştîya bicihanînê bi sektorên dewletê re, û herwiha bi rêxistinên navdewletî re, dike".

Wezîrê Plandanînê Xalid Betal Necim bi nûnerê Programa Wargehên Mirovî ya NY (UN-Habitat) li Îraqê Wail Eşheb, roja 3êyê Hezîranê civîya bo nîqaşkirina mîkanîzmên xebatên hevbeş bo danîna stratîjîyeke nû ya avakirinê ya hevbeş di warê pratîkê de.

"Em dixwazin ku asta hevahengîyê bi Habitat re bilind bikin û piştgirîya wan ji avakirina xanîyan û çaksazkirina projeyan re zêde bikin," Hindawî got.

"Dîdgeheke me ya giştgîr derbarê ziyana gihiştîye hemû sektoran heye di nav de sektora niştecihbûnê û em amade ne ku program û projeyan pêk bînin bo bihêzkirina vê sektorê."

Bi hezaran xanî hatin wêrankirin ji ber topbarana bêserûber a "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), ku wê gelek çek bi kar tanîn bo astengkirin pêşveçûna hêzên rizgarker.

Nûavakirina Remadîyê

Ziyaneke baş gihiştîye Remadî di dema terorîzmê de û pişt re di şerên rizgarkirinê de, şaredar Brahîm Ewsec ji Diiyaruna re ragihand.

"Dora 64,000 yekeyên niştecihbûnê... bi rêjeyên cuda wêran bûne", wî got, û da zanîn ku xanîyên herî ziyan gihiştîye wan li navenda Remadîyê ne, li taxên mîna Bekir û Mel'ab, ku pevçûnên dijwar li dijî DAIŞê li wan qewimî bûn.

"Piştî rizgarkirina bajar, xanî tên nûkirin, ev yek jî bi rêya du mîkanîzman," wî got.

"Ya yekem bi rêya hikûmetê [ya navendî] li gorîYasaya Jimare (20) a sala 2009an, ku ew kesên ku xanîyên wan ji ber terorîzmê hatine wêrankirin qerebû dike. Komîteyeke hikûmetê ya kar heye ku dawakarîyên qerebûkirinê wedigire û alîkarîyên darayî belav dike."

Ewsec got ku hinek ji kesên ziyandar qerebû wergirtine bo xanîyên xwe dîsan ava bikin, lê gelek hîn li benda qerebûya darayî ne, û wiha dewam kir, "Em hêvî dikin ku em zû qerebûyan bidin wan piştî ku rewşa aborî baş bibe."

Ya duyem bi rêya rêxistinên navdewletî.

"Bêhtir ji 10,000 yekeyên niştecihbûnê li Remadî di du salên dawî de bi rêya alîkarîyên van rêxistinan hatine avakirin, rêxistinên herî xuyayî jî Habitat û Programa Pêşxistina ya NY (UNDP)."

Mûsilê pêşwazîya bêwaran dike

Li Mûsilê, ku şerên herî dijwar qewimîn, bi dehên hezaran xanî hatin wêrankirin, piranîya wan li Bajarê Kevin bûn, ku 10,000 kîlometr ji rûbera wî ya niştecihbûnê ji ber şer bû kavil.

"Dora 44,000 dawakarîyên şênîyên Mûsilê ku xanîyên wan hatine wêrankirin... ketine prosesê de û bo hikûmeta navendî [li Bexdayê] hatine şandin," şaredarê Mûsilê Zuhêr Arecî got.

"Em li bende ne ku pere bo hemû wan dawakaran biçin," wî ji Diyaruna re got.

"NY û ajansên navdewletî ji sala 2018an de alîkarîyê didin xebatên nûavakirin û çakkirina bi sedên xanîyan di nav de xanîyên ku bi rêjeya kêmtir ji 50% wêran bûne, û hinek yeke [tên niştecihbûnê] ji alîyê xwedanên wan ve hatine nûkirin," wî got.

Nûavakirina xanîyan, bi taybetî li Bajarê Kevin, bi hewcedarê xebatên berfireh e "ji ber asta wêranîyê li bajar pir mezin û zêdeyî karînên hikûmeta xwecihî ye", Arecî got.

"Em hêvî dikin ku em pêşketinekê di vî warî de bikin, ku ew astenga herî mezin e ku nahêle niştecih vegerin warê xwe"

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500