Nûçeyên Iraqê
Aborî

Nebûna budceyê xebatên nûavakirina li Nînewayê asteng dike

Xalid Taî

Kamyonên xizmetguzarîyê 21ê Hezîranê bi kampanyekê bo nûavakirina kolanên taxa Semah li Mûsulê pêk tînin, bi piştevanîya Banka Navdewletî. [Wêne ji Şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

Kamyonên xizmetguzarîyê 21ê Hezîranê bi kampanyekê bo nûavakirina kolanên taxa Semah li Mûsulê pêk tînin, bi piştevanîya Banka Navdewletî. [Wêne ji Şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

Planên nûavakirinê li parêzgeha Nînewayê ji ber nebûna budceyê asteng bûne, ku êdî "budce têra bicihanîns hemû projeyên nûavakirina binesazîyê nake".

Hevdem ku Nînewa salvegera 6an a desteserkirina "Dewleta Îslamî" ji parêzgehê re pîroz dike, lê hîna xebatên nûavakirinê li paş mane, parlamenterê Îraqî Şêrwan Doberdanî yê nûnertîya Nînewayê dike got.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku îsal 600 milyar dînarên Îraqî (dora 500 milyon dolar) bo piştevanîya projeyên nûavakirinê li parêzgehê hatine terxankirin.

Doberdanî anî ziman ku lê ev pere "bi mêjera ziyanên ku gihaştine parêzgehê re naguncin, ku li hinek deveran weke bajarê Mûsilê yên Kevin rêjeya wêranîyê digihêje 90%", tiştê hişt parlamena Îraqî di 2017an de wê weke devereke wêrankirî bi nav bike.

Endezyarekî Îraqî li Pira Hurîyê li Mûsilê ku 10ê Hezîranê ji nû ve hat vekirin temaşe dike. [Wêne ji ofîsa medyayî ya parêzgeha Nînewayê hatiye wergirtin]

Endezyarekî Îraqî li Pira Hurîyê li Mûsilê ku 10ê Hezîranê ji nû ve hat vekirin temaşe dike. [Wêne ji ofîsa medyayî ya parêzgeha Nînewayê hatiye wergirtin]

Li gorî amarên fermî, parêzgeh gerekdarî15 milyar dolar e bo xebatên nûavakirinê ye.

Doberdanî got ku nebûna temwîlê îroroj kelemeke sereke ye li pêşîya planên nûavakirinê dibe, "û pirsgirêk ji ber kêmbûna heyî di dahat dewletê de ji ber kêmbêna buhayên petrolê, zêdetir dibe".

Wî dîyar kir ku ku hîna xebatên ku bo vegerandina jîyana asayî tên kirin berdewam in ew jî tevî berhengarîyên darayî û zehmetîyên ku vayrûsa Koronayê çêdike.

Xebatên heyî jî heya asteke mezin giranîyê didin vegerandina av, kehrebe û xizmetguzarîyên şaredarîyê.

Doberdanî da zanîn ku projeyên mezin û stratejî ku ji nûavakirina pir, kargeh û navendên pijîşkî û perwerdeyî pêk tên "gerekdarî gelek pereyan in".

Wî destnîşan kir ku rêxistinên navdewletî xwedî "roleke erênî bûn ku karîbûn alîkarîya Îraqê di nûavakirina gelek dibistan, nexweşxane û dezgehên xizmetê de bikin".

Wî ragihand ku "bi rêya hevdîtinên me yên berdewam bi hevkarên navdewletî û hevalbendan re, em hewl didin piştevanîyeke mezintir bidin parêzgehê da hemû projeyan temam bikin, di nav de plan û kampanyên nûavakirinê".

Wî herwiha bal kişand ser nûavakirina malên ji ber şerê DAIŞê wêrankirî -- ku li Bajarê Kevin bi tenê bêhtir ji 20,000 malan in-- ligel bi hezaran li Şengal û Tel Eferê hene.

Doberdanî teqez kir ku ev yek dê azarên koçberan bi dawî bike, da zanîn jî ku dora 800,000 niştecihên Nînewayê hîna li kampên Başûrê Kurdistanê û derdora Mûsilê dijîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500