Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Bijîşkekî Sûrî ji ber "tawanên li dijî mirovahîyê" li Almanyayê tê girtin

AFP

Çekdarên opozîsyona Sûrî yên ku xwe dane dest rejîma Sûrî di dema dorpêçkirina Humsê de li fêrgeha Endelusê dirazin, bo navendeke girtinê hat veguhertin di 13ê Gulana 2014 de li bajarê Humsê. [Cosêf Îd/AFP]

Çekdarên opozîsyona Sûrî yên ku xwe dane dest rejîma Sûrî di dema dorpêçkirina Humsê de li fêrgeha Endelusê dirazin, bo navendeke girtinê hat veguhertin di 13ê Gulana 2014 de li bajarê Humsê. [Cosêf Îd/AFP]

Bijîşkekî Sûrî ku li Almanîyayê dijî hat girtin ji ber guman heye ku wî tawan li dijî mirovahîyê bi cih anîne li zindanekê li Sûrîyayê, gilîdaran roja Duşemê (22yê Hezîranê) got di gava Almanî ya herî nû de li dijî tawanên şer li Sûrîyayê.

Kesê gumanbar, ku weke Alaa M. tê naskirin, tê bersûckirin ku wî "girtîyek eşkence kiriye ... herî kêm du caran" di zindanekê de ku ji alîyê ajansên hewalgirîya Sûrî dihat birêvebirin li bajarê Humsê di sala 2011an de, li gorî daxuyanîyeke gilîdarên federal ên Almanî.

Ew roja Înê li wîlayeta Hîsê hat girtin û hîn di qonaxa girtina berî darizandinê de ye.

Bang li Alaa M. kirin ku were bi mêrekî ve ku bi geşkê ketiye, piştî ew kes hatibû girtin ji ber ku di xwenîşandanekê de beşdar bûbû, daxuyanîyê got.

Di pişt re wî dest pê kir bi borîyeke Blastîk li mêrik xist. "Heta piştî ku kete erdê de jî, Alaa M. lêxistin berdewam kir û bi ser de ew da ber pehînan," daxuyanîyê got.

Roja din, hat gotin ku Alaa M. û bijîşkekî din careke din li wî kesî dan, piştî demekê qurbanî mir, tevî ku sedema mirinê ne dîyar e.

Li gorî kovara Spiegel, malbata wî kesî dît ku birînên bi xwîn li ser rûyê wî heye û qul jî di qehfê wî de dîtin.

Alaa M. di nîvê sala 2015an de ji Sûrîyayê derket û çû Almanyayê, ku herwiha li wir jî weke bijîşk kar kir.

Şerê navxweyî yê Sûrîyayê, yê ku bi çewisandineke hovane li dijî xwenîşandanên li dijî rejîmê dest pê kir, bêhtir ji 380,000 kes kuştin û dora nîvê niştecihên welat jî bê war kirin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov texmîn kir ku herî kêm 100,000 kes ji ber eşkencekirinê ya ndi encama şert û mercên bizdêner de di zindanên rejîmê de mirine.

Di Nîsanê de, doza yekem li pêşîya dadgehê li seranserê cîhanê li dijî eşkencekirina bi sponserîya dewletê ji alîyê rejîma Beşar Esed ve li Almanyayê vebû.

Herdu gunehkar tên darizandin li ser bingeha prensîpa darizandina cîhanî ku destûrê dide welatekî biyanî ku tawanên li dijî mirovahîyê bidarizîne.

Di heftîya borî de, heft Sûrî yên tê angaştkirin ku rastî hingavtin û bedkarîya cinsî hatine an dîtine di navendên girtinê yên li jêr kontrola rejîma Sûrî gilîname li cem gilîdaran vekirin li Almanîyayê.

Almanya ji destpêka şer ve pêşwazîya bêhtir ji 700,000 penaberên Sûrî kiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500