Nûçeyên Iraqê
Analîz

Rejîma Putin: yarîzanekî kirêt ê mayînde li qada cîhanî

Caravanserai

Serokê Rûsî Vladimir Putin çavdêrîya manorên serbazî dike di dema birêveçûna rahînanê Tsentr-2019 di Îlona borî de. Yek ji nîşanên herî zelal ên çalakîya bed a Kremlinê ew e destêwerdana wê ya rasterast di welat û herêmên ku ji Moskoyê re stratîjî ne. [Kremlin]

Serokê Rûsî Vladimir Putin çavdêrîya manorên serbazî dike di dema birêveçûna rahînanê Tsentr-2019 di Îlona borî de. Yek ji nîşanên herî zelal ên çalakîya bed a Kremlinê ew e destêwerdana wê ya rasterast di welat û herêmên ku ji Moskoyê re stratîjî ne. [Kremlin]

Şirovekirin û şîkarîyek li dor çalakîya Moskoyê li ser astê qada cîhanî xwezaya bed û xerab a rejîma bi serokatîya Vladimir Putin nîşan dide, di demekê ku yarîzanên ku dewlet piştevanîya wan dike rijd û bi îsrar in ku destkarîya civakên biyanî bikin, hikûmetan lawaz bikin, peymannameyên navdewletî bin pê bikin, agahîyên derew belav bikin û destdirêjîyê li ser mafên mirov bikin.

Bo salên dûrûdirêj rejîma Rûsî pêşenga alîyên xedar û kirêt e di gorepana navdewletî de -- ji dagirkirina Qerem bigire heta bi belavkirina tevlîhevîyê û parçebûnê bi rêya agahîyên derew û karên hakkirinê di berjewendîyên rejîmê de.

Lê aniha, ev bandora xerab êdî li deverine din li cîhanê belav dibe, û parçebûn, mirin û hejarîyê dihêle, û dihêle ku çavdêr derbarê siberojê de nîgeran bin.

Sergermîya serbazî

Yek ji nîşanên herî xuyayî yên çalakîya kirêt û xerab a Kremlinê destêwerdana wê ya rasterast e di welat û herêmên ku ji Moskoyê re stratîjî ne.

Endamine artêşa Rûsî pagerekê li rojhilatê Sûrîyayê pêk tînin. Bombebarankirina bi qesd a armancên sivîl, di nav de nexweşxane, ji hêla balefirên şer ên Rûsî ve herî kêm 6,500 sivîl kuştin û dora milyonekî bêwar bû, û êrîşên serbazî ên Rûsî li rojhilatê Sûrîyayê astengîyê ji xebatên di çarçoveya şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de çê dikin. [Wezareta Berevanîyê ya Rûsî]

Endamine artêşa Rûsî pagerekê li rojhilatê Sûrîyayê pêk tînin. Bombebarankirina bi qesd a armancên sivîl, di nav de nexweşxane, ji hêla balefirên şer ên Rûsî ve herî kêm 6,500 sivîl kuştin û dora milyonekî bêwar bû, û êrîşên serbazî ên Rûsî li rojhilatê Sûrîyayê astengîyê ji xebatên di çarçoveya şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de çê dikin. [Wezareta Berevanîyê ya Rûsî]

Ev wêneya ku di mîdyaya civakî de hatiye belavkirin çeteyên Rûsî yên ku li Sûrîyayê şer dikin nîşan dide. Koma Wagnerê, ya ku ajandaya serokê Rûsyayê Vladimir Putin li seranserê cîhanê pêk tîne hevdem ligel redkirina bi awayekî berdewam, li gelek welatan li seranserê cîhanê çalak e, di nav de Sûrya, Sûdan, Venezwêla, Madegeşqer û welatine din. [Dosya]

Ev wêneya ku di mîdyaya civakî de hatiye belavkirin çeteyên Rûsî yên ku li Sûrîyayê şer dikin nîşan dide. Koma Wagnerê, ya ku ajandaya serokê Rûsyayê Vladimir Putin li seranserê cîhanê pêk tîne hevdem ligel redkirina bi awayekî berdewam, li gelek welatan li seranserê cîhanê çalak e, di nav de Sûrya, Sûdan, Venezwêla, Madegeşqer û welatine din. [Dosya]

Nemûneya herî dawî Lîbya ye, ku Mosko, bi rêya artêşa çeteyan a Koma Wagnerê, destekê dide serkirdeyê serbazî Xelîfa Hefter li dijî hikûmeta ku NY wê nas dikin.

Xuya ye ku hewla Kremlinê ku dest deyne ser Lîbyayê bi bin ket, hevdem ligel raportên ku qala nakokîyên di navbera Hefter û çeteyan de dikin û hebûna zincîrek ji binketinên di qada şer de dikin, lê kuştargehê bi sedan kuştin û bûn sedema bêwarbûyîna 200,000 kesî.

Tevî wiha, hebûna firokeyên şer ên Rûsî li Lîbyayê nîşan dide ku dibe Kremlin xwedan planên dem-dirêj be tevî binketina wê di hewla kodetayê de.

Koma Wagnerê ya bednav, a ku ajandaya Putin li seranserê cîhanê hevdem ligel redkirineke bi awayekî berdewam, li gelek welatan li seranserê cîhanê çalak e, di nav de Sûrîya, Sûdan, Venezwêla, Madegeşqer û welatine din.

Wagner, bi hevahengî ligel artêşa Rûsî, li pişt serê navxweyî yê li rojhilatê Ukranyayê ye û ew pir erkdar bû di dagirkirina Moskoyê ji Qeremê re di sala 2014an de.

Piştgirîya Kremlinê ji Beşar Esed re şopeke trajîk di xwînrijandina li wî welatî de hişt.

Bombebarankirina bi qesd a armancên sivîl, di nav de nexweşxane, ji hêla balefirên şer ên Rûsî ve herî kêm 6,500 sivîl kuştin û dora milyonekî bêwar bû, û êrîşên serbazî ên Rûsî li rojhilatê Sûrîyayê astengîyê ji xebatên di çarçoveya şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de çê dikin.

Li Georgiayê, welatî destêwerdana Rûsî ya eşkere red dike. Di 8ê Tebaxa 2008an de, artêşa Rûsî derbasî bû û ji wê demê de wê rûberên mezin dagir kirine. Kremlin Başûrê Osêtya û herêmeke din , Abxazya, weke dewletên serbixwe nas kirin û pişt re wê bingehên serbazî yên mayinde li wan cihan bi cih kirin.

Cenga Rûsyayê bi Georgia re û dagirkirina pênceke xaka bû sedema nîgeranîyeke mezin li Asyaya Navîn, ku serkirde û welatî êdî pir nîgeran in ji destêwerdana Rûsî.

Qîrgizstan ji niyazên Rûsî ji belavkirina sîstema berevanîya cewî û mûşekan li ser xaka wê bi guman in, hêrsa berpirsên Turkmen derbarê belavkirina berpirsên Rûsî ji tirsandinê re têkildarê ewlehîya sînorê Turkmenistanê zêde dibe, û Tajikistan nîgeran e ku Kremlin angaşt dike ku metirsîyên terorîzmê hene bo bibêje ku Tajikistan "pêwîsdarê" alîkarîya serbazî ya Rûsî ye.

Li Kazaxistanê, nîgeranî têkildarê xebatên Moskoyê yên herî dawî bo berfirehkirina hevahengîyan li jêr sîwana Yekîtîya Aborî ya Ewrasî (EEU) zêde dibin, ji ber ku ew tên wateya bihêzkirina kontrola Kremlinê li ser cîranên wê.

Binpêkirina peymannameyan

Rêjîma Putin herwiha peymannameyên ewlehî yên navdewletî yên ku rê li ber milmilanîyên serbazî digirin bin pê dike.

Herî dawî, Moskoyê di pêbendbûna bi Peymannameya Asmanên Vekirî ya sala1992 de bi bin ket, ku peymanname rê dide 35 dewletên ew wajû kirine, di nav de Rûsya û Amerîka, ku koleçanên asmanî yê neçekdar li xaka hevûdu pêk bînin.

Binpêkirinên Rûsî yên dubare ji peymannameyê re, bi taybetî qedexeya Moskoyê ji geştên asmanî re li ser sînorên Georgî-Rûsî re, hişt ku Amerîka hizra vekişîna ji peymannameyê re bike.

Sala par, Putin beşdarîya Rûsyayê di Peymannameya Hêzên Navikî yên Weset-Meda (INF) de ragirt, ya ku xwedandarî, berhemanîn û taqîkirina mûşekên ji erdê tên berdan, ên ku heta dûrahîya di navbera 500-5,500 kîlometran de diçin, û avêjerên wan jî, qedexe dike.

Piştî çend sala ji gazinên fermî û hewlên çareserîya diplomasî, Amerîka û endamên NATO tê gihiştin ku Rûsya gewdê peymannameya Cenga Sar "bi eşkere bin pê dike".

Rêkeftina INF weke yek ji du peymannameyên çekan ên herî girîng di navbera Rûsya û Amerîkayê de dihat dîtin -- rêkeftina din Peymannameya Kêmkirina Çekên Stratîjî yên Nû (New START) e, ya ku arsînala navikî ya herdu dewletan kêmî lûtkeyên wan ên di Cenga Sar de dihêle.

Qewl e ku rêkeftin di sala 2021an de bi dawî bibe, û dîyar e ku niyazeke siyasî ya kêm heye bo nîqaşkirina dirêjkirina wê.

Belavkirina agahîyên nedirust, hakkirin

Kremlin bi kampanya xwe ya belavkirina agahîyên nerast li ser înternêtê bi rêya çend kargehên artêşên elektronî û yekîneyên hakkirinê tê naskirin.

Wê destwerdan di çend hilbijartinên Amerîka û Yekîtîya Ewropayî û de kiriye û nakokîyan li Rojava gur dike, û herî dawî petaya vayrûsa Koronayê ya nû( COVID-19) derfeteke mezintir da Rûsyayê ku kaosê belav bike.

Bi hezaran hesabên mîdyaya civakî yên ser bi Rûsyayê ve xebateke organîzkirî dest pê kirin bo belavkirina bîrdozîyên komployê li dor vayrûsa Koronayê dema ku ew li seranserê cîhanê bi awayekî pir berfireh belav bû, û lêkolînekê dîyar kir ku ev xebatên han mînaka herî dawî ya kampanîya demdirêj a Putin bo kêmkirina bawerîyê bi sîstemên tendirustî yên Rojavayî bû.

Tevî ku peta li Rûsyayê jî belav bû, Kremlinê dest bi belavkirina taktîkên hevşêwaz ji agahîyên derew li dor sîstema tendirustî ya welatê xwe kir, ku ev yek bû sedema bihêrsbûna xebatkarên bijîşkî yên Rûsî.

Di Gulanê de, Facebookê bi dehan hesabên mîdyaya civakî yên Rûsî yên ku kampanyayên ku hilbijartinan têk dibin û civakê ji hev dixin li seranserê cîhanê sekinandin. Di Sibatê de, Facebookê bi dehan hesabên girêdayî hewalgirîya serbazî ya Rûsî ku hewl didin nakokîyên necadî û etenîk gur bikin sekinandin.

Ev bi tenê du mînakên hilandina hesabên Rûsî yên xedar ên di mîdyaya civakî de di nava çend salan de ne.

Hakerên Rûsî kom û serokên cîhanê armanc dikin, ku ajansa hewalgirîyê ya Almanî di Gulanê de bang li Kremlinê kir ku vî karê xwe yê kirêt û pîs rawestîne.

Binpêkirina azadîyên giştî

Kremlin herwiha azadîyên giştî û mafên mirov li welatê xwe û li welatên derve dema ku berjewendîyên wê dixwazin bi pê dike.

Putin pir bi awayekî çalak "piştgirîyê dide xebatên kontrolkirina înternêtê, bi rêya bikaranîna mêtodên bêhtir xuyayî", bi derxistina yasayekê bo cudakirina înternêta Rûsî ji cîhanê, di demekê de ku gelek têbînî hene ku ew qeyrana vayrûsa Koronayê bo berdewamkirina desthilata xwe bi kar tîne.

Rejîm têkildarê rewşa koçberên Asyaya Navîn ên li Rûsyayê bêkar mane û piştî kêmbûna derfetên kar ji ber petaya vayrûsa Koronayê ew dibînin ku kêşeyên wan kûrtir û dijwartir dibin ji ber kiryarên neyasayî yên polîs ku pir berfireh bûne.

Çavdêr dibêjin ku alavên ragihandên ên nêzî hikûmetê li Rûsyayê êdî tirsên xelkê ji petaya vayrûsa Koronayê bi kar tînîn bo nîşan bidin ku xebatkarên ji Asyaya Navîn tawankar û xêrnexwaz in.

Ev jîngeha dijminbar, rewşên karkirinê yên dijwar û tirsa ji kesên biyanî yên ku koçberên ji Asyaya Navîn jîyan dikin -- ku Moskoyê wan disepîne -- mercên guncan in bo kesên tundrew bo ew kesên lawaz nêçîr bikin û wan ji rê bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500