Heft Sûrîyên ku rastî hingavtinê yan destdirêjîyê li zindanên rejîma Beşar Esed hatine gilînameyeke tawanî pêşkêşî serdozgerîya Almanyayê kirin, rêxistineke ne hikumî ku piştevanîya wan dike Pêncşemê (18ê Hezîranê) ragihand.
Herçar jin û hersê zilam di navendên binçavkirinê yên cuda de li Heleb, Şam û Hemayê di navbera Nîsana 2011an û Tebaxa 2013an de hatibûn girtin, Navenda Ewropayî bo Mafên Destûrî û Mafên Mirov (ECCHR) ku ofîsa wê li Berlînê ye ragihand.
ECCHR anî ziman ku hemû yan qurbanî bûn an şahidên eşkencekirin û destdirêjîya zayendî bûn, di nav de hingavtin, "derbeyên kehrebeyê li ser endamên şerimgehî... û jiberbirina bi darê zorê bûn".
Ji bo bersivdayînê, derfet çênebû ku ofîsa dozgerê giştî ya federal li başûr-rojavayê bajarê Karlsruhe daxuyanîyê bide.
Gilîdaran navê neh berpirsên payebilind ên hikumeta Sûrî û yên hewalgirîya asmanî di nava gilîyê xwe de pêşkêş kirin, di nav de Cemîl Hesen jî heye , ku pir nêzî Esed û serokê berê yê ajansên hewalgirîya hêza asamanî bû heya 2019an.
Hesen fermana girtinê ya navdewletî ji Almanya û Fransayê li dijî heye, ew jî ji ber bi sûcên li dijî mirovahîyê tê tawanbarkirin.
Eşkenceya dewlet jê agahdar
Li gorî ECCHR, tundîya zayîndî ya girêdayî cendertîyê di dezgehên girtinê yên Sûrî de "ji berê û heya niha beşeke ji êrîşa berfireh û sîstematîk ya li ser xelkên sivîl tê meşandin", ji çaxa şerê li Sûrîyayê ji 2011an dest pê kiriye.
Di daxuyanîyeke bo çapemenîyê de li ser zimanê yek ji qurbanîyan hate gotin "ez dixwazim civaka navdewletî û desthilatên dadwerî bizanin ku em di çi rewşê re derbas bûne weke jin".
Di vê dozê de, herdu gumanbar li ser bingeha dadwerîya cîhanî tên darizandin, ya ku dihêle welatekî biyanî sûcên şer û yên li dijî mirovahîyê dadgeh bike.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku herî kêm 100,000 kes li jêr eşkenceyê yan ji ber rewşine pir xerab ku di zindanên rejîmê de çêdibûne mirine.
Rewangeh dibêje jî ku nîv milyon kes ji destpêka 2011an ve ketine zindanên rejîmê.
Li gorî Rewangehê, di heman demê de bi hezaran girtî di zindanên tundrew û komên opozîsyonê yên din de jî mirine.