Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Zona Kesik li Bexdayê tê mûşekbarankirin

AFP

Ev dîmeneke giştî ye ku nava avahîya parlemanê Îraqê, Encumena Nûneran, li Zona Kesik li Bexdayê nîşan dide, roja 27ê Sibatê. [Sebah Erar/AFP]

Ev dîmeneke giştî ye ku nava avahîya parlemanê Îraqê, Encumena Nûneran, li Zona Kesik li Bexdayê nîşan dide, roja 27ê Sibatê. [Sebah Erar/AFP]

Zona Kesik li Bexdayê, ku balyozxaneya Amerîkayê li wir e, Pêncşemê (18ê Hezîranê) hat mûşekbarankirin, ku ev êrîşa pêncem e di nava 10 rojan de, li gorî jêderine ewlehî.

Rojnamegerine AFP dengê herî kêm sê teqînan bihîstin, pişt re dengê fîtên hawarîyê li Zona Kesik hat bihîstin.

Raportên seretayî qala tu qurbanî û ziyanan nekirine.

Mîna êrîşên berî vê, tu alîyî berpirsyarîya xwe îlan nekiriye.

Ji Cotmehê ve, herî kêm 32 êrîş berjewendîyên Amerîkayê li Îraqê armanc kirin, Amerîkayê ji alîyê xwe ve milîsên Îraqî yên Îran piştevanîya wan dike tohmetbar kirin.

Ev êrîşa duyem e ku li nêzî balyozxaneya Amerîkayê diqewime ji 8ê Hezîranê ve û êrîşên dinbalefirgeha Bexdayê armanc dikin, ku hêzên Amerîkî li wir bicihbûyî ne, û baregehek li bakurê paytextê heye.

Nûkirina êrîşan piştî çend heftîyan ji aramîyê hevdem e ligel destpêkirina dîyaloga stratîjî di navbera Waşintonê û Bexdayê de roja 11ê Hezîranê, ku armanca vê dîyalogê pênasekirina hevparîya wan a serbazî, aborî û çandî bi awayekî zelaltir e.

Di çarçoveya danûstandinan de, Waşintonê soz da ku hêzên xwe yên li Îraqê kêm bike, ku sala par dora 5,200 serbazên wê hebûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500