Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Sûrî derbasbûnên Rûsî li parêzgeha Hesekê qebûl nakin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Sivîlên gundê Qesir Dîbê rê li ber pagereke Rûsî ku hewl da ku cihekî xwe li gund ava bike digirin. [Wêne ji malpera Vedeng hatiye wergirtin]

Sivîlên gundê Qesir Dîbê rê li ber pagereke Rûsî ku hewl da ku cihekî xwe li gund ava bike digirin. [Wêne ji malpera Vedeng hatiye wergirtin]

Sivîlên Sûrî li bakurê parêzgeha Hesekê pagerên artêşa Rûsî red dikin, yên hewl didin ku derbasî bajarokên li nêzî sînorê Sûrîya-Turkîyayê bibin û xalên serbazî li wan ava bikin, çalakgerekî ji Diyaruna re ragihand.

Ev gav mîna hewleke bo avakirina bingehên domdar li deverê tê dîtin, çalakgerê xwecihî Emar Salih wiha got, alavên mîdyayî yên Rûsî teqez kirin ku armanca giştî ew eku hebûna Rûsî li deverê were berfirehkirin.

Hêzên Rûsî hewl didin ku ji alîyê civakê ve bên qebûlkirin bi rêya dayîna alîkarîyên xwarinê, lê xelkê qebûl nekriiye, wî ji Diyaruna re daxuyand.

Wî dîyar kir ku xelk di van mercan de vê alîkarîyê weke"bertîlekê û rûreşkirinê dibînin".

Leşkerên Rûsî alîkarîyên xwarinê yên ku wan hewl da ku li ser şênîyên Dêr Xusinê, yên qebûl nekirin ku wan wergirin, belav bikin ji otombîlan peya dikin. [Wêne ji malpera Xabûr hatiye wergirtin]

Leşkerên Rûsî alîkarîyên xwarinê yên ku wan hewl da ku li ser şênîyên Dêr Xusinê, yên qebûl nekirin ku wan wergirin, belav bikin ji otombîlan peya dikin. [Wêne ji malpera Xabûr hatiye wergirtin]

Ev xaleke serbazî ye ku leşkerên Rûsî li Dêr Xusinê ava kirine. Leşker ji vê xalê li jêr fişara xelkê vekişîyan. [Wêne ji malpera Xabûr hatiye wergirtin]

Ev xaleke serbazî ye ku leşkerên Rûsî li Dêr Xusinê ava kirine. Leşker ji vê xalê li jêr fişara xelkê vekişîyan. [Wêne ji malpera Xabûr hatiye wergirtin]

Şênîyên gundê Qesir Dîbê li gundewarê parêzgeha Hesekê rê li ber hêzên Rûsî yên dixwazin ku derbasî gundê wan bibin digirin. [Wêne ji malpera Xabûr hatiye wergirtin]

Şênîyên gundê Qesir Dîbê li gundewarê parêzgeha Hesekê rê li ber hêzên Rûsî yên dixwazin ku derbasî gundê wan bibin digirin. [Wêne ji malpera Xabûr hatiye wergirtin]

Salih got ku şênîyên gundê Qesir Dîbê li gundewarê parêzgeha Hesekê xwenîşandanek li derbasgeha gund li dar xist dema ku pagereke Rûsî hewl da ku derbas bibe, bi armanca avakirina baregeheke domdar li wir.

Wî got ku wan rêya serekî li pêş navgînên serbazî yên Rûsî girt, wê demê leşkerên Rûsî hewl dan xelkê qayil bikin ku rê bidin wan ew derbasî gund bibin, lê hewlên wan bê encam man.

Wî teqez kir ku hêzên Rûsî di dawî de vekişîyan.

Salih got ku bûyereke hevşêwe li gundê Dêr Xusinê li devera Dêrikê li bakurê rojhilatê Hesekê rû da.

Wî dîyar kir ku xelkê pagereke Rûsî neçar kir ku bi temamî vekişe, piştî ew ji avakirina xaleke xwe bi hevkarîya hejmarek ji leşkerên artêşa rejîma Sûrîyayê bê hêvî bû.

Wî got ku şênîyên vê deverê herwiha red kirin ku alîkarîyên xwarinê ji polîsê serbazî yên Rûsî wergirin, û da zanîn ku vê yekê bi tenê ew bêhtir bi hêrs hiştin.

Hêrs ji rejîma Esed

Salih gou ku hêzên Rûsî hewl dan ku berî aniha derbasî van deveran bibin, ku hewla herî dawî roja 3yê Hezîranê bû, dema ku pagereke Rûsî ji bajarê Qamişlo gihişt û heta roja pişt re ma, berî bi neçarî vekişe.

Wî teqez kir ku sivîl li parêzgeha Hesekê li dijî hewlên artêşa Rûsî ne kuli deverê belav bibin "ji ber ku ew dibînin Rûsya sedema serekî ya mayîna rejîma [serokê Sûrîyayê] Esed e".

Amerîka Sêşemêhişyarî da Esed ku ew dê qet serkeftineke giştî misoger neke û divê çareserîyeke siyasî qebûl bike, piştî ku wê sizayên nû li ser rejîma Sûrîyayê sepandin.

Pakêta nû ya sizayan,bi Qanûna Qeyser tên naskirin, Çarşemê ket warê bicihanînê û armanc jê nehêle ku rewşa rejîma Esed asayî bibe bêyî cezakirina ji ber binpêkirinên mafên mirov.

Salih got ku sivîl li parêzgeha Hesekê bi awayekî berfireh bawer dikin ku Rûsya bi tenê ji ber berjewendîyên xwe yên siyasî, aborî û stratîjî kar dike, ne ji bo berjewendîya gelê Sûrîyayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500