Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Enbarê ewlehîya rêyên di nav bajaran û şarêyan qayim dikin

Xalid Taî

Du endamên polîs rêyeke di nav bajaran de li Enbarê misoger dikin di Gulanê de. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Du endamên polîs rêyeke di nav bajaran de li Enbarê misoger dikin di Gulanê de. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Polîsê xwecihî li parêzgeha Enbarê di destpêka Hezîranê de îlan kir ku ew gelek şaxên hêzên xwe yên erkdar bi parastina rêyan qayim dikin.

Hêz bi çekên herî nûjen hatine dabînkirin weke hewldanekê daku li dijî çi hewldanên terorî derkevin, hewildanên dihêlin ev rê û jîyana rêwîyên li ser van rêyan rastî xeterîyê werin.

"Rêyên di nav bajaran de bi awayekî tam parastî ne," emîd. Farûq Cuxêfî, fermandarê herêma rojavayî ya hêza polîsê Enbarê, ji Diyaruna re ragihand.

"Hejmareke mezin a hêzan li dirêjahîya van rêyan belav e , ku ji Remadî li rojava ber bi navçeyên Hît, Hedîsa Anahê, ku hemû digihin Qaimê dirêj didin," wî got.

Leşkerên Îraqî di operasyonên ewlehî de ne di meha Sibatê de daku bidine ser pişta endamên terorîst li biyabana Enbarê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî di operasyonên ewlehî de ne di meha Sibatê de daku bidine ser pişta endamên terorîst li biyabana Enbarê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî got ku herwiha polîs li ser şarêyên navdewletî yên ji Remadîyê di navçeya Rutbayê re heta sînorê bi Sûrîya û Urdinê re û û li ser rêya Neqîbê hatine belavkirin.

Endam û pêdivîyên bêhtir

Fewcên rewşên awarte yên Birêveberîya Polîsê Enbarê bo Parastina Rêyên di Navbera Bajaran de vê dawîyê bi gelek endam, çekên nûjen û pêdivîyên koleçanê hatin qayimkirin, Cuxêfî got.

Dora 400 karmendên ewlekarîyê yên nû tevlî birêveberîyê bûn û dê werin belavkirin da ku rêyên li dirêjahîya şarêyên Kîlo 5 û Kîlo 160 li biyabana Enbarê ya rojavayî misoger bikin.

Wî got ku hejmara zêde ya hêzan derfet da hêza polîs ku ew gelek xalên pêşkinînê û navendên koleçanê li dirêjahîya rê ava bikin.

Pêşxistinên din ji zêdekirina hejmara pagerên bi şevê, danîna kemînan û gerandina roleke pêşeng di misogerkirina deverên biyabanî, ligel hevkarîya bi hêzên ewlekarî û serbazî yên din re pêk tê.

Herwiha polîs bi kamîrayên germî, pêdivîyên koleçanê, navgînên serbazî û avêjerên mûşekan hatin dabînkiirn daku ew piştgirîya van xebatan û misyonên ewlehî bikin.

"Polîs, yekîneyên artêşê û hêzên êlan erkên ewlehî yên demkî pêk tînin daku deverên biyabanî li dirêjahîya rêyên di navbera bajaran de paqij bikin," Cuxêfî got.

Di van her çend heftîyên borî de, van hêzan misyonên koleçanê û operasyonên êrîşker di kûrahîya biyabana Enbarê ya rojavayî de bi rê ve birin, ku di encamê de gelek tundrew mirin, di nav wan de sê li Mudem û çar li Sukerîyatê.

Şêx Barzan Obêdî, serkirdeyekî êlên Enbarê, got ku şervanên êlan "faktorekî piştgirîyê yê hêzdar e di xebatên ewlekirina parêzgehê de û bi taybet rêyên wê".

"Em hevahengîyê bi yekîneyên serbazî re dikin daku operasyonên lêgerînê yên hevbeş li devera biyabanî bi cih bînin ji bo ku em çi valahîyên [ewlehî] hebin bigirin, ên dibe ku ji alîyê dijmin ve werin bikaranîn daku rêwîtîya xelkê û guhestina kel û pelan rawestînin," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Rê ewle ne"

Wî got ku gefên terorîstan kêm dibin û destnîşan kir ku rêyên di nav bajaran de, heta yên li deverên biyabanî yên dûrdest, ewle ne û ev demeke dirêj e tu binpêkirinên ewlehî li wan nehatine dîtin.

Obêdî teqez kir ku hêzên wî aniha bi sedan şervanên rahênankirî di nav wan de hene ku amade ne ku berevanîya bajarokên xwe bikin û aramîya hemû proje û xizmetguzarîyên jîyander misoger bikin.

Wî banga berfirehkirina perasyonan kir bo kontrolkirin û parastina sînorê rojavayî ji bo ku nehêlin endamên terorîst ên xwe li newal û şkeftên deverê vedişêrin bi dizî derbas bibin.

Rêyên di nav bajaran de roleke sereke digerînin di guhestin sivîlên diçine dervey Enbarê yan di hundirê navçeyên wê yên dûr de.

Herwiha ev rê damara jîyanê ji parêzgehê re ji ber rêyine bejî ne bo guhestin û hawirdekirina kel û pelan tên bikaranîn.

Serokê Komîsyona Weberhênanê ya Enbarê Mehdî Numan ji Diyaruna re ragihand ku ewlekirina rê û şarêyan xwedî girîngîyeke mezin e, li ser asta xizmetguzarîyên giştî û asta aborî.

"Bi saya van xebatên zehmet yên ji alîyê hêzên ewlekarî ve, me dît çawa ev rê ewle bûn û çawa trafîk bi rewanî dimeşe eger em bidine ber salên berê," wî got.

Numan dîyar kir ku parêzgeha wî gelek rêyên ku navçeyên Enbarê digihînin hev saz kirin, di nav wan de şarêya Hît-Hedîsa- Rawa, herwiha rêyên dibine dervey parêzgehê mîna xaçerêya Felûca- Semara.

Herwiha karê çaksazkirin û pêşxistinê li ser şarêyên ber bi welatên hevtixûb, Urdin, Sûrîya û Erebistana Siûdî ve diçin berdewam e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500