Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hikûmeta Îraqê soza cezakirina sûcdaran dide piştî qewimîna êrîşan li nêzî balefirgeha Bexdayê

Faris Omran

Hikûmeta Îraqî civîneke awarte roja 16ê Hezîranê li dar xist, wê di dawîya civînê de daxuyanîyek belav kir ku tê de êrîşên li ser baregehên serbazî û diplomasî yên biyanî li welat şermezar kirin. [Wêne ji ofîsa serokwezîr hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî civîneke awarte roja 16ê Hezîranê li dar xist, wê di dawîya civînê de daxuyanîyek belav kir ku tê de êrîşên li ser baregehên serbazî û diplomasî yên biyanî li welat şermezar kirin. [Wêne ji ofîsa serokwezîr hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî Sêşemê (16ê Hezîranê) ferman li ajansên ewlekarîyê kir ku sûcdarên li pey êrîşên li ser balefirgehan. bingehên serbazî, baregehên şandên biyanî li welat bigirin.

Şeva Duşemê sê rokêtên Katyûşa li nêzî balefirgeha Bexdayê ketin beyî ku tu ziyan rû bide, ku ev bû çarem êrîşa bi vî rengî di heyama heftîyekê de.

Rokêtan Navenda Piştgirîya Diplomasî li Bexdayê armanc kir, ku ew mêvandarîya berpirsên Hevpeymanîya Navdewletî dike.

Beşdarên civîneke awarte ya Encumena Ewlehîya Niştîmanî ya ku bi serokatîya serokwezîr Mustefa Kazimî Sêşemê hatibû lidarxistin êrîş şermezar kirin "û weke gefekê li dijî ewlehîya niştîmanî û berjewendîyên welat bi nav kirin".

Hêzên Îraqî avêjereke rokêteke Katyûşayê roja 14ê Hezîranê li nêzî Raşidîyayê, li bakurê rojhilatê Bexdayê dîtin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî avêjereke rokêteke Katyûşayê roja 14ê Hezîranê li nêzî Raşidîyayê, li bakurê rojhilatê Bexdayê dîtin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wan bang bo "zêdekirina xebata hewalgirî û pêkanîna rêkarên pêwîst bo girtina kesên li pey van êrîşan û anîna wan bo dadgehê kir".

Wan got ku divê ajansên ewlekarîyê rêkarên tund bidin pêş bo rêgirtin li ber dubarbûna êrîşan.

Hîn tu alî berpirsyarîya xwe ji êrîşên vê dawîyê îlan nekiriye, lê çavdêr milîsên Îraqî yên ser bi Îranê ve tohmetbar dikin.

"Nîşandana hêzê"

"Ev hewleke bo îhrackirina hikûmeta Kazimî,ku wê di dîyaloga stratîjî de bi Amerîkayê re soz da ku şandên diplomasî û serbazî yên navdewletî [yên li Îraqê] biparêze," Sair Beyatî, emîndarê giştî yê Encumena Êlên Ereb li Selahedînê, ragihand.

Li hember vê yekê, Amerîkayê qebûl kir ku hêzên xwe yên li Îraqê kêm bike, wî ji Diyaruna re ragihand.

"Name zelal e: Îranî û milîsên xwe hewl didin ku bandor û hejmûna xwe nîşan bidin, û bêjin ku ew dikarin ewlehîya welat têk bidin dema ew bixwazin," Beyatî got.

Wî dîyar kir ku ew herwiha dixwazin nîşan bidin ku "ew yarîzanên serekî li Îraqê û amrazên wan hene bo ew berevanîyê li armanc û ajandayên xwe yên terorî bikin".

Wî da zanîn ku milîsên ku Îran piştgirîya wan dike hewl didin ku ewlehîyê têk bidin û kaosê belav bikin, ji ber ku ew hest dikin ku hebûna wan di xeterê de ye piştî ragihandina hikûmetê kuew dê çekan bi tenê di destê dewletê de bihêle ku ev yek dê çalakîyên wan bi dawî bike.

Wî got ku ev milîs xwedan têkilîyên baş in bi torek ji sermayedar û siyasetvanên gendel re li welat, "û îroj bêhtir ji berê li ser berjewendîyên xe yên aborî ditirsin û amade ne ku her tiştî bikin bo parastina wan".

Beyatî daxuyand ku plana hikûmetê ya çaksazîyê ev milîs bi hêrs kirin, ku ew dixwazin gavên sebotajê di rûyê vê çaksazîyê de pêk bînin.

Wî teqez kir ku êrîşên li ser şandên serbazî û diplomasî "gefên cedî ne li dijî serwerîyê [ya Îraqê] û berjewendî û ewlehîya gelê Îraqî".

"Ne cihê qebûlkirinê ye ku sûcdar azad bimînin û neyên cezakirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500