Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî belavbûna xwe li navçeya Xaneqîn xurt dikin

Xalid Taî

Endamine Firqeya 5an a artêşa Îraqî 5ê Hezîranê bi niştecihên bajarokê Celewlayê yê navçeya Xaneqînê re diaxivin. [Wêne ji Wezareta Berevanîya ya Îraqî hatiye wergirtin]

Endamine Firqeya 5an a artêşa Îraqî 5ê Hezîranê bi niştecihên bajarokê Celewlayê yê navçeya Xaneqînê re diaxivin. [Wêne ji Wezareta Berevanîya ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî belavbûna xwe li navçeya Xaneqînê ya parêzgeha Diyalayê xurt kir da rê li ber êrîşên paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên li ser gundên derdora navçeyê pêk tînin bigirin.

Dawîn êrîşa bi vî rengî Şemîyê (13ê Hezîranê) pêk hat, gava çekdarine DAIŞê êrîş birin ser gundê Dara û Mîxas ên li rojavayê Xaneqînê.

Çar sivîl û sê endamên ewlekarîyê di êrîşê de hatin kuştin, her wekî çarên din jî birîndar bûn.

Ligel ku ewlehî li navenda navçeyê heye, "belam rewşa derdora Xaneqînê ne wisa ye", Zahid Tahir Xelîl Delawî, endamê berê yê encumena parêzgeha Diyalayê ku nûnertîya Xaneqînê dikir, got.

Efserekî Îraqî li rewşa endamekî ewlekarîyê ku 13ê Hezîranê di êrîşeke DAIŞê li ser gundê Dara û Mîxasê yên navçeya Xaneqînê de birîndar bûbû, dimeyzîne. [Wêne ji polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Efserekî Îraqî li rewşa endamekî ewlekarîyê ku 13ê Hezîranê di êrîşeke DAIŞê li ser gundê Dara û Mîxasê yên navçeya Xaneqînê de birîndar bûbû, dimeyzîne. [Wêne ji polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Wî anî ziman ku deverên taybet cihê nîgeranîyê ne gundên ku li beşê rojavayî yê navçeyê ne, jê zêdetir Dara û Mîxas di nav de Mihemed Şibark, Şeyrek, Husên Mamo, Îmam Mihemed, Elîwa, Cemîl Beg, Merdan, Tefreqa, Sarmiriye û Mubarek.

Delawî got ku "ev gund rûberê wan bi giştî 45 km derbas nake, lê metirsî ji newal, bilindahî û deverên dehl bixwe tê ku terorîst xwe di nava wan de vedişêrin".

Delawî destnîşan kir ku êrîşên terorîst li ser van gundan hiştin niştecihên wan birevin, ku 89 êrîş ji Cotmeha 2017an de pêk hatine-- DAIŞê jî hejmareke van êrîşan girte ser xwe.

Pêwîstî bi piştevanîyeke zêdetir heye

Wî dîyar kir ku rêkarên ewlehî piştî êrîşa terorîst a herî dawî hatin girankirin, da zanîn jî ku hêzên Îraqî li deverên kêmewlehî belav bûne da li pey çekdaran bikevin.

Delawî got ku artşa Îraqî û Hêzên Heşda Şaebî berpirsên parastina van deveran in, destnîşan kir jî ku Fermandarîya Operasyonên Diyalayê "xebatên baş pêk tînin".

Wî da zanîn ku hejmara hêzên parastina Xaneqînê dikin têrê nake, ku gelek yekîneyên serbazî yên parastina Diyalayê dikin niha li cihekê din hatine erkdarkirin, li parêzgeha Selahedîn a li rex.

Wî got ku herwiha kêmbûna hejmara kamîrayên germî û alavên çavdêrîyê gefên ewlehî duqat dike.

Delawî banga belavbûna hêzên Pêşmerge kir, ku berî 2017an bi hevahengîya bi artêşa Îraqî re parastina dever û gundên Xaneqînê dikir.

Wî anî ziman ku "em hêvî dikin ev hevahegî vegere da deverên me parastî bimînin û malbatên koçber vegerin malên xwe".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500