Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Berpirsekî Îraqî: hejmara bermahîyên DAIŞê bi tenê bi sedan e

Xalid Taî

Leşkerên Îraqî di 11ê Hezîranê deçîyayê Eyadîyayê li parêzgeha Nînewayê maliştin li veşartgehên DAIŞê digerîyan. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî di 11ê Hezîranê deçîyayê Eyadîyayê li parêzgeha Nînewayê maliştin li veşartgehên DAIŞê digerîyan. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên hîn li Îraqê ne hejmara wan tenê bi sedan e ji ber heta asteke mezin çekdar û samanên rêxistinê xilas dibin, berpirsekî Îraqî roja Duşemê (15ê Hezîran) got.

Raportên mîdyayî ku dibêjin ku hejmara çekdarên DAIŞê li Îraqê dora 10,000 in "heta astekemezin mezin zêdekirî ye", liwa Tehsîn Xefacî, peyvdarekî Fermandarîya Operasyonên Hevbeş, ji Diyaruna re ragihand.

"Ev nayê wateya ku terorîst, şanên razayî yan cihên lê kom dibin nînin ... bermahîyên DAIŞê hene, lê tenê bi sedan in di halê herî baş de", wî got.

"Rêxistin nema dikare weke berê refên xwe nû bike," wî anî ziman, "û bi awayekî sereke xwe dispêre kevneçekdarên xwe yên ku hejmara wan di her operasyoneke ewlehî de kêm dibe."

Hêzên bijarde yên Îraqî di 4ê Hezîranê de herî kêm 19 endamên DAIŞê di operasyoneke taybet de li girên Mexmûrê, li rojhilatê Mûsilê kuştin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên bijarde yên Îraqî di 4ê Hezîranê de herî kêm 19 endamên DAIŞê di operasyoneke taybet de li girên Mexmûrê, li rojhilatê Mûsilê kuştin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî vê dawîyê operasyonên xwe yên serbazî zêde kirin, herî kêm 12 êrîş li ser cihên DAIŞê bi cih anîn di dawîya qonaxa duyem ji operasyona "Lehengên Îraqê-Serkeftina Serwerîyê", a ku di 2ê Hezîranê de hat pêkanîn.

Operasyonan gelek dever armanc kirin, di nav wan de çîyayên Eyadîya û yên Mexmûrê li parêzgeha Nînewayê, Girava Tikrîtê, biyabana Qaimê û Curf el-Sexrê.

Bi dehan veşartgehên DAIŞê hatin wêrankirin û hejmareke mezin ji çekdaran jî hatin kuştin.

Şîyanên DAIŞê "bi şûn ve diçin"

Ev operasyonine xwedî kwalîteyeke bilind in ku xwe dispêrin "berhevkirin û enalîzkirina datayên hewalgirî û ewlekarî" û wan di bicihanîna êrîşên lezgîn li ser dijmin bi kar tînin, bi piştgirîya êrîşên asmanî, Xefacî got.

"Bi saya van operasyonên himbiz, şîyanên terorîstan kêdî hêdî dest pê dikin kêm dibin û ew nikarin li hember hêzên me rabin," wî got.

"Di operasyonên me yên vê dawîyê de, me rê li ber xetên dabînkiirnê yên herî girîng girt, rêyên ku ji bakurê parêzgeha Diyalayê dirêj didin, di başûrê Kerkûkê re û bakurê Selahedînê re heta biyabana Beacê û sînorê bi Sûrîyayê re," wî anî ziman.

"Me hemû torên tunelan û baregehên nepenî yên wan ên li wir wêran kirin," Xefacî got û anî ziman ku balefirên koleçanê û hêzên bejî deverê dimalin da ku bidine pey çi çekdarên li wir.

Wî got ku şivan bi awayekî deqîq tên çavdêrîkirin "ji ber endamên DAIŞê wan bi kar tînin da ku xwe veşêrin û tevgerê bikin da ku gumanê ji ser xwe bidin alîyekê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500