Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşeke bi dronê du serkirdeyên tundrew li Sûrîyayê dikuje

AFP

Xwenîşanderên Sûrî di 1ê Gulanê de li gundê Maeret el-Numanê dicivin da ku li dijî êrîşa Tehrîr el-Şam derkevin. [Omer Hac Xedûr/AFP]

Xwenîşanderên Sûrî di 1ê Gulanê de li gundê Maeret el-Numanê dicivin da ku li dijî êrîşa Tehrîr el-Şam derkevin. [Omer Hac Xedûr/AFP]

Êrşeke bi dronê li bakur û rojavayê Sûrîyayê roja Yekşemê (14ê Hezîranê) du fermandarê komeke girêdayî Qaidê kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman got ku fermandarekî serbazî yê Urdinî û yekî din ê Yemenî ji Huras el-Dîn a girêdayî Qaidayê hatin kuştin dema ku mûşekeke ji dronekê hat avêtin li siwareya wan xist.

Hevbendîya Tehrîrel-Şam a tundrew li parêzgeha dlibê serdest e, lê komine tundrew ên din, di nav wan de Huras el-Dîn, herwiha li herêmê kar dikin, li gel komine opozîsyonê yên cihêreng.

Sala par, Amerîkayê gelek êrîş li dijî tundrewan li parêzgeha Idlibê bi cih anîn.

Herwiha tundrew li herêmê bi êrîşên asmanî yên ji alîyê rejîma Sûrî û hevalbendê wê yê Rûsî hatin armanckirin, herwiha ji alîyê hevpeymanîya navdewletî ve jî.

Peyvdarekî hevpeymanîya navdewletî ji AFP re ragihand ku hevpeymanîyê "tu êrîşên asmanî li bakur û rojavayê Sûrîyayê bi cih neanîne di van heftîyên dawî de".

Agirbesteke bi navbeynkarîya Rûsya û Turkyayê hişt ku balefirên şer ên Rûsî derveyî asmanê herêmê bimînin û heta asteke mezin vê yekê berdewam kir ji çaxa ku di Adarê de dest pê kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500