Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Amerîka hêzên xwe li Îraqê kêm dike hevdem ligel baştirbûna têkilîyên dualî

Faris Omran û AFP

Berpirsên Îraqî û Amerîkî giftûgoyên stratejîk di 11ê Hezîranê de di rêya konferensekî bi vîdyo daku hebûna hêzên Amerîkî li Îqaê nîqaş bikin. [Wêne ji Wezareta Karê Derve ya Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsên Îraqî û Amerîkî giftûgoyên stratejîk di 11ê Hezîranê de di rêya konferensekî bi vîdyo daku hebûna hêzên Amerîkî li Îqaê nîqaş bikin. [Wêne ji Wezareta Karê Derve ya Îraqî hatiye wergirtin]

Amerîkayê roja Pêncşemê (11ê Hezîranê) got ku ew dê hêzan di mehên tên de li Îraqê kêm bike piştî ku nakokîyên di navbera herdu welatan de kêm bûn li jêr serowezîrê nû yê hevalê Amerîka ye li Bexadayê.

Herwiha Amerîkayê soz da ku piştgirîya aborîya Îraqî ya li ber xwe dide bike, dema ku herdu welatan danûstandina xwe ya stratejîk a yekem piştî bêtirî deh salan li dar xist.

Alozî zêde bûn piştî êrîşeke Amerîkî li ser Bexdayê di Kanûna Duyem de ku tê de ceneralê Îranî Qasim Sulêmanî û fermandarê Îraqî Ebû mEhdî Muhendis hatin kuştin, ku qanûndaneran li Bexdayê xwest ku berdine bêtirî 5,200 hêzên Amerîkî yên li welat.

Di daxuyanîyeke hevbeş de, Amerîkayê got ku sedema vegera artêşa wê bo Îraqê di 204an de -- têkbirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) -- pêşketineke mezin bi dest xist.

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî konferenseke rojnamegerî di 11ê Hezîranê de li dar xist piştî piştî rûniştina yekem bo danûstandina stratejîk di navbera Amerîka û Îraqê de, ya ku tê de etqez kir ku serwerîya Îraqê bingeha çi danûstandina bi Amerîkayê re ye. [Wêne ji ofîsa mîdyayî ya Kazimî hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî konferenseke rojnamegerî di 11ê Hezîranê de li dar xist piştî piştî rûniştina yekem bo danûstandina stratejîk di navbera Amerîka û Îraqê de, ya ku tê de etqez kir ku serwerîya Îraqê bingeha çi danûstandina bi Amerîkayê re ye. [Wêne ji ofîsa mîdyayî ya Kazimî hatiye wergirtin]

"Herdu welatan nas kir ku li gel pêşketina mezin ber bi tinekirina gefa DAIŞê, di mehên tên de Amerîka dê berdewam bike hêzên xwe li Îraqê kêm bike," daxuyanîya hevbeş got.

"Amerîka teqez kir ku ew hewl nade û naxwaze ku baregehên wê yên berdewam an hebûna wê ya serbazî ya berdewam li Îraqê hebe."

Bi rastî hevpeymanî tenê li sê baregehan maye di van mehên dawî de, ji eslê diwazdehan.

Ji ber sînordarkirina rêwîtîyê ji ber vayrûsa Koronayê, giftûgoyên astbilind ên tên pêşbînkirin ku li Bexdayê werin lidarxistin kirine rûniştineke destpêkirinê ya kurt li ser înternêtê.

Etmosfereke "gelekî erênî" di civînê de serdest bû, jêdereke parlemanî ku xwest ku neyê naskirin ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku giftûgoyan "avakirina têkilîyên dûrûdirêj yên bo berjewendîyên herdu welatan" nîqaş kir.

Wan teqez kir ku prensîpên wan li ser wan li hev kir di Rêkeftina Çarçoveya Stratejîk ya 2008an de di navbera Bexda û Waşitonê ew in "bingeha danûstandinê ", wî got.

"Gelek rûniştin dê werin lidarxistin di dema tê de daku bigihine hevbendîyeke stratejîk a xurt," wî anî ziman.

Civîneke şopandinê ji alîyê "komîteyeke hevahengîyê ya bilind a bo danûstandina stratejîk" dê li Waşitona baytext were lidarxistin, "dibe ku di Tîrmehê" de be, daxuyanîya hevbeş got.

Parastina baregehên Amerîkî li Îraqê

Îraqê di daxuyanîyeke hevbeş de soz da ku baregehên Amerîkî bibarêze yên ku rastî êrîşeke bi mûşekan hatin, êrîşên ku gazin komên nîvserbazî yên girêdayî Îranê hat kirin.

Derengî roja Çarşemê, tenê çend saetan berî ku giftûgo dest pê bikin, mûşekeke Katyoşa li Zona Kesk xist bê ku tu kes birîndar bibe.

"Pirsgirêkeke mezin a komên çekdar, û milîsên Îran piştgirîya wan dike li welat, ên dervey kontrola hikûmetê kar dikin heye," David Schenker, dîplomatê Amerîkî yê mezin li Rojhilata Navîn, got.

"Têkilîyên me yên seretayî yê bi hikûmeta Kazimî [Serokwezîrê nû] re destnîşan dike ku ew pêbend in ku serwerîyê vegerîne, û van milîsên bêrûmet kontrol bike û ajanseke ewlekarî ya yekbûyî li welat hebe," wî got.

Wî anî ziman ku ev milîs "ne tenê li me dikin lê belê li hikûmeta Îraqê û li aramîyê li wir dikin".

Herwiha Amerîkayê got hewl dide ku weberhênanê han bide û çaksazîya aborî li Îraqê qayim bike, ya ku par xwenîşandanên mezin li dijî bêkarî û gendelîyê ew hejand.

"Em dê piştgirîya hikûmeta nû bikin di rêya sazemenîyên darayî yên navdewletî re da em alîkarîyê pê re bikin ku hember berhengarîya COVID-19 û kêmbûna qezencên neftê derkeve," Schenker got.

Alozî heta asteke mezin kêm bûn ji çaxa ku Kazimî -- serokê hewalgirîyê yê berê yê ku têkilîyên wî bi Amerîkayê û hevalbendên wê re li herêmê re gelekî xurt in -- bû serokwezîrê Îraqê di Gulanê de.

Di konferenseke rojnamegerî de roja Pêncşemê, serokwezîr got ku çi danûstandina bi Amerîkayê re "will first and foremost take into account Iraq's sovereignty and interests, the input of the (Najaf religious) authority, and that of parliament".

"Serwerîya Îraqê xeta sor e," Kazimî teqez kir.

"Em naxwazin ku Îraq bibe qadeke şer û milmilanîyê; belê, em dixwazin ew herêmeke aştîyê be."

Piştgirîya Amerîkayê

Dîyalag dê "hevkarîyê û hevahengîyê hêsan bike, li ser bingeha parastina ewlehî û serwerîya Îraqê û hewcedarîya wê bi hevparîyeke dualî ku rêz li pêwîstîyên ewlehî yên wê bike", xebîrê serbazî Celîl Xelef ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku milîs û partîyên siyasî yên Îraqî yên ser bi Îranê vê "divê dest ji helwestên xwe yên piştgir ji ajandaya Îranî re berdin û doza berjewendîyên Îraqê bikin".

Ligel pirsên ewlehî û rûbirûbûna terorîzmê, gengeşeyên Pêncşemê dê pirsên siyasî; aborî û wizeyê; û pirsên çandî bidin ber xwe.

Amerîkayê ragihand ku ew pêbend e bi alîkarîkirina Îraqê di "lidarxistina hilbijartinên dadperwer û pêgerd de û di piştgirîkirina serwerîya yasayê, parastina mafên mirov û mafên hindikahîyan û vegera kesên bêwar de bike".

Ew dê herwiha hewl bide ku karînên zanîngehên Îraqî pêş bixe û şûnwarên Îraqî vegerîne.

Îraq "bi hewcedarî ezmûn û hejmûna Amerîkayê ye li ser asta navdewletî", çavkanîya parlemanî got.

"Tiştê girîng ew e ku dê gotûbêj berê me bidin hevparîyeke ku dê xewnên me yên têkildarî aramîyê û geşesendinê pêk bîne bêyî ku bandorên xerab li ser berjewendî û ewlehîya me bike," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500