Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Esed serokwezîrê Sûrîyayê piştî zêdebûna qeyrana aborî ji erk bi dûr dixe

AFP

Ev wêneya ku di 11ê Gulana 2013an de hatiye kişandin, wezîrê kehrebeyê yê wê çaxê Îmad Mihemed Dîb Xemîs piştî hevdîtinekê li Şamê dîyar dike. Serokê rejîma Sûrî Beşar Esed Xemîs, yê ku ji 2016an ve weke serokwezîr kar dikir, 11ê Hezîranê ew ji kar bi dûr xist. [STR/AFP]

Ev wêneya ku di 11ê Gulana 2013an de hatiye kişandin, wezîrê kehrebeyê yê wê çaxê Îmad Mihemed Dîb Xemîs piştî hevdîtinekê li Şamê dîyar dike. Serokê rejîma Sûrî Beşar Esed Xemîs, yê ku ji 2016an ve weke serokwezîr kar dikir, 11ê Hezîranê ew ji kar bi dûr xist. [STR/AFP]

Serokê rejîma Sûrî Beşar Esed Pêncşemê (11ê Hezîranê) serokwezîrê ku çar salan xizmet kir ji kar bi dûr xist, di wextekî de ku welat bi qeyraneke aborî dijwar û xwepêşandanên nûkirî re rû bi rû maye.

Îmad Mihemed Dîb Xemîs, 58 salî, ji 2016an ve serokwezîrê Sûrîyayê bû.

Li şûna wî jî Wezîrê Avê Hisên Ernûs bi awayekî demekî hat erkdarkirin da paşê derbasî hilbijartinên qanûnî bibe ku tê payîn meha bê were lidarxistin.

Weke Xemîs, serokwezîrê hatî Ernûs jî gelek salan rastî sizayên Amerîkî û yên YE hatiye.

Dihat payîn destpêka vê salê hilbijartinên parlemanê li Sûrîyayê werin lidarxistin, lê du caran ji ber nexweşîya Koronayê hatin bipaşxistin. Dema nû jî dê 19 Tîrmehê be.

Bidûrxistina Xemîs piştî gelek rexneyên ku ji hikumeta wî re hatin pêk hat ku nikarîbû ji qeyrana aborî re biba bersiv.

Aborîya Sûrî ji ber neh salên şer zîyan dîtiye ew jî bi alozîya darayî ya li Libnana cîran re kambaxtir bû, ku weke korîdoreke herikîna dolaran bo herêmên li jêr destê rejîmê bû tevî sizayên navdewletî jî.

Di rojên dawî de, nirxê lîreya Sûrî di sûka reş de ji nirxekî nizim heya hîna nizmtir hat tomarkirin.

Bilindbûna buhayên pêdivîyên jîyanê

Di rojeke vê heftîyê de nirxê pereguhertinê gihaşt 3,000 lîre li beramberî yek dolarî, bi çar caran li nirxê fermî ku 700 e zêdetir e, û 60 carî ji berîya şer ji 2011an ve.

Ev daketina bilez rexnene kêmpeyda li herêmên rejîmê derxist holê, di nav de bajarê Swêda yê başûrî..

Bi dehan xwepêşander bangên mîna "şoreş, azadî, edaleta civakî" kirin, bi sloganine ku serhildana 2011an tîne bîra mirov ku pêşîgirtina wê hişt şerekî navxweyî rû bide û di encama wê de bêhtir ji 380,000 kesî were kuştin.

Tê payîn buhayên hinek madeyên sereke bifirin piştî sepandina qanûna Amerîkî ya bi navê Qeyser tê naskirin , ku şirketên bi Şamê re dan û standinê dikin dike armanc.

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî dibêje ku bilindbûna buhayên pêdivîyên jîyanî li Sûrîyayê, ku piranîya xelkê asta feqîrtîyê derbas kirine, tê wateya ku di demeke nêz de wê birçîbûn çêbibe.

Sûrî herwiha tengav bûne ku rejîm ya ji ber pirgirêka darayî dinale gelek caran pere ji petrola ku hatiye dayîn qut kiriye.

Bi hewldana ku xezîneyên dewletê nû bike, rejîmê meha derbasbûyî fermana desteserkirina samanên bazirganê dewlemend Ramî Mexlûf da, ku kurxalê Esed e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500