Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî plana DAIŞê ya pêkanîna êrîşan di Remezanê de têk dibin

Hesen Obêdî li Bexdayê

Hêzên Îraqî êrîşeke bi şer li ser cihên DAIŞê li biyabana Rutbayê, li rojavayê Enbarê roja 23yê Gulanê, pêk tînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî/ Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî êrîşeke bi şer li ser cihên DAIŞê li biyabana Rutbayê, li rojavayê Enbarê roja 23yê Gulanê, pêk tînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî/ Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Bi rêya hejmarek ji operasyonên parêzî, hêzên Îraqî bi ser ketin di têkdana êrîşên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) plan kiribû ku wan di meha Remezanê ya pîroz de pêk bîne, li gorî berpirsyarên serbazî.

Wan dîyar kir ku hêzên hevbeş ên Artêşa Îraqî, Ajansa Dijî Terorîzmê û Ajansa Hewalgirîya Niştîmanî ya Îraqî bi hev re rê li ber planeke mezin a DAIŞê bo pêkanîna êrîşan di nava 16 û 24ê Gulanê girtin.

Hêzên ewlekarî bi awayekî serkeftî çar şanên DAIŞê têk birin, û çend serkêşên xuyayî yên DAIŞê kuştin, ku navendên wan şanan li Enbarê, rojavayê Nînewayê û başûrê-rojavayê Bexdayê bûn.

Wan dest danî ser kemberên teqîner ên ku bi yek ji şanan re hatin dîtin.

Hêzên hevbeş ên Îraqî planeke mezin a DAIŞê di meha Remezanê ya pîroz de vala derxistin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî/ Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên hevbeş ên Îraqî planeke mezin a DAIŞê di meha Remezanê ya pîroz de vala derxistin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî/ Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Êrîşên asmanî yên Hevpeymanîya Navdewletî, ku bi hevahengî ligel hêzên Îraqî tên pêkanîn, li du cihên DAIŞê li Nînewayê û bakurê Selahedînê dan, û hejmarek ji endamên DAIŞê hatin kuştin.

Hevpeymanî herwiha alîkarîya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) kir ku endamekî tundrew radest bike, ku mukirhatinên wî bûn sedema girtina hejmarek ji terorîstên ku xwe li bajarokekê li bakurê Îraqê diveşartin.

Di heyama du heftîyan de, hêzên ewlekarîyê 30 endamên DAIŞê girtin an kuştin, peyvdarê Wezareta Berevanîyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re ragihand.

"Hinek ji operasyonan bi alîkarîya şênîyan hatin pêkanîn, ku wan agahî ku bûn sedema parastina jîyana gelek kesan dabîn kirin," wî got.

Têkbirina plana Remezanê

Bi rêya plankirina êrîşên ku nav lê hat kirin êrîşa "Remezana Azadkirinê", DAIŞ hewl dide ku angaşt bike ku ew hîn "çalak û bihêz e", Resûl daxuyand. "Lê rastî bi temamî berevajî ye."

Wî got ku hêzên Îraqî operasyonên parêzî pêk anîne ku wan rol di kêmkirina hejmara êrîşên terorî de gerandîye, û da zanîn ku ev xebat dê berdewam bin "heta piştrastbûn ku şana dawî ya DAIŞê têk diçe".

Heta vê dawî, hêzên Îraqî "hevahengîyeke avaker û berhemdar" bi Hevpeymanîya Navdewletî re didomînin.

Plana Remezanê pir mezin bû û wê Bexda û parêzgehên Îraqî yên ji DAIŞê hatine rizgarkirin armanc dikirin, endamê parlemana Îraqê said Muhemed Rîha, serokê komîteya parlemanî ya ewlehî û berevanîyê ragihand.

Hêzên Îraqî berdewam in di şopandina şan û gumanbaran de, wî ji Diyaruna re got, û wan dest danîye ser teqemenîyan û hinek tundrew li nêzî Bexdayê kuştin.

Wî teqez kir ku bi saya xebatên hewalgirî, ezmûndarîya hêzên Îraqî di warê nehiştina gefên terorê de û hevahengîya bi sivîlên Îraqî te, plana DAIŞê weke ku dihat xwestin nehat bicihanîn.

Alîkarîya sivîlan pir girîng e

Êrîşên ku hêzên Îraqî ew têk birin bi awayekî giştîbersiv bûn li ser mirina serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî di meha Cotmehê de bû, xebîrê warê ewlehî Fûad Elî ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku amadekarîyên dûvûdirêj ji êrîşan re hatibûn kirin, ku DAIŞê dixwest ku ew "mezin, bandordar bin û bi qebareya şikestin û binketina wê be", lê ev xebat têk çûn û rêxistinê çek û çekdar li ser kirin.

Elî da zanîn ku sivîl him li bajarokê Rutbayê yê li rojavayê Enbarê û bajarokê Şirqatê li bakurê Selahedînê agahî û alîkarî ji hêzên Îraqî re dabîn kirin, ku wan alîkarî bi wan re kir ku cihên şanên DAIŞê nas bikin.

"Xelk çekê dewletê yê herî bihêz e di şerê li dijî DAIŞê de," wî got. "Eger plana DAIŞê bi ser ketibaye, Xwedê neke, dê bi dehên Îraqîyan hatibane serjêkirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500