Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hikûmeta Îraqî kesayetên serbazî di pileyên ewlehî yên sereke de tayîn dike

Xalid Taî

Serokê Ajansa Dijî Terorîzmê Ebdul Wehab Saidî û serokwezîr Mustefa Kazimî wêneyekî bi leşkerên Ajansa Dijî Terorîzmê re dikişînin di 26ê Gulanê de. [Wêne ji Ajansa Dijî Terrîzmê hatiye wergirtin]

Serokê Ajansa Dijî Terorîzmê Ebdul Wehab Saidî û serokwezîr Mustefa Kazimî wêneyekî bi leşkerên Ajansa Dijî Terorîzmê re dikişînin di 26ê Gulanê de. [Wêne ji Ajansa Dijî Terrîzmê hatiye wergirtin]

Bo misogerkirina serkeftina berdewam di xebatên xwe yên li dijî terorîzmê de, hikûmeta Îraqî ya nû kesên ku roleke bandorbar di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) geradin di pileyên ewlehrî yên bilind de erkdar dike.

Pisporên warê ewlehî dibînin ku ev gav nîşan didin ku hikûmeta serokwezîrê nû Mustefa Kazimî giranîyê dide aramkirina rewşa ewlehî û çareserkirina astengîyên mîna bêqanûnîyê û belavbûna çekên neqanûnî.

Kazimî yê ku hikûmeta wî ji alîyê parleman ve hate qebûlkirin Di 7ê Gulanê de, kesayetên serbazî bo du wezaretên sereke bijartin: serleşkerê artêşê yê berê Osman Xanimî weke Wezîrê Karê Hundir hat destnîşankirin û fermandarê berê yê hêzên bejahî ferîq Cuma Înad Cubûrî weke Wezîrê Berevanîyê hatiye dîyarkirin.

Ev herdu kesayet bi "pîşekarîya xwe ya bilind têne naskirin û wan performanseke bêhampa nîşan da" di şerê li dijî terorê de, parlemanterê Îraqî Ketah Necman Rikabî, yê ku di komîteya ewlehî û berevanî de kar dike, got.

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî di civînekê de roja 28ê Gulanê ligel serkirdeyên ewlehî û serbazî ye bo nîqaşkirina qayimkirina xebatên jinavbirina DAIŞê. [Wêne ji ofîsa mîdyayî ya Serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî di civînekê de roja 28ê Gulanê ligel serkirdeyên ewlehî û serbazî ye bo nîqaşkirina qayimkirina xebatên jinavbirina DAIŞê. [Wêne ji ofîsa mîdyayî ya Serokwezîr hatiye wergirtin]

Tayînkirina wan gaveke erênî bû "ku ji alîyê parlemanê ve nehat redkirin, ji ber ku ev ceneral bi lêzanî û pisporîyê di warê karê xwe de tên naskirin", wî ji Diyaruna re ragihand.

Herwiha Kazimî Ceneral Ebdul Wehab Saidî vegerand û pileya wî bilind kir, ku ew kesayeteke serbazî ya navdar e ku jikarderxistina wî ya nişkayî ji Ajansa Dijî Terorîzmê ji alîyê serokwezîrê berê Adil Ebdul Mehdî ve di Îlonê de sedemeke sereke bû ji xwenîşandanên yekemîn ên li Îraqê re. Saidî aniha serokê Ajansa Dijî Terorîzmê ye.

Berdewamkirina şerê dijî terorê

Rikabî got ku tayînkirina van serkirdeyan destnîşan dike ku hikûmeta nû bi awayekî xurt bi pêş ve diçe daku şerê DAIŞê bike û ew "kar dike ku dest bi gelek operasyonan bike daku bi awayekî domdar rêxistinê" tune bike.

Di daxuyanîya xwe ya yekem de piştî ku erkdarîya xwe hilgirt "Saidî soz da ku kar bike "daku welat û welatîyên xwe ji gefên terorî biparêze".

Biryara vegerandin û bilindkirina pileya Saidî mukirhatinek bû bi rola wî û mêrxasîya wî di şerên rizgarkirinê de û bi awayekî berfireh ji alîyê Îraqîyan ve hat pêşwazîkirin, pisporê ewlehî Muhemed Rezaq Rubeyî ji Diyaruna re ragihand.

Rola Kazimî ya berê weke serokekê hewalgirî derfet da wî ku têkilîyan bi hemû fermandarên ewlekarî û serbazî yên di şerê li dijî DAIŞêde bandorbar bûn çêke û biparêze, wî got.

Wî da zanîn ku serokwezîrê nû hewl dide ku sûdê ji pisporîya xwe wergire ku hêzdarî û dijwarîyê di şerê bermahîyên terorîstan û têkbirina wan de biparêze, weke çawa em di pêngavên ewlehî yên berfireh ên aniha berdewam in li gelek deveran dibînin.

Vê xebatê vê dawîyê di wêrankirina hejmareke veşartgehên dijmin û girtin û kuştina fermandarên DAIŞê yên bilind de rol gerand, di nav wan de cîgirê serkirdeyê DAIŞê Hac Teysîr, li gorî Rubeyî.

Wî got ku herwiha ev tayînkirinên nû armanc dikin ku sînorekî ji belavbûna çekên neqanûnî û çalakîyên milîsên çekdar re deynin.

Serxwebûna sazîyên serbazî

Tayînkirinên hikûmetê herwiha tayînkiirna Fermandarê Operasyonên Cezîrê lîwa Qasim Muhemedî, kesayeteke pêşeng bû di şerê li dijî DAIŞê de, weke fermandarê hêzên bejahî hundirand.

Emîd Yehya Resûl, kesayeteke mîdyayî ya navdar di şerê li dijî DAIŞê de, weke peyvdarê fermî yê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar hatibû destnîşankirin.

Tayînkirinên nû "piştgirîya serxwebûna sazîyên ewlehî û serbazî dike û wan ji sîstema kotayê û fişara siyasî û ya partîyan diparêze", şirovekarê warê ewlehî Sefa Asim got.

Daîna kesayetên xwedî dosyayeke mişt xebatên serkeftî di dema şer de "gaveke girîng e û dê xwedî bandoreke erênî be li ser rewşa ewelkarî", wî got û teqez kir ku bermahîyên DAIŞê sûd ji tevlihevîya vê dawîyê û tedbîrên ewlehî yên sist li deverên dûrdest wergirt daku dest bi êrîşine nû bikin.

"Lê belê, bi van guhertinên serbazî yên herî nû, em pêşbînî dikin ku gefa DAIŞê di van herdu mehên tên de were bidawîkirin," Asim got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Musilman

BERSIV BIDE