Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Rûsya û Amerîka şerê li Hesekaya Sûrîyayê "sar dikin"

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Roja 7ê Hezîranê, karwaneke serbazî Amerîkî di bajarokê Dêrikê yê gundewarê rojavayî yê bakur-rojhilatê Sûrî re derbas dibe di dema pêkanîna pageran de li bajarokine Kurdî li nêzî sînorê bi Turkîyayê re. [Delîl Sulêman/AFP]

Roja 7ê Hezîranê, karwaneke serbazî Amerîkî di bajarokê Dêrikê yê gundewarê rojavayî yê bakur-rojhilatê Sûrî re derbas dibe di dema pêkanîna pageran de li bajarokine Kurdî li nêzî sînorê bi Turkîyayê re. [Delîl Sulêman/AFP]

Pagerên Amerîkî û Rûsî yên serbazî yên li bakur-rojhilatê Sûrî dimînin di çend rojên dawî de li parêzgeha Hesekê rastî hev hatin, çalakgerekî herêmî ji Diyaruna re ragihand.

Vê dawîyê herdu alî li bajarokê Dêrikê pêrgî hev bûn dema hêzên Rûsî derbasî devereke li jêr kontrola Amerîkîyan bûn, gaveke ku kanalên medyaya ew weke beşekî hewldana berfirehkirina desthilata alîgirekî rejîmê li herêmê bi nav kir.

Di nav de planên Rûsî ku dê baregehekê li Qesir Dîb li nêzî Dêrikê ava bike, ku hinek raport dibêjin ku Rûsya danûstandin bi rejîma Sûrî re dikir.

Çalakgerê Sûrî Emar Salih ji Diyaruna re ragihand ku hinek malperên medyayî yên herêmî wêne û vîdyoyin der barê dîtina hêzên Amerîkî û Rûsî bi hev re belav kirin û angaşt kir ku wan pagerine hevbeş bi hev re pêk tanî.

Lê wî got ku mesele ne wisa ye.

Salih dîyar kir ku "eger pargerine hevbeş li herêmê hebana, dê kanalên fermî yên hêzên hevpeymanîyê yan ên Rûsî ragihandibana".

Peyvdarê hêzên hevpeymanîya navdewletî eqîd Myles Caggins vê dawîyê dîyar kiribû ku ti pagerên hevbeş di navbera hêzên Amerîkî û Rûsî de tune bûn.

Wî herwiha da zanîn ku herdu alî hevahengîya misyonên xwe bi hev re nakin li bakur-rojhilatê Sûrî, û rûbirûbûna hêzên Amerîkî û Rûsî bi "sarkirina pevçûnan" bi nav kir.

Hêzên Amerîkî gelek caran hêzên Rûsî bi paş de vegerandîne ku hewl dida derbasî herêmên li jêr kontrola wan bibin, û vê dawîyê karwanek ligel hêzên Rûsî çû heya ew ji herêmê derxist.

Li gorî çavkanîyin serbazî li herêmê, ev yek di çarçoveya protokoleke serbazî de pêk hatibû ku dixwest ewlehîyê ji hêzên Rûsî re peyda bike, ku herêm li jêr desthilata hevpeymanîya navdewletî ye, Sailh got.

Wî da zanîn ku "ev jî peyamek bû ku herêm li derveyî desthilata Rûsî ye".

Parastina binesazîya petrolê

Hêzên Amerîkî yên li herêmê dimînin weke beşekî hevpeymanîya navdewletî ya li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li wir in. Ew dixwazin binesazîya petrolê ya li herêmê biparêzin û nehêlin ew bikeve destê rêxistinê.

Li gorî Salih, hebûna hevpeymanîyê li herêmê her wiha dê nehêle ti kesên din jî petrola herêmê keysbaz bikin.

Salih got ku hebûna Rûsî bi awayekî tam li vî beşê Sûrîyayê ne cihê pêşwazîyê ye.

Birêveberê Navenda Ibn Welîd bo Şirovekarî û Lêkolînên Meydanî Mazin Zekî ji Diyaruna re ragihand ku ew çavdêrîya malperên mîdyaya civakî dike bo naskirina nerîn û dîtinên şênîyên bakurê-rojhilatê Sûrîyayê.

Wî da zanîn ku lêkolîna wî nîşan dide ku hêzên Rûsî ne cihê bawerîyê ne, ji ber ku xelk dibîne armanca wan ew e ku destketinên aborî pêk bînin.

Yasaya nû ya Amerîkî ku biryar e heftîya werê bikeve warê bicihanînê de armanc jê ew e sepandina sizayan li ser her kesê ku alîkarîya rejîma Sûrîyayê dike yan rolê di nûavakirina welat de digerîne.

Qanûna Qeyser a Parastina Sivîlên Sûrîyayê ya 2019an bendine darayî li ser rejîmê Sûrî disepîne da "êrîşên xwe li ser xelkê Sûrîyayê rawestîne", û tê payîn kompanîyên Rûsî û yên din jî ku bi rejîmê re didin û distînin siza bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500