Nûçeyên Iraqê
Mafên Jin

Îraq alîkarîya jinên ku ziyan ji terorîzmê gihiştîye wan dike

Xalid Taî

Jineke Îraqî alîkarîya xwarinê di 27ê Nîsanê de werdigire. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Jineke Îraqî alîkarîya xwarinê di 27ê Nîsanê de werdigire. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî gelek gavan diavêje bo piştgirîkirina jinên ziyan ji terorîzmê dîtine, bi rêya mîkanîzmên ku ji dayîna mûçeyan, herwiha berdestkirina qerz û xizmetguzarîyên civakaî pêk tên.

Tevî ku programên alîkarîyê derdên bi hezarên jinên bêwar, jinbî û qurbanîyên tundrewîyê sivik kirine, hîn azar û zehmetîyên xelk jîyan dike mezin in, çalakger û berpirsên Îraqî ji Diyaruna re radighînin.

Ruqeya Mehmûd (Um Alya), jinbîya dîya sê keçan, dora du salan li kampa Geyarayê maye piştî ku mêrê wê li ser destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat kuştin dema ku rêxistinê dest danî ser Mûsilê.

Ew û xweşka xwe vegerîyane mala xwe li beşê rojhilatî yê Mûsilê berî salekê.

Berpirsên Îraqî û biyanî rêyên alîkarîkirina jinên li deverên welat ên ji DAIŞê hatine rizgarkirin nîqaş dikin, di 25ê Adara 2019an de. [Wêne ji malpera Hikûmeta Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsên Îraqî û biyanî rêyên alîkarîkirina jinên li deverên welat ên ji DAIŞê hatine rizgarkirin nîqaş dikin, di 25ê Adara 2019an de. [Wêne ji malpera Hikûmeta Îraqî hatiye wergirtin]

Um Alya, hosteya xwarinê ya zîrek, xwarinan li metbexa biçûk a mala xwe çê dike û wan difroşe zibûnên xwe li taxa xwe, û ew bi dahatên karê xwe keçên xwe xwedî dike.

Tevî ku ew pereyekî kêm der dixe, wê ji Diyaruna re got, dahata ew ji firoştina xwarinê der dixe "ji nebûnê baştir e".

"Mûçeyê min tune ye, xizmên me jî rewşa wan ne baş e" wê got. "Lewra ez hewl didim ku xwe îdare bikim û pêwîstîyên keçên xwe misoger bikim."

Hewcedarî bi alîkarîya mirovî heye

NY texmîn dike ku bi dirêjahîya sala par, dora 3.3 milyon jin û keçên Îraqî alîkarîya mirovî wergirtine -- ev jî hejmareke dijwarîya şopên xerab ên salên şer û terorîzmê li ser jinan nîşan dide.

Jinên Îraqî beşê mezin ji azaran hil digirin Ebîr Çelebî, seroka Desteya jin û Zarokan a Wezareta Kar ragihand.

Piştî şerê li dijî DAIŞê, wê ji Diyaruna re ragihand, rewşa jinê kambaxtir bû, û gelek ji wan bêwar bûn yan jinbî man, û bûn xweyîkerê mlabatên xwe, û ji ber terorîzmê zehmetîyên mezin jîyan kirin.

Çelebî got ku rewşa jinên bêwar "a herî xerab e", ji ber ku rewş li kampan pir kambax e, û jin nayê parastin.

"Jinên ku ji van cihan derketin rewşa wan ne baştir e, û gelek ji wan rewşên sext û zehmet jîyan dikin," wê got.

Wê dîyar kir ku wezaret "xwedan çend programên piştgirîkirin û alîkarîkirina kesên hewcedar e bi rêya alîkarîyên diravî yên mehan ji bi hezarên jinan re, bi taybetî yên ku bûne nêçîra terorîzmê û hejarîyê".

Çelebî got ku alîkarî û qerzên sivik ji jinan re berdest in bo bi wan re alîkar bin ku karên biçûk dabimezrînin, ligel korsên rahînana pîşeyî, tevî ku ev program bi tenê ne bes in bo bidawîkirina azarên jinan.

"Berpirsyarî ne bi tenê li ser milên wezaretekê yan dezgeheke hikûmetê ya dîyarkirî ye lê belê ya parleman e, bi rêya danîna yasayan û aktîvkirina zagonên ku mafên jinê misoger dikin," wê got.

Wê teqez kir ku divê rêxistinên civaka sivîl û sektorê taybet roleke girîng bigerînin, û ew "pir girîng in di bidestanîna pêşketina tê hêvîkirin".

Rewşeke pir zehmet e

Parlemantara berê ya Îraqî, Paskal Werda, ku çalakgereke mafê mirov e, got ku hikûmet gavên baş dide pêş bo piştgirîkirina jinan, "û em dikarin vê yekê bi rêya karê xwe û civînên xwe yên bi berpirsên hikûmetê bibînin".

Pir zehmet e ku tundî û şopên terorîzmê werin çareserkirin, wê ji Diyaruna re ragihand, "ji ber ku gelek sêwî û kesên hewcedarî alîkarîyê hene".

"Heta çi astê ew xizmetguzarî girîng bin, hîn jî ew ji her kesî re ne berdest in, ne jî bandora erênî xuya ye," Werda, seroka Rêxistina Hemûrabî ya Mafê Mirov, ragihand.

Wê teqez kir ku zarokên astender û yên ku bê xweyîker dijîn bi hewcedarê piştgirîyeke bêhtir in.

Wezareta Koçberîyê û Koçberan "hemû hewlên xwe dike bo alîkarîkirinê bi hemû jinan re", Ezîm Hazim, cîgirê birêveberê şaxê wezaretê li Nînewayê ragihand.

Guhlêdana li jinên bêwar û yên vegerîyayî cewherê karê wezaretê ye, wî ji Diyaruna re teqez kir.

Alîkarî û xizmetguzarî bo jinan

Vê salê, wezaretê qerzên biçûk û hêsan dane dora 100 jinên vegerîyayî Mûsilê bo alîkarîya wan bike ku karekî dest pê bikin bo dabînkirina debara jîyana xwe.

Wî got ku ew alîkarî ji zincîrek ji karên dirûtina kincan, kurkirina porê û heta bi vekirina firoşgehên biçûk pêk tê ligel dabînkirina perwerdeya pîşeyî ji jinên ku dixwazin karînên xwe bi pêş bixin re.

Wî daxuyand ku wezaret alîkarîyên pere dide bo piştgirîkirina kesên vegerîyayî, di nav de hejmareke mezin ji jinên ku pêwîstîya wan bi pereyan heye bo jîyana xwe dîsan dest pê bikin û li taxên xwe bi cih bibin.

Wî da zanîn ku têkildarî rewşa jinên bêwar, çavdêrîyeke berdewam ji hêla wezaretê û birêveberîyên kampan ve ji rewşên wan ên civakî, tendirustî û derûnî re heye, ligel dabînkirina pêdivîyên serekî.

Ev yek dabînkirina hawarçûnê, û tevlîkirina wan di programên fêrkarî de dihundirîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500