Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Ji Adarê de, yekem sivîl di êrîşa Rûsî li ser bakur-rojavayê Sûrîyayê de tê kuştin

AFP

Koçberine Sûrî di dawîya kamyonekê de ku bi kelûpelên wan dagirtîye rûdinin û li ser rêya M4 a bilez li Erîha li parzêgeha Idibê ya Sûrî ku di destê opozîsyonê de, 8ê Hezîranê ber bi bakur ve direvin. [Ebdul Ezîz Ketaz/AFP]

Koçberine Sûrî di dawîya kamyonekê de ku bi kelûpelên wan dagirtîye rûdinin û li ser rêya M4 a bilez li Erîha li parzêgeha Idibê ya Sûrî ku di destê opozîsyonê de, 8ê Hezîranê ber bi bakur ve direvin. [Ebdul Ezîz Ketaz/AFP]

Êrîşine asmanî yên Rûsî sivîlek li bakur-rojavayê Sûrîyayê Sêşemê (9ê Hezîranê) kuşt, ku yekem rewş e ji çaxê agirbest berîya sê mehan hatiye ragihandin, li gorî rêxistineke şer dişopîne.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku berî berbangê balafirên Rûsî dora 15 êrîşên asmanî li ser bajarok û gundên parêzgeha Idlibê pêk anîn.

Rêveberê Rewangehê Ramî Ebudul Rehman dîyar kir ku êrîşan hişt sivîlek li gundê Beylûn were kuştin -- yekem sivîl ku ji ber êrîşeke asmanî dimire" ji agirbesta Adarê ve.

Herêma Idlibê warê sê milyon kes e, ew jî dawîn asêgeha opozîsyona Sûrî ya sereke ye piştî neh salên şerê navxweyî yê wêranker.

Êrîşeke hikûmî ya bi piştevanîya Rûsîyayê di navbera Kanûna Yekem û Adarê de hişt nêzî milyon kes ji herêmê koç bibe.

Di 6ê Adarê de agirbestek pêk hat û heya radeyeke mezin şer rawestîya lê serokê rejîma Sûrî Beşar Esed soza vegerandina herêmê bi temamî da.

Rewangehê destnîşan kir ku vê mehê Rûsya dîsa dest bi êrîşên asmanî kir û Duşemê beşine Idlib û parêzgeha Hemaya cîran bi dehan êrîşên asmanî kirin armanc.

Rejîm ji êrîşê bi paş de vedigere

Duşemê, şaxekî Qaîdayê êrîşek bir ser hêzên rejîmê li bakur-rojavayê Sûrîyayê, di encamê de pevçûn derketin û 19 çekdarên bi ser hikûmetê û 22 tundrew hatin kuştin.

Rewangehê herwiha got ku komên tundrew "bi serkêşîya Huras el-dîn êrîşek li ser du gundên Sehl el-Xab," ya girêdayî parêzgeha Hemayê, pêk anîn.

Ebdul Rehman anî ziman ku wan heya demekê gundên Fetetra û Menara bi dest xistin, lê hêzên rejîmê ew di nava çend saetan de li gel êrîşên asmanî yên Rûsî û bomebaraneke dijwar vegerandin.

Ajansa Nûçeyan SANA ya bi ser rejîmê ve jî ragihand ku êrîşek li ser "du xalên artêşê" pêk hatiye û da zanîn ku ew jî bi "otombêlên bomebarkirî û kesine xwekuj" bû.

Li ser zimanê çavkanîyeke serbazî, ajansê destnîşan kir ku rewş aniha di bin kontrolê de ye piştî tundrew li jêr guleyên rejîmê bi paş de vegerîyan.

Huras el-dîn komeke çekdar biçûk e, lê ji hêla çekdarî ve bihêz e û bi pêşengîya şopdar û dilsozên Qaîdayê ye.

Ew rikberekî Tehrîr el- Şam e , ew jî komeke tundrew e ku endamên berê yên Enîya Nusrayê ya girêdayî Qayîdayê wê bi rê ve dibin -- tevî hevkarîya van herdu koman hinek caran.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500