Artêşa Îraqî Duşemê (8ê Hezîranê) ragihnad ku mûşekek li erdê balafirgeha Bexdayê ketiye, li cihê ku hêzên Amerîkî lê belav dibin, weke êrîşeke din li ser berjewendîyên Amerîkî yên li Îraqê.
Li gel sivikbûna êrîşên mîna vê ku Cotmehê dest pê kiribûn, êrîşa dawî jî berî danûstandinên Îraqî-Amerîkî yên weke beşekî "diyaloga stratejîk" bi sê rojan hat ku di nav de dê siberoja hevkarîya serbazî jî were nîqaşkirin.
Berpirsekî ewlekarî ji AFP re ragihand ku êrîş "çi ziyan an xerabî bi xwe re neanîye".
Balafirgeha Bexdayê ya Navdewletî ji ber rêkarên li dijî Koronayê hatiye girtin, ku heya niha 13,000 rewşên pêketî hene û ji wan 400 kes mirine.
Berdana mûşeka Duşemê jî, êrîşa 29an bû ku li dijî hêzên Amerîkî yan dlplomatîk ji Cotmehê ve pêk hatine.
Tu alîyî ev yek negirt ser xwe, lêWaşington komên çekdar ên piştevanîya xwe ji Îran û Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê werdgirin tawanbar dike.
Kanûna Duyem, droneke Amerîkî fermandarê Feyleqê Qudis yê bi ser Pasdaran ve Qasim Silêmanî li nêzî balafirgeha Bexdayê kuşt, tiştê hişt tengijîneke nû di navbera Waşington û Tehranê de derbikeve.
Weke bersiv jî, parlamena Bexdayê deng da ku êdî hemû leşkerên bîyanî ji erda Îraqê derkevin, lê biryar qet bi cih nehat.