Nûçeyên Iraqê
Aborî

Desthilatdarîya Esed a 20-salî, ji Bihara Şamê bo serokekî bê rewatî

AFP, ligel Welîd Ebul Xêr ji Diyaruna

Ciwanekî Sûrî wêneyeke karîkator a serokê rejîma Sûrî Beşar Esed û serokê Rûsî Vladimir Putin bilind dike dema ku ew tevlî xwenîşandanekê dibe li bajarê Idlibê bo şermezarkirina êrîşa rejîma Sûrîyayê û Rûsyayê li ser parêzgeha bakurî di 21ê Sibatê de. [Muhemed al-Rîfaî/AFP]

Ciwanekî Sûrî wêneyeke karîkator a serokê rejîma Sûrî Beşar Esed û serokê Rûsî Vladimir Putin bilind dike dema ku ew tevlî xwenîşandanekê dibe li bajarê Idlibê bo şermezarkirina êrîşa rejîma Sûrîyayê û Rûsyayê li ser parêzgeha bakurî di 21ê Sibatê de. [Muhemed al-Rîfaî/AFP]

Hatina serokê Sûrîyayê Beşar Esed bo desthilatê piştî sê dehsalan ji desthilata bavê wî ya serkutker hêvî bi çesipandina demokrasîyê anî holê. Lê piştî 20 salan, Sûrîya îzolekirî ye û cengê ev ji hev xistiye.

Welatê ku ji ber paşveçûna aborî, sizayan û neh salan ji şer diherife, Sûrîya êdî pir dûr e ji dîdgeha ku Esed wê çaxê qala wê dikir, dema ku ew çû ser kursîyê serokatîyê piştî mehekê ji mirina bavê wî Hafiz di 10ê Hezîrana 2000an de.

"Nîgeranîyeke berfireh di qonaxên destpêkê de hebû, ji ber ku Sûrîya tu rewşeke veguhestina aştîyane ya desthilatê di nava çend dehsalan de nedîtibû û Hafiz Esed ji alîyê gelek xelkê ve naskirî bû," Feysel Îtanî ji Navenda Siyaseta Cîhanî ragihand.

Lê "ev hemû rewş aram bû dema ku Beşar hate pêş û soza serdema nûjenî, bayexa bi ciwanan û vebûna li ser cîhanê da".

Xelk li pêşya dermanxanekê ye piştî ku herifîna lîreya Sûrî hişt ku hinek derman êdî li bazarê peyda nabin û nirxên dermanên berdest pir bilind bûne. [Wêne ji Syrian Reporter hatiye wergirtin]

Xelk li pêşya dermanxanekê ye piştî ku herifîna lîreya Sûrî hişt ku hinek derman êdî li bazarê peyda nabin û nirxên dermanên berdest pir bilind bûne. [Wêne ji Syrian Reporter hatiye wergirtin]

Ev ofîsa guhertina diravan û veguhestina pereyan li Dêra Zorê ji hêla rejîma Sûrîyayê hatiye girtin. [Wêne ji Sada al-Sharqiya hatiye wergirtin]

Ev ofîsa guhertina diravan û veguhestina pereyan li Dêra Zorê ji hêla rejîma Sûrîyayê hatiye girtin. [Wêne ji Sada al-Sharqiya hatiye wergirtin]

Bi sûndxwarina di temenê 34 salî de, doktorê çavan ê ku li Londonê xwendina xwe qedandibû serdema rêformxwazekî dest pê kir ku dikare polîtîkayên Sûrî bi awayekî bingehîn biguhere bi rêya lîbralîya aborî û başkirina pêwendîya bi welatên Rojava re.

Di demeke kurt de piştî ku ew bi rêya rapirsîyeke ku ew yekane kandîd bû hat hilbijartin, Sûrîyayê tevgereke balkêş a jîyana siyasî û lidarxistina çalakîyan dît, piştî dora 40 sala ji rewşa awarte.

"Beşar Esed xwedan kesayeteke pir cuda bû ji kesayetên din ên payebilind ên rejîmê," xebîrê Sûrî Danyêl Nîp, profîsorê yarîder di Zanîngeha Georgetown de got.

"Li welatekî ku tu vekirina siyasî yan ya aborî ya girîng di dehsalekê lê nehatibû dîtin, hatina Beşar bo serokatîyê nîşaneke rîforma ku xelk ji mêj ve li bendî wê bûn da" Nîp got.

"Ramanên lîbralîzmê zû mirin"

Di Îlona 2000an de, dora 100 rewşenbîran bang bo çaksazîyan kirin, di nav de bidawîkirina rewşa awarte, çespandina azadîyên giştî û pirrengîya siyasî, ku navê Bihara Şamê li vê bangê hat kirin

"Ramana ku Beşar kesekî azadîxwaz e zû mir," Îtanî got.

Di havîna 2001ê de, wî opozîsyon serkut dikir. Soza aborîya azad jî ji nav çû piştî ku hemû saman ketin destên hevrêyên wî di rejîmê de.

"Projeya Beşar a bi navê 'aborîya bazara civakî' bû formeke kirêt a gendelîyê di nava kesên pir nêzîk ji Beşar de," Îtanî da zanîn.

"Cudahîya li ser asta çînan hîn kûrtir bû û gelek xelk ji çîna navîn û komelgehên gundnişîn pir hejar bûn."

Serkutkirina hovane ya xwenîşandanên li dijî hikûmetê di sala 2011an de, û şerê ku heta aniha 380,000 kes kuştine û bi milyonan bêwar kirine, rewatîya wî ya navdewletî nehişt.

Pakêtek ji sizayên aborî yên ji hêla Amerîka û Yekîtîya Ewropayî ve, ku dê ya herî dawî vê mehê bikeve warê bicihanînê de, hişt ku qeyrana aborî kûrtir bibe.

Piranîya civakê di hejarîyê de ne, û lîreya Sûrî pir gelekî li hember dolar kêm bûye, ku vê yekê hişt kupêleke nû a dijberîyê peyda bibe li deverên li jêr destê rejîmê ûtundûtûjî li deverên li derveyî desthilata Esed berdewam dikin.

Aborîya Sûrîyayê hatiye veçirandin

Aborînasê Sûrî Mehmûd Mustefa ji Diyaruna re ragihand kunirx pir bi lez bilind dibin li hemû deverên li jêr kontrola rejîma Sûrî, firoşgeh tên girtin û êdî gelek pidivîyên serekî li bazaran tune ne.

Wî got ku mirov bi tenê dikare bibêje ku ev bilindbûna dawî ya nirxan "dîn û şêtane ye", û da zanîn ku nirxên hinek pêdivîyan bi rêjeya 300% bilind bûne.

Hevem nirxê yek dolarî 3,000 lîre derbas kiriye û li hinek deveran gihiştîye 3,500 lîreyan.

Mustefa got ku van nirxan hişt ku êdî bazirgan nema pêdivîyan daxin bazaran, û da zanîn ku firoşgehên hemû tiştî, bi taybetî yên xwarinê, dergehên xwe girtine, û ev yek qedera gelek nangehan bû.

Wî dîyar kir ku ev bilindbûna herî dawî ya nirxan hişt ku piranîya Sûrîyan li jêr xeta hejarîyê bin û êdî hêza kiryarîyê pir kêm bûye.

Wî got ku hevdem ligel vê rewşê rejîma Esed tu "gav bo rawestandina zûdebûna nirxan nedaye pêş", belê li şûna vê yekê, rejîmê biryar daye ku ofîsên guhertina diravan û veguhestina pereyan bigire, ku ev yek ziyanê li çalakîya aborî dike.

Wî daxuyand ku vê yekê hişt ku veguhestinên mehane ji diravên biyanî yên ji alîyê rewnda Sûrî ve tên, ên ku bi hezarên malbatan xwe dispêrin wan werin rawestandin, û qebareya diravên biyanî yên li markêtan berdest e bo sifir kêm kiriye.

Û herwiha hişt ku buhayên tiştan bilind bibin ûû nirxê lîreyê pir kêm bibe.

Mustefa got ku ev rewş êdî bandorê li bingeha piştgirên rejîmê dikin, ku êdî dijberî û nerazîbûn li deverên li jêr kontrola rejîmê jî têne holê, mîna Kaziqiya û Şamê, herwiha parêzgehên Deraa û Swêdayê li başûrê Sûrîyayê.

"Binketineke aborî û stratîjî"

Sûrîya rewşa xwe mîna hêzeke herêmî li jêr serokatîya Esed ji dest da û aniha bi tenê bi awayekî berfireh pişta xwe bi Rûsya, Îran û milîsên ku Tehran piştîvanîya wan dike, di nav de Hizbulaha Lubnanî, girê dide.

"Hafiz hertimî Sûrî ji destêwerdana derve parastibû. Beşar pişta xwe bi temamî bi destêwerdana hêzên biyanî girê da bo rejîma xwe hevgirtî bihêle" Nîp got.

"Tiştê em dibînin pir xerîb e, û şêwazeke parçebûyî ji desthilata siyasî ye ku di siyaseta Sûrî ya modêrn de qet nehatiye dîtin."

"Sûrîyaya Beşar Esed binketineke aborî û stratîjî ye," îtanî got, û texmîn kir ku di dehsala sêyem a desthilatdarîya wî de, dê welat "şêwazeke hejarakî ji welatê berê be".

Nakokî herwiha dê hevbendîyên heyî lawaz bikin, mîna ku vê dawîyênakokî di navbera Esed û kurê xalê wî Ramî Mexlûf de derketin, ku meha dawî dewletê biryar da dest deyne ser samanên wî.

"Beşar mîna Hafiz e di hewldan û karîna xwe de bo parastina hevgirtina rejîma xwe," Îtanî got. "Lê ew ne kêrhatî ye û ne jî mîna Hafiz bi şens e."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500