Nûçeyên Iraqê
Ol

Weqfa Sunî ya Îraqî dergehên 4 mizgeftan dîsan vedike

Xalid Taî

Saed Kembeş, serokê Ofîsa Weqfa Sunî, di merasîmên vekirina mizgefta Sûr el-Kebîr li devera Bexdaya Nû, ku roja 7ê Hezîranê hatibû lidarxistin, diaxêve, mizgeft di her heşt salên dawî girtî bû. [Wêne ji Ofîsa Weqfa Sunî hatiye wergirtin]

Saed Kembeş, serokê Ofîsa Weqfa Sunî, di merasîmên vekirina mizgefta Sûr el-Kebîr li devera Bexdaya Nû, ku roja 7ê Hezîranê hatibû lidarxistin, diaxêve, mizgeft di her heşt salên dawî girtî bû. [Wêne ji Ofîsa Weqfa Sunî hatiye wergirtin]

Çar mizgeft li deverine cuda yên Bexdayê ku ev çend sal bûn ku ji ber sedemên ewlehî girtî bû dîsan dergehên wan tên vekirin, Ofîsa Weqfa Sunî ya Îraqî Duşemê (8ê Hezîranê) ragihand.

Hinek mizgeft ev dehsalek bû ku girtî bûn ji ber rewşa ewlehî ya neseqamgîr, serokê Ofîsa Weqfa Sunî ya Îraqî Saed Kembeş ji Diyaruna re ragihand.

Mizgeftên hatine vekirin ev in: mizgefta Hemza li Xezalîyayê, mizgeftên Seda el-Neîm û Mustefa li taxa Şaeb.

Mizgefta Sûr el-Kebîr li devera Bexdaya Nû Yekşemê hat vekirin û banga nimêjê lê hat bilindkirin, ku ev yekem car bû di heşt salên dawî de.

Îraqî li mizgefta Seda el-Neîm li taxa Şaeb li Bexdayê nimêj dikin, ku ev yek ji gelek mizgeftan e ku vê dawîyê dîsan hatine vekirin piştî ku bi salan ji ber sedemên ewlehî girtî bûn. [Wêne ji Ofîsa Weqfa Sunî hatiye wergirtin]

Îraqî li mizgefta Seda el-Neîm li taxa Şaeb li Bexdayê nimêj dikin, ku ev yek ji gelek mizgeftan e ku vê dawîyê dîsan hatine vekirin piştî ku bi salan ji ber sedemên ewlehî girtî bûn. [Wêne ji Ofîsa Weqfa Sunî hatiye wergirtin]

Tundîya tayifgerî ya ku di salên 2005 û 2008an de welat da ber xwe hişt ku bi dehên mizgeftan ji ber tirsa rastî êrîşan werin hatin girtin.

Kembeş got ku hîn dora136 mizgeftên girtî li Bexdayê û parêzgehên başûrî û navîn hene, mîna Diyala, Besra û Meysanê.

"Lê em dê van mizgeftan yek bi yek vekin piştî ku beşên endazyarî yên Ofîsa Weqfa Sunî ya Îraqî çaksazî û nûkirinên pêwîst encam dan," wî got.

"Heftîya dahatî, em dê mizgefta Zehra li parêzgeha Diyalayê vekin," wî eşkere kir.

"Mirina tayifgerîyê"

Kembeş got ku tu rêgir an zehmetî li pêş dîsan vekirina perestgehan tune ne, ji ber ku rewşa ewlehî pir baş û seqamgîr e "û Îraqê ew heyama reş ji dîroka xwe li pey xwe hiştîye".

"Îroj, bi vekirina van mizgeftan, me mirina bi yekcarî ya tayifgerîya kînbar û çespîna aştî, yekîtî û lihevhatina civakî îlan kir," wî got.

"Rewşa welatê me baş e û êdî tiştek gefê li şîrazê civaka me nake û nikare me parçe bike," wî got.

Dê bangên nimêjê bilind bibin lê dê nimêj neyên lidarxistin ji ber rêkarên li dijî belavbûna vayrûsa koronayê ya nû (COVID-19).

Kembeş da zanîn ku Weqfa Sunî kar li ser nûkirina mizgeftên ku li ser destê komên terorîst hatibûn wêrankirin dike li parêzgehên Nînewa, Enbar û Selahedînê, û bayexê dide yên dîrokî.

"Ev ji me re berîtîyeke, tevî qeyrana aborî li Îraqê, ku şopa wê li ser planên me yên di vê derbarê de hebû," wî got.

Wî da zanîn ku şerê li dijî terorîzmê û îdyolojîya tundrew beşekî bingehîn ji xebata Ofîsa Weqfê pêk tîne.

Wî got ku ofîs wane û semînaran li dar dixe û nameyan arasteyî raya giştî dike bo bilindkirina asta têgihiştinê derbarê hewcedarîya bi şopandina gotarên nerim û bi nepejirandina tundîyê û terorîzmê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500