Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq piştevanîya hevpeymanîyê di şerê li dijî DAIŞê de bilind dinirxîne

Xalid Taî

Nûnerên welatên endam ên hevpeymanîyê 14ê Mijdara 2019an bo nîqaşkirinan şerê li dijî DAIŞê kom dibin. [Wêne ji Wezareta Derve ya Amerîkayê ve hatiye wergirtin]

Nûnerên welatên endam ên hevpeymanîyê 14ê Mijdara 2019an bo nîqaşkirinan şerê li dijî DAIŞê kom dibin. [Wêne ji Wezareta Derve ya Amerîkayê ve hatiye wergirtin]

Endamine hevpeymanîya navdewletî ya li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Pêncşemê (4ê Hezîranê) civîneke bi rêya vîdyoyê li dar xist da teqezîyê li ser berdewamkirina şerê li dijî DAIŞê li Îraq û Sûrîyayê bikin.

Nûnerine ji 31 welatan yên li civîna bi rêya vîdyoyê amade bûbûn ku ji alîyê Amerîka û Îtalyayê ve hate birêvebirin teqez kir ku hewcedarî her bi amadekirina rewşên têkbirina DAIŞê heye.

Wan di daxuyanîyeke hevbeş de got, ev dimîne "merema tekane ya hevpyemanîya navdewletî di rêya xebateke gişgir û piralî re".

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di konferansê de got, "şerê me li dijî DAIŞê berdewam e, û dê di siberoja li pêşîya me de be. Em nikarin rawestin".

Hêzên Îraqî 4ê Hezîranê operasyoneke ewlehî ku paşmahîyên DAIŞê li çiyayên Mexmûrê li bakurê Îraqê armanc dikir, bi piştevanîya balafirên hevpeymanîyê pêk anî. [Wêne ji Ajansa Dijî-Terorîzm a Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî 4ê Hezîranê operasyoneke ewlehî ku paşmahîyên DAIŞê li çiyayên Mexmûrê li bakurê Îraqê armanc dikir, bi piştevanîya balafirên hevpeymanîyê pêk anî. [Wêne ji Ajansa Dijî-Terorîzm a Îraqî hatiye wergirtin]

Wî anî ziman ku "divê em şane û torên DAIŞê ji kokê ve rakin û vê karî berdewam bikin û divê em alîkarîyê bidin da aramîyê li deverên rizgarkirî li Îraq û Sûrîyê pêk bînin".

AFP ragihand ku, li gorî Wezareta Derve ya Amerîkayê, îsal piştevanîya darayî ya hevpeymanîyê heya niha $200 milyon dane hev, ku ev kêmî armanca wê ye.

Pompeo dîyar kir ku "rast e nexweşîya [Vayrusa Koronayê ya nû] fişareke mezin li hemû budceyên me dike, lê em welatên we han didin ku soza me bi bêhtir ji 700 milyon dolar bo 2020an bi cih bînin".

Amerîka soza dayîna 50 milyon dolar bo bakur-rojhilatê Sûrî da herwiha 100 milyon dolar bo piştevanîkirina Îraqê jî.

Piştevanîya hevpeymanîya navdewletî

"Em bi nirxin dibînin û baş nirx didin rola hevpeymanîya navdewletî ku alîkarîya me di şerê DAIŞê de dike", parlamenterê Îraqî Şêrko Mîrwîs, ku serokatîya komîteya têkilîyên derve yên parlamenê dike got.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku welatên hevpeymanîyê hiştin "gefa terorîstan ji ser welatê me rabe, aramî were parastin û siberojeke geş û ewle misoger bibe".

Mîrwîs anî ziman ku "divê em çalakîya xwe biparêzin," teqez kir jî ku piştevanîya hevpeymanî ji operasyonên serbazî yên Îraqî re pêşkêş dike da paşmahîyên DAIŞê bikin armanc-- taybet piştevanîya hewalgirî û asmanî-- divê berdewam bike.

Mîrwîs partîyên sîyasî yên Îraqî hand da ku "refên xwe bikin yek û pirsgirêkên xwe çareser bikin", ku dibêje ev yek kilîta "rûbirûkirina terorîzmê û nûavakirina welat e".

Ji çaxa ew di Îlona 2014an de hatiye avakirin, hevpeymanîya navdewletî ya ji 82 endaman pêk tê alîkarî di derxistina DAIŞê de ji erdên ku li Îraq û Sûrîyayê kontrol kiribû.

Ji piştevanîya leşekerî ya yekser zêdetir, hevpeymanîyê nêzî 225,000 endamên ewlehîya Îraqî perwerde kirine, û bi $4 milyar alavên leşkerî pêşkêşî hevkarên xwe li Îraq û Sûrîyayê kirine.

Wê herwiha piştevanî da xebatên xizmetguzarîyên giştî bo niştecihên herêmî û xurrtkirina aramîyê li deverên rizgarbûyî.

"Xebatên hevpeymanîyê yên binirx ji herkesê ku rojevê dişopîne xuya ye", şarezayê warê ewlehî Mihemed Rubeyî wiha ji Diyaruna re got.

Wî daxuyand ku hevpeymanîyê şeş salan piştevanî daye artêşa Îraqî di şer li dijî DAIŞê de li gel parastina asmanî û hewalgirîyên der barê çalakî û tevgerên milîsan, herwiha alîkarî daye artêşê da karînên xwe bi pêş bixe.

Rubeyî got"di encama vê hevkarîyê de, me karî bajarên xwe rizgar bikin û hîna em li gel hevpeymanîyê kar dikin da veşartgehên DAIŞê wêran bikin, şanên wê derxînin û çavkanîyên darayî yên rêxistinê tune bikin".

Wî destnîşan kir ku tevî van serkeftinan jî, hîna paşmahîyên DAIŞê gefan dixwin, ku rêxistinê êrîşên xwe di meha Remezanê de bilind kiribûn di dema ku welat bi nexweşîya cîhanê daketibû.

Rubeyî anî ziman ku "berdewamkirina operasyonên DAIŞê, heta ku sînordar bin jî, berdewamkirina fişara serbazî û hevahengîya bi hevpeymanîyê re dixwaze da em karibin van komên biçûk têk bibin".

Êrîşên hevpeymanîyê DAIŞê dikin armanc

Daxuyanîyeke fermî got ku balafirên hevpeymanîya navdewletî Pêncşemê 26 êrîşên asmanî pêk anîn û di encamê de 46 şikeftên çiyayî li Qereçoxê li navçeya Mexmûrê hatin wêrankirin, û 19 endamên DAIŞê ku xwe di hundirê wan de vedişartin hatin kuştin.

Ji Mjidarê ve, hevpeymanîyê bêhtirî 1,000 operasyon li dijî DAIŞê pêk anîne, ku her meh bi rêjeya navendî 100 operasyon ji destpêka vê salê de pêk hatine.

"Hevpeymanîya navdewletî xwedî karînên asmanî û serbazî yên pêşketî ye ku dest jê nabin û bo têkbirina DAIŞê pêwîst in", şarezayê warê sebazî Celîl Xelef ji Diyaruna re got.

Xelef hişyarî da ku paşmahîyên DAIŞê vê dawîyê dest bi komkirina rêxistinê li deverên biyabanî û çiyayî kiriye.

"Me gelek destkeftî bi hevkarên xwe re bi dest xistin, di serî de û berî her tiştî Amerîka, ku rê li ber berfirehbûna wê li Îraq û cîhanê girt," wî da zanîn. "Divê xebatên me yên hevbeş bo têkbirina paşmahîyên rêxistinê ranewestin".

Xelef destnîşan kir ku perwerdekirin û çekkirina ji alîyê hevpeymanîya navdewletî tê pêşkêşkirin hişt hêzên Îraqî amade bin, "ku ev yek dihêle ew îrorojî bêhtir xwedî karîn û jêhatî bin û karibin bi gefên terorîstan re bidin û bistînin".

Wî got "ji bo me baş e ku em hevkarîya xwe bi hevpeymanîyê re xurt bikin û em hêvî dikin ku hikûmeta Îraqî ya nû ber bi vê hevkarîyê ve biçe".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500