Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Atomsfera şer êdî divegere herêma Idlibê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarên Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê li xaleke li pêş li heberî hêzên rejîma Sûrîyayê ne. Komê Cebel Zawîyê weke qadeke şer ragihand, û sivîl jê derxistin. [Wêne ji Nûçegehanê Idlibê hatiye wergirtin]

Di rojên dawî de, atmosfereke şer bi xurtî vegeraye herêma Idlibê ya li bakur-rojavayê Sûrîyayê, ku êrîşine asmanî nû û pêleke koçberîyê ya nû hatine dîtin, çalakgerekî herêmî Pêncşemê (4ê Hezîranê) ragihand.

Şeva Sêşemê, êrîşên asmanî yên Rûsî û bomebaran rejîma Sûrî ya giran li ser deverekê li derdora parêzgeha Laziqiye, Hema û Idlibê dewam kirin, çalakgerekî ji Idlibê bi navê Museb Esaf ji Diyaruna re got.

Wî got ku koçberên sivîl ku vê dawîyê vegerîyabûn malên xwe careke din revîyan, ku berê xwe dan herêmeke hema hinekî ewletir li nêzî sînorê Turkîyayê.

Wî destnîşan kir ku "rûdanên vê dawîyê atomsfera şer dîsa bi xwe re anî," ku careke din bi awayekî berfireh li ba dibe li herêmekê ku hema demekê di aramîyê re derbas bûbû piştî ragihandina agirbestekê di Adarê de.

Çekdarekî Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê li ser rêbendeke pişkinînê li gundewarê başûrî yê Idlibê radiweste, ku alozî li wir bilind dibin. [Wêne ji Nûçegehanê Idlibê hatiye wergirtin]

Çekdarekî Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê li ser rêbendeke pişkinînê li gundewarê başûrî yê Idlibê radiweste, ku alozî li wir bilind dibin. [Wêne ji Nûçegehanê Idlibê hatiye wergirtin]

Dûman ji deverên çandinîyê li nêzî bajarê Maeret Numanê bilind dibe, ku rejîma Sûrî û milîsên girêdayî wê karwanên leşkerî tînin. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Dûman ji deverên çandinîyê li nêzî bajarê Maeret Numanê bilind dibe, ku rejîma Sûrî û milîsên girêdayî wê karwanên leşkerî tînin. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Esaf got ku firokeyên Rûsî devera navbera Cebel Ekrad û Kabîna li parêzgeha Laziqiyê kir armanc, li nêzî sînorê bi parêzgeha Idlib û Hemayê re.

Esaf anî ziman ku di heman demê de, topavêja rejîmê topbaraneke dijwar li ser bajarokê Fitêraya Idlibê û derdora wê pêk anî, her wekî devera Cebel Zawiyê û bajarokê Sefûhîn, Kensfra, Bera û Nacîyê jî kirin armanc.

Wî da zanîn ku operasyona serbazî ne surprîz bû, destnîşan kir jî ku herkes texmîn dike ku rejîm û alîgira wê Rûsya, dixwazinrêya bilez M4 a stratejîk bi dest bixin, ku Laziqiyê bi Helebê ve girê dide.

Şerê li dor Cebel Zawîyê

Esaf got ku derdora 35 gund û bajarok li başûrê herêma Cebel Zawîyê hene, ku hîna hebûneke mezin a çekdarên opozîsyonê li wir heye.

Ev jî dibe kelemek li pêşîya armanca rejîmê ya misogerkirina ewlehîya rêya M4.

Çalakger û rojnamevanên herêmî rejîm û milîsên alîgirên wê şopandin, bi taybet ên Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê piştevanîya wan dikin, ku çekdarine din û alavên lojistîk û serbazî anîn.

Esaf dîyar kir ku wan ev yek weke nîşaneyeke operasyoneke serbazî nû pênase kir.

Wî da zanîn ku rojane şer û pevçûnên biçûk di navbera komên opozîsyonê û hêzên rejîmê de çêdibin li gel hewldanên pêşketinê yên dubare ji herdu alîyan.

Esaf got ku herdu di amadebaşîyê de ne û herduan jî karwanên leşkerî anîne.

Enîya Rizgarkirina Sûrîrewşa awarte bo çekdarên xwe ragihand, herwiha Cebel Zawîyê weke herêmeke serbazî bi nav kir û bang li sivîlan kir ku nêzî wê nebin.

Wî dîyar kir ku gelek bajarok li vê herêmê hene, di nav de Benîn, rêya Ferkiya, devera Mecreşa, Mezaf û Kadûra.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500