Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Hikûmeta Îraqî lêpirsînê di çarenivîsa kesên revandî dike

Faris Omran

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî civînek di 17ê Gulanê de ligel gelek berpirsên di Wezareta Karê Hundir de li dar xist, ku tê de daxwaza lêpirsîneke lezgîn derbarê çarenivîsa wan kesên ku di şerê li dijî DAIŞê de winda bûne kir. [Ofîsa mîdyayê ya serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî civînek di 17ê Gulanê de ligel gelek berpirsên di Wezareta Karê Hundir de li dar xist, ku tê de daxwaza lêpirsîneke lezgîn derbarê çarenivîsa wan kesên ku di şerê li dijî DAIŞê de winda bûne kir. [Ofîsa mîdyayê ya serokwezîr hatiye wergirtin]

Piştî çend salan ji paşguhkirina pirsa kesên "bi zorê hatine winadakirin", hikûmeta nû ya serokwezîr, Mustefa Kazimî îlan kir ku ew dê lêpirsînê derbarê çarenivîsa bi hezaran kesên ku ji 2015an ve hatine revandin bike.

Cihê ku bi hezarên Îraqîyan ku bi zorê di şerên rizgarkirina welat ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) lê hatine windakirin dimîne nenaskirî û malbatên wan daxwaza persivan dikin.

Kazimî di 17ê Gulanê de ferman da ku lêpirsînê derbarê çarenivîsa van kesan bi lez bikin di civîneke ku bi berpirsên Wezareta Karê Hundir re li dar xist.

Komên çekdar ên Hêzên Heşda Şebî yên ku Îran piştgirîya wan dike bi revandina sivîlan ji parêzgehên rizgarkirî û girtina wan di cihine nepenî de bersûc kirin.

Parlementerê Îraqî yê berê Taha Lehîbî got ku "bi hezaran sivîl li ser destên milîsên Îran piştgirîya wan dike hatine revandin, nemaze ketaib Hizbullah, a ku wê tenê xala pişkinînê ya Rezazayê ya [ewlehî] li parêzgeha Enbarê bin pê kir û dora 2,000 sivîl revandin û ew birine zindanine nepenî û navendên girtinê li bajarokê Curf el-Sexr".

"Ev kesên revandî di şerên rizgarkirinê de di salên 2016an û 2017an de ji ber DAIŞê reviyan lê ketin destên milîsên alîgirê Îranê," wî ji Diyaruna re ragihand.

Hewcedarî bi lêpirsînan heye

Wî got ku hewcedarî bi lêkolîn û lêpirsînên tevgir heye ku werin bicihanîn daku çarenivîsa kesên revandî nas bikin, û teqez kir ku hewcedarî bi çêkirina komîteyeke serbixwe heye bo şopandina rastîyê ku dûrî hejmûna milîsan be.

Parlementê Îraqî Kerîm Eftan Cumêlî got ku banga Kazimî bo lêpirsînê "jêdereke geşbînîyê" ye.

"Ev cara yekem e ji çaxa bidawîbûna şerê li dijî DAIŞê ku bi awayekî zelal tê îlankirin ku ev pirs dê were çareserkirin," wî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Ev nîşan dide ku nêteke rast ji alîyê hikûmeta nû ve heye ku [ew kesên bi zorê hatine windakirin] bibîne û dawîyekê ji êşa malbatên wan re deynin," wî got.

Wî got ku berî vê parlemanê lîsteyek bi navên kesên revandî û cihê wan ê dawî yê hat naskirin ji hikûmeta berî vê re pêşkêş kirin, "Em bendewarîyê dikin ku lêkolînên derbarê cihên wan dest pê bikin, lê bê fêde."

"Em aniha gelekî bi hêvî ne ji ber Serokwezîrê aniha serokê ajansa hewalgirîyê bû û ew mirovekî ewlehî ye ji ber vê yekê ew dê berîtîyê bide vê dozê," Cumêlî anî ziman.

"Em dê piştgirîya çi lêkolînên pîşedar bikin ên ku dê me ber bi rastîyê ve bibin,"wî teqez kir.

Bêhtir ji 1,200 tekekesan ji bajarokên Seqlawîya û Secarê li parêzgeha Enbarê hatin revandin, û hejmareke mezin ji Bzêbiz, Curf el-Sexr, Yesrub û Mûsilê.

Kifşkirina komgoran di dawaîya sala par de hişt ku tirs çêbibe ku gelek ji kesên windayî ji alîyê komên çekdar ve yên dervey qanûnê hatibin kuştin.

Kanûna par, çar komgorên ku bermahîyên bi dehan kesên cil û bergên sivîl li wan in dihewînin, li rojhilatê Felûcayê, hatin dîtin, nêzî cihê ku hin kesên revandî cara dawî lê hatin dîtin.

"Wî çaxî, me xwest ku nimûne werin standin [bo encamdana testa DNA] û naskirina laşan lê me heta aniha tu encam bi dest nexistine," Cumêlî got.

Alîkarîya navdewletî

Pirsa "kesên bi zorê hatine windakirin" beşek ji pezila mezintir e ya kesên windayî, herwekî ku Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Mafên Mirov a Îraqê aniha "8,000 gazin" ji malbatên ku heskerîyên wan hatine windakirin ligel wê hene, peyvdarê misyonê Elî Beyatî ji Diyaruna re ragihand.

Bo pêşketineke bi temamî di vê pirsê de, divê "karekî dezgehîyane yê zexm" were pêkanîn bi armanca ku "databêzeke tevgir û navendî ji hemû girtî û zindaîyan re çêke", wî got.

Wî got ku herwiha hewcedarî heye ku bêhtir kar were kirin "bo çareserkirina pirsa komgoran çareser bikin û çarenivîsa wan kesên windayî nas bikin".

Wî banga "xebatên hevahengî bi ajansên navdewletî û Interpol re kir bo dîyarkirina çarenivîsa wan kesên weke windayîyan hatine tomarkirin, ên ku ji alîyê DAIê ve hatin birin û ber bi deverine nenaskirî ve dervey welat hatin guhestin an ên tevlî DAIŞê bûn û reviyane welatine din".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500