Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Yekemîn êrîşên asmanî yên Rûsî piştî sê mehan li bakurê rojavayê Sûrîyayê dixin

AFP

Wêneyeke di 5ê Adarê de hatiye kişandin teqîneke piştî êrîşên asmanî yên Rûsî li ser gundê Berayê li beşê başûrî ji parêzgeha Idlibê nîşan dide. [Omer Hac Xedûr/AFP]

Wêneyeke di 5ê Adarê de hatiye kişandin teqîneke piştî êrîşên asmanî yên Rûsî li ser gundê Berayê li beşê başûrî ji parêzgeha Idlibê nîşan dide. [Omer Hac Xedûr/AFP]

Êrîşên asmanî yê Rûsî bo yekem car li asêgeha dawî ya opozîsyonê li Sûrîyayê xist ji çaxê ku agirbestekê di Adarê de dest pê kir , Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov roja Çarşemê (3yê Hezîranê) ragihand.

Rewangehê got ku êrîşên asmanî yn Rûsî di êvara Sêşemê de û di berbanga Çarşemê de li deverekê li bakurê rojavayê Sûrîyayê xist,ku tixûbên parêzgehên Hema, Idlib û Laziqîyayê li wir digihine hev.

Heûna Tehrîr el-Şam û hevalbendên wê yên tundrew bi awayekî zexm li deverê heye.

Rewangehê got ku mebest ji êrîşên dawî ew bû ku tundrewan dûrî rêya M4 a sereke li bakurê Sûrîyayê bixe, ku hêzên Rûsî û Turkî gelek caran pagerên hevbeş bi cih tînin weke beşekî ji rêkeftina agirbestê.

Rewangehê daxuyand ku herwiha mebesta wan jê ew bû ku Tehrîr el-Şam û hevalbendên wê dûrî devera Seh el-Xabê li bakurê parêzgeha Hemayê bixin, ku hêzên rejîma Sûrî û hêzên Rûsî li wir hene.

Rewangehê anî ziman ku êrîşên asmanî bûn sedema pêleke nû ya bêwarîyên ji Sehl el-Xab û navçeya Cebel Zawiyayê ya Idliba hevtixûb.

Dora Sê milyon û nîv kesên li herêma Idlibê dijîn ji beşine din ji Sûrîyayê yên ketine jêr kontrola rejîmê de bêwar bûne.

Piştî ku tenê dora pênceyek ji welat berî pênc salan li jêr kontrola wê, destêwerdana Rûsî alîkarî bi rejîmê re kir ku bêhtir ji 70% ji Sûrîyayê vegerîne jêr kontrola xwe.

Li bakur-rojavayê Sûrîyayê, Tehrîr el-Şam û hevalbendên xwe dora nîvê parêzgeha Idlibê û rûberine biçûk ji xakê li parêzgehên Hema, Laziqîya û Helebê kontrol dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500