Nûçeyên Iraqê
Civak

Agir bi zadan dikevin li Reqayê û Dêra Zorê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Otombîleke agirvemirandinê ji tîma agirvemirandinê ya Reqayê hewl dide ku şewata zevîyeke çandinîyê kontrol bike. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Otombîleke agirvemirandinê ji tîma agirvemirandinê ya Reqayê hewl dide ku şewata zevîyeke çandinîyê kontrol bike. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Li deverên li jêr kontrola Kurdan li rojhilatê Sûrîyayê, tîmên agirvemiranidnê ên encumenên sivîl yên navçeyan xebatên mezin didin pêş bo vemirandina agirên ku bi zadan dikevin di dema palayîyê de.

Vî çaxîberî salekê heman rewş hebû, şewata zadan li gelek deverên li jêr kontrola Birêveberîya Xweser hebû, Mustefa Şeylan ji tîma berevanîya sivîl a Tîma Bersivdarîya Bilez a Reqayê ragihand.

Agiran bi hezarên hektarên zevîyên çandinîyê dane ber xwe û xesarên aborî yên mezin gihandin cotkaran, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku tîma agirvemirandinê ya bajarê Reqayê xebatên xwe dide pêş bo dorpêçkirina agirên ku li çend deveran li parêzgehê diqewimin.

Hinek otombîlên agirvemirandinê yên tîma agirvemirandinê ya Reqayê ne, yên ku Hevpeymanîya Navdewletî piştgirîya wan dike. [Wêne ji Encumena Sivîl a Reqayê hatiye wergirtin]

Hinek otombîlên agirvemirandinê yên tîma agirvemirandinê ya Reqayê ne, yên ku Hevpeymanîya Navdewletî piştgirîya wan dike. [Wêne ji Encumena Sivîl a Reqayê hatiye wergirtin]

Sivîl korsekî fêrkarî ku Tîma Bersivdayîna Bilez a Reqayê amade kiriye li dor çawanîya vemirandina agiran bi lez û bi selametî hazir dibin. [Wêne ji Encumena Sivîl a Reqayê hatiye wergirtin]

Sivîl korsekî fêrkarî ku Tîma Bersivdayîna Bilez a Reqayê amade kiriye li dor çawanîya vemirandina agiran bi lez û bi selametî hazir dibin. [Wêne ji Encumena Sivîl a Reqayê hatiye wergirtin]

Wî got ku bi alîkarîya Hevpeymanîya Navdewletî, berevanîya sivîl navendên xwe yên li hemû deverên li jêr kontrola Birêveberîya Xweser bi otombîlên agirvemirandinê, tîmên agirvemirandinê û tankerên avê zêde kirine.

Wî got ku armanc kêmkirina xesarên agiran in ên ku bi zevîyên genim, ceh û garis dikevin û kêmkirina ziyanên ku digihêjin cotkarên li deverên parêzgehên Reqa, Dêra Zorê û Hesekê.

Wî da zanîn ku Birêveberîya Xweser jî rêkarên parêzî dane pêş, ku ew rê nade tu kes biçe nav zadan ji bilî kesên paleyîyê dikin.

Wî daxuyand ku ev yek tê bicihanîn bo çavdêrîkirina deverê hêsan be û kesên ku cihê gumanê ku ew agiran pê dixin werin destnîşankirin.

Bersivdayîneke bilez vê salê

Şeylan got ku îsal şewat kêmtir in, bi saya bersivdayîna bilez a tîmên agirvemirandinê û hevkarîya xelkê.

Wî got ku ew rêkar ji ewlekirina zevîyên çandinîyê, hevkarîya bi tîmên agirvemirandinê re, dabînkirina tankên avê û xwebexşan bo rolê di xebatên vemirandina agiran de bigerînin bo kêmkirina ziyanan pêk tên.

Di çarçoveya xebatên parêzî de, tîma bersivdayîna bilez korsên fêrkarî ji şênîyên Reqa û Dêra Zorê re li dar xistin, û ew fêr kirin çawa agiran bi lez û bi selametî vemirînin.

Li gorî Şeylan, parêzgehên Reqa, Dêra Zorê û Hesekê navçeyên çandinîyê yên herî serekî û girîng in li Sûrîyaya bo çandina genim, ceh, pembû û garis.

Wî dîyar kir ku ji bo kêmkirina xesara gihiştîye cotkaran, Birêveberîya Xweser nirxên kirîna genim ji cotkaran du qatan bilind kiriye.

Şeylan got ku alîkarîya din a bi cotkaran re ji rakirina bacan û dabînkirina tov û semadê pêk tên.

Hîn nexuya ye ku kî li pişt agiran e, lê Şeylan got ku penceyên tohmetê bi alyê"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û hevkarên wê dirêj dibin, ji ber gefên ku rêxistinê kirine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500