Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Amerîka 3 milyon dolar weke xelat bo girtina propagandakarê DAIŞê terxan dike

AFP

Ev wêneya ku vedigere dîroka 23yê Îlona 2014an, ew ji dîmeneke vîdyo ku malpera fermî ya Reqayê ya DAIŞê di You Tube de nîşan dide, ew angaşt dike ku çekdarên DAIŞê ber bi cihekî nenaskirî ve diçin. Di sala 2014an de, DAIŞ derbasî bajarê Reqayê li bakurê Sûrîyayê bû, û ew weke paytexta xwe îlan kir û serdema terorê dest pê kir, ku wê kuştinên li pêş çavan ên hovane pêk tanîn. [HO/AFP]

Ev wêneya ku vedigere dîroka 23yê Îlona 2014an, ew ji dîmeneke vîdyo ku malpera fermî ya Reqayê ya DAIŞê di You Tube de nîşan dide, ew angaşt dike ku çekdarên DAIŞê ber bi cihekî nenaskirî ve diçin. Di sala 2014an de, DAIŞ derbasî bajarê Reqayê li bakurê Sûrîyayê bû, û ew weke paytexta xwe îlan kir û serdema terorê dest pê kir, ku wê kuştinên li pêş çavan ên hovane pêk tanîn. [HO/AFP]

Amerîkayê Pêncşemê (28ê Gulanê) ragihand ku ew dê sê milyon dolar xelat bide bo girtina serkirdeyekî mezin ê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku serpereştîya vîdyoyên kirêt ên kuşîtinê yên tundrewan dike.

Wezareta Derve got ku ew dê xelatekê li hember dabînkirina agahîyan li dor cih û nasnameya Muhemed Xedîr Mpsa Remedan bide, ku ew jidayîkbûnê Urdunê ye, ku herwiha bi navê Ebû Bekir el-Xerîb tê naskirin.

"Wî serpereştîya plankirin, hevahengî û derhînana çend vîdyoyên propagandayê, derkirina belavok û platforman dikir, ên ku dîmenên hovane yên eşkencedan û kuştina bi kom a sivîlên bêsûc dihundirandin," Wezaretê di daxuyanîyekê de ragihand.

Remedan serkêşîya xebateke "nehiştina rayên nerim di nav DAIŞê de, zindanîkirina endamên tîmên propagandayê yên DAIŞê yên ku Îslamê bi awayekî tundrew şirove nakin", li gorîmalpera Xelatên bo Dadê.

Di nîvê Gulanê de,dîmeneke vîdyo ya 50-deqeya DAIŞê êdî li ser hesabên tundrewan ên di mîdyaya civakî de dihat belavkirin.

Ew herwiha çend kilîpan ji çend êrîşên ku endamên DAIŞê di heftîyên borî de li Îraqê pêk anîne dihundirîne.

Ew kuştina çend kesayetên êlan li bakur û rojavayê Îraqî, şewitandina zevîyên genim, teqandina burcên kehrebeyê û gulebarankirina dewaran nîşan dide.

Herwiha wan vîdyoyan dîmenên teqandina bombeyên çandî, operasyonên segvanîyê û êrîşên çekdar ên li dijî hêzên ewlekarîyê yên Îraqî, û serbirîna sivîlan bi behaneyên cuda dihundirandin.

Hêzên taybet ên Amerîkayê di meha Cotmehê de serokê rêxistinê Ebû Bekir Bexdadî li Sûrîyayê kuşt, ku tundrewan li wî welatî "xîlafetek" ji xwe re ava kiribû ku sînorên heta bi Îraqê berfireh dibûn.

Tundrewan bi awayekî hovane xelk serbir dikirin û kesên ne Musliman kol dikirin, û ew vîdyo bi kar tanîn bo tecnîdkirina çekdaran ji seranserê cîhanê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500