Nûçeyên Iraqê
Aborî

Li Îraqê piştî rawestandina anîna berheman ji derveyî welat, kompanîyên navxweyî geş dibin

AFP

Ciwan du masîyan hildigire li bajarê Faw yê beravî, 90 kîlometran li başûrê Besrayê li nêzî Şet el-Ereb û Kendavê, roja 18ê Gulanê. [Husên Falih/AFP]

Ciwan du masîyan hildigire li bajarê Faw yê beravî, 90 kîlometran li başûrê Besrayê li nêzî Şet el-Ereb û Kendavê, roja 18ê Gulanê. [Husên Falih/AFP]

Li Îraqê, girtina giştî ya ji ber petaya vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19) bûye cihê kêfxweşîya çînekê: kompanîyên navxweyî yên ku êdî nema gerek e ew pêşbazîyê bi berhemên Îranî, Turkî û Çînî re bikin.

Ev welat, herwiha Erebistana Siûdî, Urdun û Kuwêt, bazarên Îraqî li jêr lehîya berhemên arzan dihêlin, ku kompanîyên navxweyî nikarin pêşbazîyê bi wan re bikin.

Ev yek hertiştî dide ber xwe ji otombîlan û kompûteran heta bi mirîşkên bûzkirî û fêkîyên niştîmanî yên Îraqî, ku di salên dawî de yên ji Kendavên hawirdekirî ji yên xwemalî bêhtir bûn.

Berhemhînerên navxweyî di nav tozê de mabûn, ji ber wan madeyên xav buha dikirîne û berhemên wan li gorî qasên mezin ên dihat hawirdekirin pir kêm bûn.

Emîn Qasim, yê ku kargeheke wî ya berhemkirina ayskrêmayê li parêzgeha Besrayê, ya bi neftê dewlemend e, ji sala 2006an ve heye got ku êdî rewş nema mîna berê ye.

"Qeyrana vayrûsa Koronayê derfet da me ku em xwe li bazara Îraqî isbat bikin," wî got.

Karmendên Qasim ên ku hejmara wan 3,000 e di şeş kargehan de 144,000 ayskrêm û sandewîşan di demjimêrekê de berhem dikin.

"Dema ku ays krêma arzan ji Îranê dihat, divabû ku ez nirxên xwe kêm bikim bo berhemên me di embaran de têk neçin," Qasim got.

"Aniha em dikarin bi nirxên bilindtir bifiroşin. Me karî em heman bazaran vegerînin ku berhemên hawirdekirî berî niha em têk biribûn."

Kêmbûna rêjeya hawirdekirinê

Şarezayan gelek caran hişyarî daye ku divê Îraq, a bi neftê dewlemend e, aborîya xwe firehçeşin bike bo ji guhertinên di bazara neftê de were parastin.

Duyem mezintirîn berhemhînerê OPEC pişta xwe bi neftê girê dide bo bêhtir ji 90% xercîyên dewletê temwîl bike.

Vê salê, ku nirxên neftê bo dora sêyeka nerxên di sala 2019an de kêm bûne, Îraq dê zehmetîyê di berdewamkirina hikûmetê, dabeşkirina mûçeyan û hawirdekirina pêdivîyên serekî de bibîne.

Sebeta Dirava Navdewletî texmîn kir ku dê hawirdekirinên pêdivîyan û xizmetguzarî li Îraqê ji 92 milyar dolar di sala 2019an de bo 84 milyar dolar di vê salê de û bo 81 milyar dolar di sala 2021an de kêm bibin.

Pir zehmet bû firehçeşinkirin li welatekî ku sektorê wî yê teybet nû ye, sîstema wî ya bankî nepêşketî ye û sîstemeke gumrikê ya lawaz heye ku dihêle anîna pêdivîyan ji berhemkirina wan arzantir be.

Lê ligel rêkarên rûbirûbûna vayrûsa Koronayê, dibe hertişt were guhertin.

Di çarçoveya rêkarên girtina giştî li Îraqê ku di meha Adarê de dest pê kirine, dergehên sînorî yên bi Îran, Turkîya û Kuwêtê re di rûyê xelkê û pêdivîyan de hatine girtin.

Anîna pêdivîyan di rêya Um Qesir re, kaştîgeha li başûrê welat a ku Îraqî bi rêya wê xwarinê û derman tîne, kêm bûye.

Di encamê de, Îraq kêmtir tiştan hawirde dike li gorî amarên hevparên wê yên bazirganî.

Îraqî bi qasî dora 973 milyon dolaran şitûmekên Çînî di Kanûna Yekem de kirîn lê di meha Nîsanê de bo 775 milyon dolarî daket li gorî Birêveberîya Giştî ya Gumrikê ya Çînî.

Herwiha hawirdekirina ji Îranê ji 450 milyon dolaran di mehê de berî petaya vayrûsa Koronayê bo 300 milyon dolarî kêm bûye li gorî Hemîd Husênî, endamê Odeya Bazirganî ya Îranî-Îraqî.

Îraq êdî bacên pir giran li ser anîna tiştan ferz dike.

Ofîsa Gumrikan "zêdebûna berçav" di dahatên gumrikan de -- ji 2.5 milyon dolar di nîvê yekê ê meha Nîsanê de bo 7.3 milyon dolar di nîvê yekem ê vê mehê de -- bo rêkarên "çavdêrîkirinê yên tund" vegerand.

Bacên bilind barizganên Îraqî neçar dikin ku nirxê berhemên tên hawirdekirin bilind bikin bo kompanîyên xwecihî karîbin cihê xwe di bazaran de bikin.

Masîgir di bêhinvedanê de ne.

Hadî Ebûd, xwedanê kargeheke plastîkan li Besrayê ye, êdî xwastên gelek li ser qotîyên plastîkî werdigire, yên ku carê ji Çînê dihatin anîn.

Kargeha wî karîna 24/7 kar dike, qotîyên plastîkî dibire û paqij dike û li ser udike "Li Îraqê hatiye sazkirin".

"Van rojan, pir daxwazên nû yên çêkirina lûlên plastîkî, heta asta ku ez bi wan re nagihim ," Ebûd got.

Firoştin baş e lewra ew plan dike ku 50 karkeran li kargeha xwe ya100-karker zêde bike.

"Rewş hatiye guhertin," Ebûd got, ew di bin maska xwe de dikenîya, wî mask ji ber rêkarên jihevdûrbûna civakî di kargeha xwe de danîye.

Heta di deryayê de cudahî tê dîtin.

Masîgirên Besryayê yên dorpêçkirî bo demeke dirêj bi hevrikên xwe yên Îranî û Kuwêtî re di pêşbazîyê de bûn li kenarê Kendavê, yê ku yekane derbasgeha Îraqê bo deryayê ye.

"Me berî mehekê dest pê kir, gelek pasî hene," Muhemed Fadil, ew masîyên xwe li bazara navendî ya Besrayê difiroşe.

"Êdî masîgirên Îranî û Kuwêtî der nakevin," wî ji AFP re ragihand, hema bibêje ku ew Kendavê ji masîgirên Îraqî yên dilxweş re dihêlin.

Li bazarên Besrayê, mêz miştî masîyên sîlver-reng û qirêdis in, kiryarên ku lepik û maskan li xwe dikin bi baldarî wan hildibijêrin.

Nêçîra masîyan pir e heta wê asta ku kîloya masîyên "zubêdî", ji 16 dolaran hatiye 9 dolaran.

"Hejmara masîyan -- û nirxên wan -- ne normal in," Fadil ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500