Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hevpeymanîya li dijî DAIŞê dê bi rêya înternêtê bicive ji ber vayrûsê

AFP

Fermandarê Artêşa Amerîkayê Jace Neuenschwander (çep) pêşwazîya Fermandarê Operasyonên Nînewayê lîwa Numan Zubeyî û serleşkerê Îraqê lîwa Muhemed Fadil Ebas dike berî merasîmeke radestkirinê li baregeheke hevpeymanîya bi pêşengîya Amerîkayê roja 30ê Adarê. [Zeyd ObêdîAFP]

Fermandarê Artêşa Amerîkayê Jace Neuenschwander (çep) pêşwazîya Fermandarê Operasyonên Nînewayê lîwa Numan Zubeyî û serleşkerê Îraqê lîwa Muhemed Fadil Ebas dike berî merasîmeke radestkirinê li baregeheke hevpeymanîya bi pêşengîya Amerîkayê roja 30ê Adarê. [Zeyd ObêdîAFP]

Wezîrên Derve yên dewletên ku şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dikin dê heftîya werê civînekê li dar bixin bo hevahengîkirina xebatan ji ber ku petaya vayrûsa Koronayê operasyonan asteng dike, Amerîka Çarşemê (27ê Gulanê) ragihand.

Diplomasîyên payebilind ji her 82 dewletên hevpeymanîyê dê roja 4ê Hezîranê danûstandinan bikin bo "nîqaşkirina awayên berdewamkirina fişarê li ser paşmahîyên DAIŞê li Sûrîya û Îraqê û bihêzkirina xebatên hevbeş bo têkdana awatên DAIŞê yên li seranserê cîhanê", Wezareta Derve ragihand.

Wezareta Derve ya Amerîkayê dîyar kir ku dê dewlet "tehedî û zehmetîyên ku hêzên hevpeymanîyê ji ber petaya COVID-19 rastî wan tên nîqaş bikin".

Amerîka, ya ku mêvandarîya civîna dawî ya li ser asta wezîran di Mijdara borî de kir, bi Îtalyayê re serkêşîya danûstandinên bi rêya înternêtê dike, ku biryar bû civîneke mezin bo nîqaşkirina xebatên dijî terorîzmê were lidarxistin berî ku ew ji ber petaya pir azarê bikşîne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump sala borî binxistina DAIŞê ragihand, ku carê wê rûberên berfireh ji xakê kontrol dikir, pişt re wî dest bi vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûrîyayê kir.

Di êrîşeke hêzên taybet ên Amerîkî deserokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî hat kuştin. Lê nîgeranî ji ber zêdebûna êrîşên tundrewan li seranserê cîhanê, di nav de Afrîka û Afxanistanê de, heye.

Amerîka rêxistinê berpirsyarê êrîşeke hovane vê mehê li ser nexweşxaneyeke jidayîkbûnê li Kabûlê dibîne, û dibêje ku çekdaran xwest ku prosesa aştîya ya di navbera Afxanistanê û hikûmeta Kabûlê de bixitimînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500