Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Amerîka dibêje ku Rûsya balefir şandine Lîbyayê bo piştgirîkirina çeteyan

AFP

Balafireke Rûsî ji cureya MiG-29 roja19ê Gulanê li baregeha asmanî ya Cefra li Lîbyayê tê dîtin. [USAFRICOM]

Balafireke Rûsî ji cureya MiG-29 roja19ê Gulanê li baregeha asmanî ya Cefra li Lîbyayê tê dîtin. [USAFRICOM]

Rûsyayê vê dawîyê balefirên şer şandin Lîbyayê bo piştgirîkirina çeteyên Rûsî bikin ên ku ji bo serkirdeyê serbazî Xelîfa Hefter re di şerê dûrûdirêj de şer dikin, artêşa Amerîkî roja Sêşemê (26ê Gulanê) ragihand.

Balefirên şer ji Rûsyayê derketin û pêşî li Sûrîyayê danîn, cihê ku "careke din hatin boyaxkirin daku eslê wan ê Rûsî biguherin" berî ku bigihe Lîbyayê, Fermandarîya Afrîkayê ya Artêşa Amerîkî (AFRICOM) di daxuyanîyekê de got.

AFRICOM a ku li Ştûtgartê ye destnîşan nekir bê balefir kengî firîn, tenê got ku "vê dawîyê" bû.

Lê dîyar e ku ev binpêkirina herî nû ye ji qedexekirina ku NY disepîne ji berî neh salan ve li ser şandina çekan bo Lîbyayê.

Li Waşitonê, peyvdarê Pentagonê, Jonathan Hoffman got ku Rûsa "dora 14 balefirên şer ên serbazî ên cihêreng" şandine.

AFRICOM wêneyên balefirên şer ên Rûsî di rûpela xwe ya Twitterê de belav kirin, di nav wan de wêneyekî ku wê got ku gelek balefirên MiG-29 Fulcrum û Su-35 Flankers li baregeheke cewî nîşan dide.

Çeteyên Rûsî tên veguhestin

Ev angaştin piştî rojekê ku hikûmeta Lîbyayê ya ji alîyê NY ve tê qebûlkirin got ku bi sedan çeteyên Rûsî ên piştgirîya fermandarê serbasî yê hevrik dikin ji zonên şer li başûrê Terablusa baytext hatin veguhestin tê.

Vekişîna tê angaştin piştî zincîrek ji şikestinan di operasyona Hefter ya bi salan e dirêj dike daku dest deyne ser baytextê û wê ji Hikûmeta Rêkefitinê ya Niştimanî ya li Trablusê bistîne hat.

Kremlinê her û her red kir ku destên wê di şer de hebe.

Dema ku AFP peywendî bi wezareta berevanîyê ya Rûsî re kir wê got ku ew dê "aniha li ser daxuyanîya AFRICOM" neaxêve.

Lê Andrei Krasov, endamekî komîteya berevanî di parlemana Rûsyayê de, angaştin red kir û got ku ew nûçeyine "sexte" ne.

Ji hêleke din ve, Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Lavrov careke din teqez kir ku hewcedarî bi agirbesteke yekser û "danûstandineke avaker" li Lîbyayê heye, li gorî wezareta wî, piştî giftûgoyan bi serokê parlemanê Lîbyayê re .

Hoffman got ku divê kesên xerîb nema tundîyê li Lîbyayê gur bikin.

"Me ji hemû alîyên ku kar dikin xwest, ku Rûsî û Turk û alîyê din jî ku reftarên xwe li wir rawestînin. Em Lîbyayeke Ewle û aram dixwazin."

"Aniha ti redkirin nîne"

Pisporên NY di raporteke meha bûrî de got ku Koma Wagnerê, rêxistineke serbazî ya Rûsî ya sîber e ku lê tê nerîn ku nêzî Vladimir Putin e, çekdar şandine daku piştgirîya Hefter bikin.

Raporta ku ji alîyê Encumena Ewlkarîyê ve hat pêşkêşkirin, texmîn kir ku di nav 800 û 1,200 çeteyên Wagnerê li Lîbyayê ne.

"Demeke dirêj bû, Rûsyayê destwerdana xwe ya tam di şerê Lîbyayî yê berdewam de red dikir. Baş e, aniha red tune ye," Generalê Artêşa Amerîkî Stephen Townsend di daxuyanîya AFRICOM got.

"Dîyar e ku Rûsya hewl dide ku rewşa i Lîbyayê bixe çarçoveya bejewendîyên xwe de," Townsend teqez kir.

AFRICOM got ku kiryarên Rûsyayê gefê çêdikin ku şer dirêj bikin û "xesaran û êşa mirovî li ser herdu alîyan xerabtir bikin".

Eger ew yek hat teqezkirin, belavbûna balefirên şer ên Rûsyayê dê binpêkirineke din be ji qedexekirina çekan ya ji alîyê NY ve, ya ku ji sala 2011an ve hatiye sepandin.

Serkirdeyên cîhanê di Kanûna Duyem de li hev kirin ku bi qedexekirinê pêbend bin û nema destwerdanê di şer de bikin, lê NY gelek caran hişyarî da ku herdu alî berdewam çek û çekdaran werdigirin.

Ji alîyekê din ve, Komgemîya Amerîkî got ku balefirên şer ên SU-35 Rûsî bi awayekî xeternak li nîzî balefirên koleçanê yên P8-A ên Amerîkî li ser rojhilatê Deryaya Spî roja Sêşemê firîn, ev rêbirîna sêyem e "ya en ewle û ne pîşedar e" di van herdu mehên dawî de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500