Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşeke asmanî ya hevpeymanîyê li Sûrîyayê serkirdeyekî mezin ê DAIŞê dikuje

Xalid Taî

Endamekî hêza bijarte ya Îraqî 14ê Sibatê di êrîşekê de li ser stargehên DAIŞê li girên Badûşê bi çekdarekî digire. [Wêne ji Hêzên Operasyonên Taybet ên Îraqî hatiye wergirtin]

Endamekî hêza bijarte ya Îraqî 14ê Sibatê di êrîşekê de li ser stargehên DAIŞê li girên Badûşê bi çekdarekî digire. [Wêne ji Hêzên Operasyonên Taybet ên Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsekî mezin ê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di êrîşeke asmanî ya hevpeymanîya navdewletî li Dêra Zorê ya Sûrîyayê de hate kuştin, peyvdarê Wezareta Berevanîyê ya Îraqî emîd Yehya Resûl Sêşemê (26ê Gulanê) ragihand.

Balafira hevpeymanîyê Mutez Numan Ebid Nayif Necim Cibûrî li ser bingeha agahîne hewalgirî ji alîyê Ajansa Dijî-Terorîzm a Îraqî hate armanckirin, lîwa Tehsîn Xefacî, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ji Diyaruna re ragihand.

Cibûrî, yê bi navê Hac Teysîr jî tê naskirin, "ji tirsnaktirîn zilamên [DAIŞ] ye" ku cîgirê serkirdeyê DAIŞê û "walî"yê Îraqê bû.

Herwiha ew berpirsê çalakîyên rêxistinê yên li derveyî Îraqê jî bû.

Leşkerine Îraqî ji Firqeya 7an a artêşê di 23yê Sibatê de xwe ji ramaliştina newalên biyabanî yên li rojavayê parêzgeha Enbarê re amade dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî ji Firqeya 7an a artêşê di 23yê Sibatê de xwe ji ramaliştina newalên biyabanî yên li rojavayê parêzgeha Enbarê re amade dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Par, Amerîka 5 milyon dolar bo çi kesê dikare agahîyan der barê Cibûrî de bide, pêşkêş kir, ku hate gotin ew serperiştîya çêkirina alavên teqîner dikir, li gorî ragihandina Amerîkayê.

Xefacî anî ziman ku naskirina cihê Cibûrî û kuştina wî "hilweşîna pergala terorîst û ketina serkirdeyên wê yek bi yek bi saya agahîyên hewalgirî yên baş ên hêzên me bi dest xistine raber dikin".

Şikestinên DAIŞ

Li gorî Xefacî, operasyon Sêşemê hevdem ligel "girtina terorîstekî tirsnak li bajarokê Rumana li navçeya Qaimê [li rojavayê Enbarê] hat gava ew ji Sûrîyayê gihişt".

Wî da zanîn ku yê çekdar xwestîyê dadgehê ye ji ber di şerê li dijî hêzên Îraqî li bajarê Hedîsayê de beşdar bûbû di dema operasyonên rizgarkirinê de, û herwiha ji ber beşdarîya wî di şerên li bajarokê Ebû Kemalê yê li ser sînorê Sûrîyayê de.

Jê zêdetir, hêzên Îraqî di operasyoneke parêzî de şaneke terorîst a razî li bajarê Hît ê parêzgeha Enbarê ji hev xist. Destê şanê di şandina pereyan bo paşmahîyên DAIŞê de hebû.

Wî dîyar kir ku "şan ji çar endaman pêk dihat, di nav de jinek, ku pere ji welatîyan distandin û gef li wan dixwarin, û pereyên wan bi darê zorê birin da ji terorîstan re bişînin".

Xefacî anî ziman ku DAIŞ "derbeyek biêş" di operasyoneke ewlehî de di herdu rojên dawî de xwar li deverên biyabanî yên Qebdet Xizlan li navçeya Rutbayê.

Serkirdeyekî mezin ê DAIŞê di operasyonê de hat kuştin, ligel çekdarekî ku hewl dida bireve jî hat birîndarkirin.

Xefacî got ku "di operasyonê de, me baregeheke mezin a DAIŞê wêran kir ku stargeh, bombeyên bidestçêkirî, çekên cihêreng, û pêdivî dihundirandin, da zanîn jî ku dever weke navendeke piştgirîya lojistîk bo çek û madeyên xwarinê dihat bikaranîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500