Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Helîkopterên Îraqî li veşartgehên DAIŞê dixin li rojvavyê Enbarê

Xalid Taî

Hêzên Îraqî di helîkopterekê de ne ku li ser biyabana Enbarê ya rojavayê difire û li bermahîyên DAIŞê digere di 1ê Gulanê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî di helîkopterekê de ne ku li ser biyabana Enbarê ya rojavayê difire û li bermahîyên DAIŞê digere di 1ê Gulanê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Sê endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) di êrîşên asmanî yên Îraqî de hatin kuştin roja Duşemê (25ê Gulanê) di operasyoneke ewlehî de bo paqijkirina biyabana rojavayê Enbarê ji bermahîyên rêxistinê.

Helîkopterên artêşa Îraqî êrîş li Wadî Qezfê li biyabana Rutbayê bi cih anî, fermandarê êlên Enbarê Şêx Qetarî Semermed Obêdî ragihand.

"Terorîstan di destpêkê de fîşek berdane helîkopterekê, hewl dida ku wê bîne xwar, lê helîkopterê yekser bersiv da, ew kuştin û navgîna wan jî wêran kir," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku veşartgeha ku endamên DAIŞê bi kar tanîn hat wêrankirin, û destnîşan kir ku wê çek, cebilxane û materyalên teqîner dihewandin.

Hêzên êlên Enbarê di 5ê Gulanê de li biyabana rojavayî ya parêzgehê li bermahîyên DAIŞê digerin. [Wêne ji Lîwayê 3yemîn ê hêza heşda êlên Bexdadî hatiye wergirtin]

Hêzên êlên Enbarê di 5ê Gulanê de li biyabana rojavayî ya parêzgehê li bermahîyên DAIŞê digerin. [Wêne ji Lîwayê 3yemîn ê hêza heşda êlên Bexdadî hatiye wergirtin]

Kenaleke propegandayê ya DAIŞê angaşt ku helîkopterek di êrîşê de hat xwar, lê Obêdî got ku ev yek ne rast e.

Wî got ku helîkopter nehat ziyankirin û herdu helîkopter bi taximê xwe re sax vegeriyane baregeha xwe piştî wan erkê xwe bi awayekî serkeftî bi cih anî.

Derkirina DAIŞê ji deverên biyabanî

Wî got ku misyon "beşek ji kampanyayeke berfireh e ku ji alîyê hêzên Îraqî ve berî çend rojan hat destpêkirin" bo bidawîkirina hebûna DAIŞê li deverên biyabanî yên li rojavayê Îraqê.

Obêdî got ku Firqeya 1mîn, hêzên êlên Enbarê û fewcên rewşên awarte yên polîsê Enbarê di operasyonê de beşdar dibin, ya ku giranîyê dide gelîyên biyabanî yên li navçeya Rutbayê, yên heta sînorên Îraqê yên rojavayî dirêj didin.

Wî got ku di nav wan gelîyan de Wadî Ewden, Wadî Semîl, Wadî Qezf û Wadî Horan, yên ku roja Duşemê gelek hêzê li wan belav bûn ji alîyê rêya Kîlo-160.

Wî daxuyand ku herwiha hêza cewî ya Îraqî jî beşdar bû di ramaliştina deverên biyabanî û gundan de, di nav wan de Mueyşir, Buyawt Mewelî, ligel peydakirina alîkarîya cewî ji bo hêzên li ser erdê bi pêş ve diçin.

"Operasyon berdewam e, û em pêşketineke mezin bi dest dixin di warê lêdana veşartgehên bermahîyên DAIŞê li biyabanê û tunekirina hebûna wan de," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500