Nûçeyên Iraqê
Ol

Nûavakirina mizgefta Axewatê ya dîrokî li Mûsilê dest pê dike

Xalid Taî

Qonaxa yekem ji nûavakirina mizgefta Axewatê ya dîrokî li Mûsilê dest pê kir. [UNESCO]

Qonaxa yekem ji nûavakirina mizgefta Axewatê ya dîrokî li Mûsilê dest pê kir. [UNESCO]

Karê qonaxa yekem ji kampanyaya nûavakirina mizgefta Axewatê ya dîrokî li orta Bajarê Kevin ê Mûsilê di dawîya Nîsanê de dest pê kir.

Mizgefta ku yek ji bi dehan mizgeftên ku ji ber şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ziyan gihayê, vedigere sedsala 18mîn û ew li rex pira dîrokî ya li ser çemê Dicleyê dikeve.

Hikûmeta Îraqî hevbeş ligel UNESCO kar dike, bi temwîla ji alîyê welatên peredaner, weke hewldanekê daku deverên keleporî li Mûsilê vejînin.

Qonaxa yekem ji plana nûavakirina Axewatê, ya ku ji Almanyayê ve hatiye temwîlkiirn, rakirina moloz û cebilxaneyên neteqiyayî ji komavahîyê herwiha ewlekirina cihê projeyê ji bo nûavakirinê.

Berpirsên Îraqî pêşketina di karê nûavakirina mizgeftên dîrokî li Mûsilê temaşe dikin di 9ê Adaraê de. [Wêne ji Ofîsa Weqfa Sûnî li Nînewayê hatiye wergirtin]

Berpirsên Îraqî pêşketina di karê nûavakirina mizgeftên dîrokî li Mûsilê temaşe dikin di 9ê Adaraê de. [Wêne ji Ofîsa Weqfa Sûnî li Nînewayê hatiye wergirtin]

Ji bo nûavakirina mizgeftê dê were xwestin ku ziyan û hêmanên mîmarî yên dîrokî yên komavahîya mizgeftê yên mayî werin destnîşankirin, li gorî UNESCO.

Hevdem ligel vî karî, UNESCO dê pisporên xwecihî derbarê teknîkên nûavakirinê rahînan bike bi rêya programeke avakirina jêhatîyan ku dê herwiha derfetên kar ji ciwanên behredar re yên Mûsilê re peyda bike.

"Vejîyandina ruhê Mûsilê"

Nûavakirina mizgefta Exewatê tê piştî xebatên ku ji alîyê Ofîsa Weqfa Sunî û UNESCO ve hatin bicihanîn da ku Mizgefta Nûrî ya Mezin û minareya wê el-Hedba bi temwîla ji alîyê Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî ve bi 50 milyon were şiyankirin.

Ev xebatên vejîyaner hemû dikevine çarçoveya destpêşxerîya "Vejîyandina ruhê Mûsilê", Ebû Bekr Kenan, birêveberê Ofîsa Weqfa Sûnî li Nînewayê ragihand.

Ev destpêşxerî berî du salan ji alîyê UNESCO ve hat destpêkirin da ku cihên navdar û deverên peristinê yên ku nasnameya çandî ya xelkê Mûsilê nîşan dide, nasnameya ku xwedî dîrokeke kevnar e.

"Ne kêmî 27 mizgeftên dîrokî li seranserê Nînewayê ji alîyê DAIŞê ve hatin ziyankirin dema ku parêzgeh li jêr kontrola wan bû û di dema şerên rizgarkirinê de," Kenan got.

"Hin ji van cihan ne gelekî hatine ziyankirin û ji wî çaxî ve hatin nûavakirin, mîna Mizgefta Paşa ya dîrokî li Bajarê Kevin, Mizgefta el-Îmam el-Bahir û Mizgefta el-Îmam el-Huseyn," wî got.

Wî anî ziman ku mizgeftine din mîna Mizgefta Mezin ya Mûsilê li navçeya çandinî li ber ku werin nûavakirin.

Şêx Selah Obêdî, yê ku serokê Dîdargeha Zanyarên Musilman li Mûsilê yê, qala dîroka mizgefta Axewatê û girîngîya wê ji xelkê Mûsilê re dike.

Mizgeft "cihekî navdar e li Mûsilê ku ew di destpêka sedsala 18mîn de ji alîyê malbata Axewatê ya [rêzdar] ve hat avakirin" ya ku hukmê Mûsilê kir heta destpêka sedsala 19mîn, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku "mizgeft dikeve orta sûka [bazara] Bajarê Kevin û weke meremeke navdar ji pîşekar û niştecihên xwecihî re tê reçavkirin".

Sembola nasnameya Mûsilê

"Herwiha mizgeft xwedî girîngîyeke zanistî û fikrî ye weke çawa semînar û giftûgoyên olî û lêkolînên derbarê Quran û dadnasîya Îslamî, Hedîs û zimannasîyê de lê dihatin hînkirin," wî got.

Zanayên olî yên bi nav û deng xwedî dîrok in di hînkirinê de li mizgefta Exewatê, mîna rehmetî Şêx Ebdullah Nimeh, Şêx Reşîd Efendî û Şêx Muhemed bin Yasîn Mûsilî, li gorî Obêdî.

"Ev û mizgeftên kevnar ên din hêja ne ku mirov guh bide wan û hay ji wan hebe û divê vegerine şanazîya xwe ya berê ji ber ew ne tenê xwedî girîngîyeke olî ne di bîra me ya komele de, lê herwiha ew xwedî xwezayeke çandî û mirovî ne jî," wî got.

Axewat "semboleke navdar e a nasnameya babjar e, ya ku bi piralîya xwe ya olî û nirxên tolerans, navînî, jîyana hevbeş û hevqebûlkirinê tê naskirin", wî anî ziman.

Niştecihê Bajarê Kevin Mehmûd Xelîl yê 54 salî, got ku mizgefta Axewatê "cihekî wê yê taybet di dilê niştecihên Mûsilê de heye".

"Ev û mizgeftên din ên mîna wê bi nasname û dîroka me ve girêdayî ne û beşek ji jîyana me ne," wî ji Diyaruna re daxuyand. "Dema mela azan dide, em dê biçin wir û ayînîyên xwe yên olî di etmosferekî îman û aştîyê de pêk bînin."

"Em hêvî dikin ku ev mizgeft di demeke herî nêzîk de were şiyankirin û hemû deverên navdar ên bajarê me werin vegerandin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500