Nûçeyên Iraqê
Aborî

Projeya sazkirina maskan a Mûsilê parêzîyê û derfetên kar dabîn dike

Xalid Taî

Jinên Mûsilê maskan li workşopekê li bajêr saz dikin. [Wêne ji malpera Yalla hatiye wergirtin]

Jinên Mûsilê maskan li workşopekê li bajêr saz dikin. [Wêne ji malpera Yalla hatiye wergirtin]

Projeyeke biçûk a ji hêla rêxistineke qezencnexwaz ve li Mûsilê bi du awayan alîkarîya bajar dike --bi rêya sazkirina maskan bo hêdîkirina belavbûna vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19) û peydakirina derfetên kar ji 45 jinên kêm-dahat re.

Li komavahîya Karên Qenc a niştecihbûnê li bajêr, komek ji jinan li workşopeke ku ji hêla Xelkên Hedbayê bo Hawarçûnê û Geşesendinê, rêxistineke lokal e alîkarîyê dide hejaran, hatiye avakirina maskan saz dikin.

Sefa al-Obêdî, yaku serpereştîya workşopê dike, ji Diyaruna re ragihand ku ew kar "çavkanîyeke baş a dahatê ji wan jinan re dabîn dike bo ew malbatên xwe xweyî bikin".

Wê got ku armanca projeyê nehiştina hejarîyê ye, û dabînkirina jîngeheke kar a ewleh e ji jinên pêwîstîyan wan bi alîkarîyê heye.

Xwebexşên ji Xelkên Hedbayê bo Hawarçûnê û Geşesendinê maskan bê pere didin malbatên bêwar li kampekê li başûrê Mûsilê roja 8ê Gulanê. [Wêne ji malpera Yalla hatiye wergirtin]

Xwebexşên ji Xelkên Hedbayê bo Hawarçûnê û Geşesendinê maskan bê pere didin malbatên bêwar li kampekê li başûrê Mûsilê roja 8ê Gulanê. [Wêne ji malpera Yalla hatiye wergirtin]

Wê got ku ji ber zêdebûna xwestina kompanî û xelkê di dema qeyrana tendirustî ya cîhanî de, "workşop aniha maskên bijîşkî saz dike".

"Her jinekê rojane 200 maskan çê dike," wê teqez kir û da zanîn ku planên berfirehkirina workşopê bo ew berhemkirina kincên parêzî yên bijîşkî bihundirîne hene.

Workşopa dirûnê yek ji sê workşopan e ku Xelkên Hedbayê bo Hawarçûnê û Geşesendinê di mehên dawî de vekirin, bo dabînkirina kar ji jinan re, seroka rêxistinê Ula Leys Osman ragihand.

"Vê projeyê bi belavbûna vayrûsa Koronayê re dest pêk kir," wê ji Diyaruna re ragihand. "Min biryar de, tevî ku pir kêm pêdivî berdest bûn, ku workşopeke biçûk vekim bo sazkirina maskan û dabînkirina derfetên kar ji hejmareke biçûk a jinan re."

Planên berfirehkirina kar

Osman got ku ev ked û xebat bû cihê pêşwazîyê, piştî dest pê kir, "kesine din hat bo alîkarîya me bikin ku em projeyê berfireh bikin".

"Me tenê bi çar xebatkarên jin dest pê kir, û di demeke kurt de, me sê workşop vekirin, ku ew 45 jinan didin karkirin," wê got.

Osman got ku hinek ji van xebatkaran jinên pir xizan û jinên jinbî ne, û herwiha jinên ku karên debara jîyana xwe ji ber vê nexweşîyê ji dest dane.

"Workşop aniha maskên bijîşkî çê dikin, ku bi giştî dora 10,000 maskan tên çêkirin bo dabînkirina pêwîstîya bazarê," wê got.

Wî daxuyand ku planên çêkirina cilên parêzî di rojevê de ye, bi armanca beremkirina dora 500 ji van cilan di rojekê de di dema destpêkê de.

"Mask bo dermanxane û navendên pêdivîyên bijîşkî bi nirxekî kêm ku 250 dînarên Îraqî ye ($0.25) tê firoştin," wê dîyar kir.

"Me hinek ji maskên bijîşkî bê pere dane nexweşxane û kesên li kampan, û herwiha hêzên ewlekarîyê û xelkên xizan," wê got.

"Em hêvî dikin ku hikûmet û karbidestên parêzgehê piştgirîyê bidin xebatên me û bihêlin em xelkên bêhtir tevlî projeyên xwe bikin bo em bihêlin ku ew pereyan bi rêya zîrekî û hostatîyên xwe bi dest bixin," wê got.

Qerzên biçûk

Parêzgeha Nînewayê xistiye berîtîya xwe ku hejarîyê û bêkarîy bi dawî bike, Muhemed Yehya Muhemed, birêveberê ofîsa Nînewayê ya Wezareta Kar û Karûbarên Civakî da zanîn.

"Piştî rizgarkirina parêzgeha me di 2017an de, wezaretê xebatên xwe xistin dabînkirina derfetên kar bo kesên bêkar de, bi rêya programeke qerzan a tabet bi projeyên kar ên biçûk," wî ji Diyaruna re got.

Wî teqez kir ku heta aniha, wezaretê qerzên bi qasî bêhtir ji heşt milyon dînarên Îraqî ($6,700) dane dora 1,100 kesan ji parêzgeha Nînewayê.

Wî got ku kesên daxwaz qerz kirine, zilan û jin, navên wan di databêza wezaretê de weke kesên bêkar ên ku dixwazin dest bi projeyeke kar a biçûk bikin hatiye nivîsîn.

Wî got ku wezaret plan dike ku heyama qerzan dirêjtir bike û bide hejmareke mezin ji xelkê, bi taybetî ji ber vê qeyrana tendirustî.

Dê programeke din a qerzan hebe, "Programa Himbêzkirina Projeyên Kar", ku dê semyanekî bi qasî 20 milyon dînarên Îraqî ($16,800) bo projeyên kar ên pêşxistinbar dabîn bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500