Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî 8 endamên DAIŞê li Selahedînê dikujin

Xalid Taî

Endamine Focê Taktîkî ya polîsê Selahedînê 28ê Adarê li paşmahîyên DAIŞê li deverên dûr ên parêzgehê digerin. [Wêne ji Focê Taktîkî ya Selahedînê hatiye wergirtin]

Endamine Focê Taktîkî ya polîsê Selahedînê 28ê Adarê li paşmahîyên DAIŞê li deverên dûr ên parêzgehê digerin. [Wêne ji Focê Taktîkî ya Selahedînê hatiye wergirtin]

Birêveberîya polîsê Selahedînê Çarşemê (20ê Gulanê) ragihand ku heşt paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyonên ewlehî de li bakurê parêzgeha Selahedînê hatin kuştin.

Sêşemê polîsê agahîyin der barê pênc paşmahîyên DAIŞê de wergirtin ku derbasî parêzgehê bûbûn û berê xwe didan Sikerîyê, ku 40 kîlometreyan dikeve kûrahîya girava Bêcê, birêveberê medyaya polîsê Selahedînê emîd Mihemed Cibûrî ragihand.

Wî ji Diyaruna re got ku birêveberîyê yekser hêzeke mezin ji focên awarte, operasyonên taybet, focê taktîkî, hêzên hewalgirî û dijî-terorîzm ava kir, her wiha yekîneyên endezyarîya teqemenîyan jî.

Li gorî Cibûrî, "hêzê berê xwe da devera ku terorîst lê bûn û şerine dijwar rû dan û di encamê de herpênc terorîst hatin kuştin".

Wî destîşan kir ku tu ziyan negiheşt refên hêzên ewlekarîyê, da zanîn ku wan dest danî ser pîkap û motorekî endamên DAIŞê jî.

Di bûyereke din de, hêzên hevbeş ji polîsê Selahedînê û yekîneyin ji hêzên ewlekarîyê yên parêzgeha Nînewa û Enbarê êrîşî veşartegehekê li devera Cezîra ya dirêjî navçeya Hetrayê dibe kirin.

Wî da zanîn ku "sê terorîstên li wir xwe asê kiribûn di êrîşê de hatin kuştin".

Wî got ku deverên biyabanî li rojavayê Selahedînê parastî ne, destnîşan kir jî ku "çi derbasbûnek an binpêkirinek ji hêla dijmin ve pêk were dê bilez were dîtin û çareserkirin".

Cibûrî daxuyand ku raportên ji çavkanîyên hewalgirî her wiha ji welatîyên ku bi polîsê re di nava hevahengîyê de ne "piştevanîya pêwîst bo serkeftina hemû operasyonan pêşkêş dikin".

Cibûrî anî ziman ku DAIŞ êşa kêmbûna piştevanîya xelkê jê re dikişîne, "ku ev jî bêhtir hêzê dide me da [paşmahîyên DAIŞê] têk bibin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500