Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD), bi piştevanîya hevpeymanîya navdewletî, dest bi operasyoneke berfireh dijî-terorîzmê li gundewarê Dêra Zorê û Reqayê kiriye da bide ser pişta şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).
Pêngav berî çend rojan li rojhilatê Sûrî dest pê kir, piştî hêzên ewlekarîyê raportin der barê hebûna şanên razayî li gelek deverên gundewarê Reqa û Dêra Zorê wergirtin, efserê QSD Ferhad Xoce wiha ji Diyaruna re ragihand.
Wî got ku ji çaxê dest pê kiriye, hêzên ewlekarîyê bi ser gelek cih û stargehên ku endamên DAIŞê weke veşartgeh bi kar tanîn de girtin.
Xoca anî ziman ku hêzên dijî-terorîzm ên QSD êrîşan bi piştevanîya asmanî ya helîkopterên hevpeymanîya navdewletî pêk tînin, da zanîn jî ku hejimarek ji endamên DAIŞê hatine kuştin an girtin di vê pêngava li dar de.
Li gundewarê rojhilatê yê Dêra Zorê, operasyon li Bisêra pêk hatin, ku du endamên DAIŞê hatin kuştin û yê sisîyan li nêzî navenda çandî hate girtin, û li bajarokê Hemer jî du endamên DAIŞê di êrîşekê de hatin girtin.
Xoce dîyar kir ku "operasyona herî mezin li bajarê Shêl bû, ku şerine dijwar di navbera hêzên ewlekarîyê yên bi serdegirtinê ve rabûn û endamên DAIŞê de rû dan, ku ew li malekê li nêzî çerxerêya Etal veşartî hatin dîtin".
Wî dîyar kir ku êrîş herwiha li ser gundên Zîr û Zîban û malekê li bajarokê Mensûra li rojavayê gundewarê parêzgeha Reqayê jî pêk hatin, ku du endamên DAIŞê hatin girtin.
Wî got ku hêzên QSD hîna pagerine himbiz li rojhilatê gundewarê Reqayê pêk tînin da li pey endamên DAIŞê yên ji ber êrîşan revîyane bikevin.
Xoce da zanîn ku êrîşan encamine baş bi dest xistin, ku jimareke endam û serkideyên DAIŞê hate girtin an kuştin, û her wiha jimarek mezin a çek, cebilxane, alavên hevpeywendîyê û belgeyên girîng hat desteserkirin.