Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî û Hevpeymanîya Navdewletî veşartgehên DAIŞê li Kerkûkê armanc dikin

Xalid Taî

Endamên Ajana Dijî Terorîzmê ya Îraqî roja 18ê Gulanê operasyonekê li dijî veşartgehên DAIŞê li bakurê-rojavayê Kerkûkê pêk tînin. [Wêne ji Ajana Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Endamên Ajana Dijî Terorîzmê ya Îraqî roja 18ê Gulanê operasyonekê li dijî veşartgehên DAIŞê li bakurê-rojavayê Kerkûkê pêk tînin. [Wêne ji Ajana Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ajana Dijî Terorîzmê ya Îraqî Duşemê (18ê Gulanê) êrîşine asmanî yên parêzî li dijî veşartgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bakurêp rojavayê Kerkûkê pêk anîn.

Hêzeke Fermandarîya Operasyonên Taybet ya 2yê ya Ajana Dijî Terorîzmê ya Îraqî, bi piştevanîya balefirên şer ên hevpeymanîyê, operasyonek li navçeya Dibis pêk anî, peyvdarê ajansê Sebah Numan ji Diyaruna re ragihand.

Wî dîyar kir ku lêdanên asmanî bûn encama wêrankirina heşt şikeftan li zincîra çiyayê Xorayê, ku ew mîna veşartgeh û depoyan dihatin bikaranîn.

Wî da zanîn ku ev bombebarankirina dijwar bû encama kuştina hejmarek ji milîtanan, "lê heta aniha hejmara wan nehatiye naskirin ji ber êrîşên asmanî veşartgeh bi temamî wêran kirin û ew kirine kavilên bi erdê vê".

Operasyoneke Ajana Dijî Terorîzmê ya Îraqî û balefirên şer ên Hevpeymanîya Navdewletî ku 18ê Gulanê hat lidarxistin bû encama wêrankirina heşt veşartgehên DAIŞê û kuştina hejmarek ji çekdaran. [Wêne ji Ajana Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Operasyoneke Ajana Dijî Terorîzmê ya Îraqî û balefirên şer ên Hevpeymanîya Navdewletî ku 18ê Gulanê hat lidarxistin bû encama wêrankirina heşt veşartgehên DAIŞê û kuştina hejmarek ji çekdaran. [Wêne ji Ajana Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî da zanîn ku hêzên ewlekarîyê herwiha ramaliştineke berfireh li devera li nêzî giran pêk anî bo piştrastbûn ku tu veşartgehên din ên DAIŞê li wir tune ne.

Êrîşên parêzî

Numan daxuyand ku ev êrîşa dawî beşeke ji stratîjîyeke berfirehtir a ajansê bo pêkanîna êrîşên asmanî yên parêzî li ser bingeha xebatên hewalgirî yên ast-bilind û hevahengîkriina bi Hevpeymanîya Navdewletî re.

"Ev êrîş teqez dike ku em berdewam in di xebatên jinavbirina terorîstan de, û em dê rê nedin wan ku ew cihê pêyê xwe bi rehetî [li Îraqê] peyda bikin," wî ragihand.

Numan got ku DAIŞê di dema dawî de êrîşên xwe li deverên çiyayî û biyabanî zêde kirin bo bilindkirina moralê rêxistinê.

Wî teqez kir ku paşmahîyên DAIŞê hewl didin ku sûdê ji rewşa li welat û herwiha petaya vayrûsa Koronayê (COVID-19) werbigirin, lê "hêzên me li hemberî wan in û dê hemû hewlên xwe bikin bo nehêlin ku ew derfetê bibînin ku careke din xwe bi rêxistin bikin".

"Balefirên şer ên hevpeymanîyê herî kêm 11 êrîşên asmanî li ser cihên terorîstan pêk anîn, li ser bingeha agahîyên ku ajansê ji çavkanîyên hewalgirî wergirtine," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500