Nûçeyên Iraqê
Penaber

Xûzeyên Sipî agiran li Idlib û Helebê vedimirînin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Konek li kampeke bêwarîyê li herêma Idlibê bi temamî şewitî ji ber xaza xwarinê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Konek li kampeke bêwarîyê li herêma Idlibê bi temamî şewitî ji ber xaza xwarinê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Tîmên vemirandina agir ên Xuzeyên Sipî xebatan didin pêş bo vemirandina agirên gur ên ji ber germahîya zêde û rewşa hewayê ya ziwa li beşinan ji parêzgehên Idlib û Helebê, ligorî endamekî wê rêxistina mirovî.

Pileya germahîyê ya gihaye 40 Celsius faktorekî sereke ye di belavbûna agirên vê dawîyê de li kampên bêwarîyê û deverên çandinîyê, endamê Xûzeyên Sipî Xalid Xetîb ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku gelek agir li kampên bêwarîyê qewimîn, agirê herî mezin herî kêm 40 kon li kampa Sedeqayê li gundewarê bakurî yê Idlibê şewitandin.

Wî anî ziman ku konine din jî ji ber agir ziyan gihişt wan, vê yekê zor li gelek niştecihên kampê kir ku ji deverê birevin, ji tirsa belavbûna agir.

Endamekî Xûzeyên Sipî agirê bi zevîyekî genim ketiye vedimirîne li gundewarê rojhilatî yê Helebê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî agirê bi zevîyekî genim ketiye vedimirîne li gundewarê rojhilatî yê Helebê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî avê bi serê xwe dadike piştî wî hewl dida ku agirekî li herêma Idlibê vemirîne. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî avê bi serê xwe dadike piştî wî hewl dida ku agirekî li herêma Idlibê vemirîne. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Xetîb got ku berî wê bûyerê, agirek bi kampa bêwarîya ya Selamê ya li nêzî gundê Şêx Yûsifê li gundewarê rojavayî yê Idlibê ket.

Xetîb dîyar kir ku bi giştî agir çêdibe ji ber xelk bi tedbîrên ewlehîya giştî yên girêdayî bikaranîna xaza xwarinê pêbend nabin.

Wî da zanîn ku vê salê agir careke din zadên çandinîyê mîna ceh, genim û zadine din ên amade ne ku werin çinîn li ber xwe dibe.

Wî got ku van şewatên han rûberine berfireh ji gundewarê Idlib û Helebê li ber xwe birin, xesarên darayî yên giran gihandine xwedîyên erdan.

Wî teqez kir ku gelek cotkar tiştekî wan tune ye, ji bilî qezencên ku ew dê ji firoştina zadên xwe bi dest bixin û anî ziman ku bi xesara zadên xwe, her tişt ji dest wan diçe.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Divê haydarî hebe, ji bilî hewcedarîya Sûrîyayê bi anîna hinek berhemên çandinîyê ji ber agiran.

BERSIV BIDE