Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

4 salan piştî DAIŞê, niştecihên Hîtê tawanên ku ji alîyê rêxistina terorîst ve hatin bicihanîn bi bîr tînin

Hesen Obêdî li Bexdayê

Li bajarê Hîtê yê parêzgeha Enbarê projeyên nûavakirinê û şiyankirina binesazîyê tên dîtin piştî çar salan ji derkirina DAIŞê. [Wêne ji Şarederîya Hîtê hatiye wergirtin]

Li bajarê Hîtê yê parêzgeha Enbarê projeyên nûavakirinê û şiyankirina binesazîyê tên dîtin piştî çar salan ji derkirina DAIŞê. [Wêne ji Şarederîya Hîtê hatiye wergirtin]

Niştecihên Hîtê li rojavayê parêzgeha Enbarê salvegera çarem ya rizgarkirina bajarê xwe ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi awayekî cuda vê salê pîroz dikin ji ber petaya vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19).

Wan alên Îraqî li meydan û kolanên sereke yên bajar hildan, û wêneyên qurbanîyên rêxistinê nîşan dan û tawanên wê bi cih anîn di stasyona radyoya xwecihî de bi bîr anîn.

Di 29ê Nîsana 2016an de, Fermandarîya Operasyonên Îraqî yên Hevbeş li Bexdayê bidawîkirina "Operasyona Pisîka Biyabanê" îlan kir teqrîben piştî heft heftîyan ji destpêkirina wê di 12ê Adarê de.

Operasyona bi birêveberîya hêzên Îraqî yên hevbeş li gel piştgirîya cewî ji alîyê hevpeymanîya navdewletî ve, rizgarkirina Hîtê û derdora wê û derkirina çekdarên DAIŞê bi temamî encam da piştî ew rastî xesarên giran hatin.

Kolanên Hîtê careke din têne ziftkirin weke beşekî ji projeyên nûavakirinên yên piştî DAIŞê. [Wêne ji Şarederîya Hîtê hatiye wergirtin]

Kolanên Hîtê careke din têne ziftkirin weke beşekî ji projeyên nûavakirinên yên piştî DAIŞê. [Wêne ji Şarederîya Hîtê hatiye wergirtin]

Di salvegera çaremîn de, çalakgeran wêneyên endamên hêzên ewlekarîyê yên di şerê rizgarkirina bajar de hat kuştin hildan û dîyarî jî ji malbatên wan re belav kirin.

Mizgefta Kelehê ya Kevin sê caran kebirand (Elahu Ekber) bi nimêja esrê re di 28ê Nîsanê de daku boneyê pîroz bikin.

Tawanên hovane nayên jibîrkirin

"DAIŞê trajedîyên xirab pêk anîn û tawanên tirsyar li bajar bi cih anîn, û Niştecih vê rojê weke rojeke xweş reçav dikin û spasîya her kesê ku alîkarî bi wan re kir daku azadîya bajarê xwe vegerînin," şaredar Hîtê Muhened Obêdî ji Diyaruna re ragihand.

Çalakger Elî Nimrawî ji Diyaruna re ragihand ku ew di kampeke bêwarîyê de li tomarkirineke vîdyo yên şeran temaşe dikir dema peyvdarê serbazî yê Îraqê rizgarkirina Hîtê îlan kir.

"Tu kes dê wê rojê ji bîr neke," wî got.

Wî got ku îro nûavakirin li dar e, her çiqas hêdî be jî, û bajar jî bi ser xwe ve tê.

"Ev yek girîng e, piştî ku aramî vegeriyaye tevî ku birînên kûr ên ku DAIŞê di dilên Niştecihan de hiştine, di nav wan de sêwî, jinebî, şehîd û kesên kêmendam," wî anî ziman.

Şêx Muhemed Nimrawî, kesayete Hîtê ya navdar, got ku ziyan û qurbanî dê ji wiha mezintir ba eger ne ji xebatên hevpeymanîya navdewletî ba, ya ku balefirên wê yên şer cihên rêxistinê armanc kirin, û dihişt ku hêsantir be ji hêzên Îraqî re ber bi bajar ve bi pêş ve biçin.

"Ez endamekî encumenên êlan bûm ên ku şerê DAIŞê dikirin û di êrîşê de beşdar bûm û ez bi vê yekê serbilind im," wî ji Diyaruna re got. "Divê ev roj semboleke girîng di jîyana Niştecihên Hîtê û deverên derdora wê de bimîne."

Hêzên êlan û yên Îraqî dane dûv DAIŞê li gund û deverên gundewarî li dora Hîtê. "Me bira û heval ji hemû pêkhatîyên gelê Îraqî ji dest dan ên ku di êrîşê de bi me re beşdar bûn," wî got.

Serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Enbarê Naiîm Kûd got ku Niştecihên Hîtê bi salvegera rizgarkirina bajarê xwe re weke serkeftineke ku divê were bibîrnîn didin û distînin.

"Tevî qeyrana tendirustî û qedexekirina çûnûhatinê ya ne tam ku li ser hemû bajarên Enbarê hatiye serpandin, em pê dihesin ku destpêşxerîyên ji alîyê çalakgeran ve hatin pêkanîn bo bibîranîna salvegerê tiştekî ser mirov pê bilind e," wî got.

"DAIŞê tawanên tirsyar li Hîtê bi cih anîn ku di wan de bêtirî 2,000 qurbanîyan ji hemû birên Niştecihan di wan de çûn, ên bi kom hatin kuştin ji ber red kirin ku soz bidin ku ew dilsozên rêxistinê bin," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Herwiha ev jî weke şehîd û lehengan tên pîrozkirin û bibîranîn," wî got.

Xelasbûna ji DAIŞê

Her bajarekî Îraqî ku ji alîyê DAIŞê ve hatibû dagirkirin aniha roja rizgarkirina xwe ji rêxistinê nîşan dide û tawanên ku wê bi cih anîn bi bîr tîne, parlementerê Îraqî Muhemed Kerbûlî got.

"Di nerîna min de, ev tiştekî girîng e ji ber ew yeksan weke parastina li dijî her rêxistineke terorîst an îdyolojîyeke ku difikire di pêşerojê de derkeve holê ye," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Divê hev dem bi salvegera rizgarkirina bajar re spasdarî û nirxandin hebe ji her kesê ku alîkarî bi me re kir da ku em bajar ji nav lepên DAIŞê vegerînin," mamosteya dibistana amadeyî û çalakgera di warê mafên jin û zarokan de Medîha Omer Hîtî got.

"Aniha em bi rêxistinên Amerîkî, Ewropî û rêxistinên NY û yên navdewletî re hevkarîyê dikin daku em gelek sektoran li bajar şiyan bikin, bi taybet sektorê perwerdeyê," wê ji Diyaruna re got.

Wê dîyar kir ku herwiha workşop û kors tên lidarxistin bo alîkarîkirin bi qurbanîyên DAIŞê re.

"Em pê dihesin ku bajar bi awayekî berdewam bi ser xwe ve tê û gelekî ji berê xweşiktir e ji ber tiştekî tenê: aniha em nirxê bajarê xwe nas dikin û bêtir jê hes dikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500