Pispor dibêjin ku xwenîşandanên cemawerî li navenda cihê Şîie li başûrê Îraqê ku di wan de xwepêşander derketine dijî hejmûna Îranê ya bêhed di welatê wan de, ev yek hilweşîna stratejîya Îranê nîşan dide, ya ku xwe weke piştgir ji Şîeyên Îraqî re pêşkêş dike.
Îranê demeke dirêj hewl da ku hejmûna xwe li Îraqê qayim bike di rêya çêkirina milîsên dilsozên wê û berfirehkirina hejmûnê li ser desthilatdarîya olî ya Şîe li Necefê.
Tevî van xebatan, hejmûna Îranê dimîne perawêzî û lawaz, şêwirmendê Navenda Îraqî bo Lêkolînên Stratejî Xazî Fêsel Husên ji Diyaruna re ragihand.
Wî got ku Şîeyên Îraqê xwedî nasnameyeke Erebî ya xurt in, ligel têkilîyên xurt bi Necefê re.
Wî got ku ev têkilî "kûr û qayim in, tevî xebatên Îranê û wekîlên wê yên berdewam daku eqîdeya Wîlayet el-Feqîh bi çi awayî be jî bisepînin, ne tenê li Îraqê lê li herêmê û li seranserî cîhanê".
Wîlayet el-Feqîh daxwaz dike ku dilsozên Serkirdeyê Bilind yên Îranî Elî Xameneî bin.
Rejîma Îranî "bi awayekî çalak wêneyeke sexte han dide ku hemû Şîe piştgirîya Îranê dikin an dilsozên Xameneî ne, dema ku bi rastî tenê hin tekekes û kom li ecindeyên Îranî bi xwedî derdikevin", Husên got.
Desthilatdarîya olî li Necefê bi awayekî xurt li dijî Wîlayet el-Feqîh e û enstîtû navînî û dilsozîya ji welat re hemêz dike, Husên got.
Wî got ku ev rêbaz di "helwestên aqilmend" ên ku oldarê Şî'î yê bilind yê Îraqê Eyetulah Elî Sîstanî de tê dîtin.
Di xwenîşandanên cemawerî yên li Îraqê, weke mînak, Sîstanî êrîşên li ser xwenîşanderên Îraqî şermezar kirin û "piştgirîya daxwazên qanûnî yên gelê Îraqî bo mafên xwe kir", wî got.
Gotara Sîstanî ya "neteweyî û aqilane, ya ku ji alîyê hemû berên Îraqî bi awayekî baş hat pêşwazîkirin, xwedî bandoreke aştîyane bû û alîkarî kir ku nehêle welat ber bi tevlihevîyê ve bişemite, tiştê ku Îran dixwaze", Husên got.
"Ev helwest cudahîya binyadî di navbera desthilatdarîya olî ya li Necefê û sazemenîya olî li [Qumê] teqez dike ya ku Îraqî û Îranî bi baldarî nêzî îdîolojî û kiryarên wê dibin," wî got.
Hejmûna Îranê kêm dibe
Hejmûna Îranê li bajarên piranîya wan Şîe li Îraqê "heta asteke mezin lawaz bûye", li gorî lêkolîner Xeys Temîmî, oldarekî berê li Peymangeha Necefê.
"Xelk nema derewên Îranê bawer dikin," wî ji Diyaruna re ragihand, û nikarin bi sloganên ku rejîma Îranî bi kar tîne daku berevanîya kiryar û îdîolojîya xwe bixe werin xapandin.
"Şîeyên Îraqî aniha dijberên herî tund in ji ecindeyên Îranê re, yên hatine kifşkirin ku hewldanek keysbaz in daku nasnameya wan ya neteweyî winda bike û wan dûrî çand, dîrok û hestê nasnameyê bixe," Temîmî got.
Rejîma Îranî hewl dide ku Şîeyên Îraqê ji herêmê û civaka navdewletî îzole bike "weke hewldanekê da dest deynin ser saman û dewlemendîyên wan", wî got.
Xwenîşandanên cemawerî nameyeke şermezarkirinê ya zelal ji Pasdaran re şand "û ji piştgirîya ew ji milîsan re dabîn dikin a ku xizmeta berjewendîyên Îranê dikin û yên ku yekser berpirs in derbarê çewisandin û hejartîyê", Temîmî got.
Wî got ku Îran nema dikare bawerî û piştgirîya Şîeyên Îraqê bi dest bixe, herwiha li Libnan, Sûrîya û li deverine din, ji ber "destwerdana wê û siyaseta ziyandar ya ku ji bilî bobelat û kirîzan ji herêmê re neanîn".
Îraqî çalakîyên Pasdaran red dikin
Hemû çînên Îraqî çalakîyên Pasdaran û yên milîsên girêdayî wê red dikin, parlementerê Îraqî yê berî Mîsal Alûsî ji Diyaruna re teqez kir.
Wî got ku milîsên Îran piştgirîya wan dike "gefeke terorîst ya cîhanî" çêdikin ji ber tawanên wan û binpêkirina wan ji qanûna navdewletî re ya ku aramîya herêmî kêm dike û tayifgerîyê jî gur dike.
Wî got ku kiryarên wêranker ên Pasdaran "hiştin ku bibe dijminê yekem li Îraqê, ji ber ew çekên kujer ji milîsên Îraqî re dabîn dike û alîkarîyê bi wan re dike daku hejmûn û gendelîya xwe berfireh bikin, weke hewldanekê bo parastina hejmûna Îranê".
Weke beşekî ji piştgirîya wê ji van milîsan re, Pasdaran di van herdu salên dawî de ew bi alîkarî û pisporîyê dabîn kirin daku "sîstemeke elektronî ya hevgirtî" li başûrê Bexdayê Curf el-Sexr ava bikin, Alûsî got.
Wî got ku ev yek dihêle milîs karibin rê li ber têkilîyên ji sazemenîyê Îraqî bigirin û sîxurîyê li berpirsên Îraqî bikin, herwiha li mîsyon û balyozxaneyan û ev yek "binpêkirineke cidî ye ji serwerîya welat û têkilîyên derveyî re".