Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êlên Kerkûkê tevlî şerê li dijî DAIŞê dibin

Xalid Taî

Şervanine êlên Hewîcayê li rojavayê parêzgeha Kerkûkê 8ê Gulanê beşdarî operasyoneke hevbeş ligel hêzên Îraqî bûn da paşmahîyên DAIŞê li deverên xwe têk bibin. [Wêne ji înternêtê hatiye wergirtin]

Şervanine êlên Hewîcayê li rojavayê parêzgeha Kerkûkê 8ê Gulanê beşdarî operasyoneke hevbeş ligel hêzên Îraqî bûn da paşmahîyên DAIŞê li deverên xwe têk bibin. [Wêne ji înternêtê hatiye wergirtin]

Bi hezaran şervanên êla Hewîcayê piştevanîya xwe ji hêzên ewlekarî yên Îraqî re ragihand ku dê paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li deverên xwe têk bibin, berpirsekî Îraqî Duşemê (11ê Gulanê) ragihand.

Êlên Hewîca yên li rojavayê parêzgeha Kerkûkê -- di nav de Ebul Cebir, Ebul Cehş û Sebîeyîn -- dîyar kir ku ew ê bi hêzên ewlekarîyê re hevahengîyê bikin da DAIŞê ji kokê ve rakin, Nacî Hewas, serokê encumena herêmî ya Hewîcayê wiha ji Diyaruna re got.

Ev hoz "10,000 şervanên xwe xistine amadebaşîyê da alîkarîyê bidin yekîneyên serbazî di çi pêngaveke lêgerînê de yên endamên terorîst dikin armanc".

Wî got ku Înê, şervanên êlan bi hêzên polîsê federal, Firqeya 14an a artêşê û hêzin ji Lîwaya 56an ên Heşda Şaebî re, ligel parastina asmanî ya Îraqî, beşdarî yekemîn operasyona lêgerînê ya hevbeş bûn.

Şervanine êlên Hewîcayê hevahengîyê bi yekîneyên serbazî re dikin da deverên xwe ji paşmahîyên DAIŞê biparêzin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê hatiye wergirtin]

Şervanine êlên Hewîcayê hevahengîyê bi yekîneyên serbazî re dikin da deverên xwe ji paşmahîyên DAIŞê biparêzin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê hatiye wergirtin]

Hewas anî ziman ku "di operasyonê de, deverên berpirsyatîyê dabeşî gelek sektoran bûn, her yek bi awayekî hevbeş ji alîyê yekîneyên ewlekarîyê û şervanên êlan ên li wir dijîn hat pişkinînkirin".

Armanckirina şanên raz

Hêzên Hevbeş rûberên berfireh ên deverên ku ji çemê Zapê heya cihê ku bi çemê Dicleyê re digihên hev -- nêzî 30 kîlometreyan pişkinînin kirin di nav de bilindahî û deştên nêzî navenda Hewîca û navçeya Ebasî.

Wî dîyar kir ku operasyonê "tu veşartgehên terorîstan venedît", lê hişt deverên armanckirî werin parastin û kontrolkirin û gefên terorîstan werin bidûrxistin".

Hewas anî ziman ku ev yek destpêka operasyonên mezintir e.

Wî dîyar kir ku "piştî hewldanên DAIŞê ên jinûveçalakkirina şanên xwe yên razayî û berdewamkirina çalakîyên xwe, êl îroj dixwazin helwestên xwe yên niştimanî vejînin û bi hêzên ewlekarîyê re li dijî vegera terorîstan rawestin".

Hewas da zanîn ku endamên DAIŞê hîn li deverên çiyayî li nêzî Hewîcayê dîmînin û êrîşine cihê pêk tînin û di rê ne raz re çûnûhatinê dikin, ew jî bi awayê komikên biçûk ku ne zêdetirî çar endaman in, ji tirsa armanckirinê.

Wî got ku van paşmahîyan vê dawîyê êrîş birin ser navendên ewlehîyê yên li deverên Multeqa, Riyad û deverên ku diçin çiyayên Mexmûrê.

Hewas dîyar kir ku "em ê nehêlin ev terorîstên newêrek dûrîdest bimînin û em dê bi hêzên xwe re kar bikin da wan derxînin û wan bi giranî ceza bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500