Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Rêxistina Amnesty rejîma Sûrîyayê û Rûsya bi pêkanîna ''tawanên şer" li bakurê-rojavayê Sûrîyayê tawanbar dike

AFP

Jineke bêwar a Sûrî û keça xwe di kolanekê re dimeşin, kolana ku ji ber êrîşên asmanî yên rejîma Sûrîyayê wêran bûye, li bajarokê Erîhayê li başûrê Idlibê, roja 5ê Nîsanê. [Arif Weted/AFP]

Jineke bêwar a Sûrî û keça xwe di kolanekê re dimeşin, kolana ku ji ber êrîşên asmanî yên rejîma Sûrîyayê wêran bûye, li bajarokê Erîhayê li başûrê Idlibê, roja 5ê Nîsanê. [Arif Weted/AFP]

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) Duşemê (11ê Gulanê) ragihand ku wê 18 êrîş li bakurê-rojavayê Sûrîyayê belgeh kirine, ku rejîma Sûrîyayê û hêzên Rûsî sala par pêk anîbûn, ku digihêjin asta "tawanên şer".

Hêzên rejîma Sûrîyayê, bi piştevanîya Rûsyayê, ji dawîya Nîsana 2019an de du operasyonên xwînrêj li parêzgeha Idlibê pêk anîn, parêzgeha ku warê dora sê milyon kes e.

Agirbest heta radeyeke bilind ji destpêka Adarê de berdewam e, lê bi sedên hezaran bêwar bûne û ew pir pişta xwe bi alîkarîyên mirovî bo debara xwe girê didin, ku herêm amadekarîyên egera belavbûna vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19) dike.

Rêxistinê got ku wê 18 êrîş li ser navendên bijîşkî û dibistanan belgeh kirin, çi ji alîyê rejîmê û çi ji alîyê Rûsyayê ve di heyama di navbera 5ê Gulana 2019an û 15ê Sibata îsal de, li asêgeha opozîsyonê û li derdora wê.

"Belgeh dîyar dikin ku hemû êrîşên belgehkirî yên hêzên rejîma Sûrî û Rûsî hejmareke pir gelek ji pinpêkirinên mezin ji yasayên mirovî yên navdewletî pêk tînin," rêxistinê got.

"Ev binpêkirin mezin in û di asta tawanên şer de ne."

Amnesty got ku bûyer ji sê êrîşên bejayî û du êrîşên bi bermîlên teqîner ji alîyê rejîma Sûrîyayê pêk tên, ligel êrîşên asmanî yên ji alîyê herdu alîyan an alîyekî ve.

Piranîya êrîşan di Kanûna Duyem û Sibatê de hatine pêkanîn, di operasyona dawî de, ya ku ji Kanûna Yekem ve bûye sedema kuştina 500 sivîlanû bêwarbûna milyonek kes, rêxistinê got.

Rêxistinê dîyar kir ku di nav êrîşên hatine belgehkirin deêrîşên asmanî yên Rûsî li nêzî nexweşxaneyekê li Erîhayê di 29ê Kanûna Duyem de, ya ku herî kêm du avahîyên niştecihbûnê bi zemînê ve kirin û 11 sivîl kuştin.

Amnesty herwiharejîma Sûrî bi pêkanîna êrîşekê li ser dibistanekê tawanbar kir, bi rêya cebilxaneyên weşîamêz ên ku sê kes li bajarê Idlibê di 25ê Sibatê de kuştin.

"Êrîşa herî dawî bi awayekî kirêt û sîstematîk berdewam kir, bi armanca ku komelgehên sivîl bibizdîne," birêvebera herêmî ya Amnesty Hîba Mureyif.

"Rûsyayê piştgirîya serbazî ya giranbuha berdewam kir -- di nav de pêkanîna êrîşên asmanî yên pir xerab -- tevî hebûna belgeh û nîşanên ku ev yek rê li ber pêkanîna artêşa Sûrî ji tawanên şer û tawan li dijî mirovahîyê re xweş dike."

Pevçûnan dijwar li Idlibê

Hevdem, pevçûnên li bakurê-rojavayê Sûrîyayê 48 çekdarên rejîmê û tundrew kuştin, ku ev rêjeya herî bilind a mirinê ye ji dema destpêkirina agirbestê berî du mehan, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Rewangehê da zanîn ku berî berbanga Yekşemê, hêzên çekdar êrîş birin ser çeperên çekdarên ser bi rejîmê ve, yên li tenîşta rojavayî ya herêma Idlibê.

Rewangehê got ku pevçûnên li navçeya Sehl Xab bûn encama kuştina 35 çekdarên rejîmê û 13 tundrewan, di nav de çekdarine Huras el-Dîn, a ku ser bi Qaîdayê ve ye.

"Ev rêjeya herî bilind a çekdaran e ji dema ku girêbest ketiye warê bicihanînê," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

"Şer û pevçûn û borduman di navbera herdu alîyan de hebûn, lê ev êrîşa herî tund e heta niha."

Ebdul Rehman got ku pevçûn şeva Yekşemê berdewam bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500