Nûçeyên Iraqê
Medya

Facebook bi sedan hesabên girêdayî Rûsya û Îranê bi dawî dike

Caravanserai

Facebookê bi sedan hesabên torên civakî bi dawî kirin ku berî nexweşîya vayrûsa Koronayê hatibûn çêkirin lê "bi awayekî keysbar" belavokên der barê Koronayê de bi kar tanîn da xelkê bidin dora xwe û wan tevlî tora xwe bikin. [Olivier Douliery/AFP]

Facebookê bi sedan hesabên torên civakî bi dawî kirin ku berî nexweşîya vayrûsa Koronayê hatibûn çêkirin lê "bi awayekî keysbar" belavokên der barê Koronayê de bi kar tanîn da xelkê bidin dora xwe û wan tevlî tora xwe bikin. [Olivier Douliery/AFP]

Komek hesabên zêde yên torên civakî li Rûsya û Îranê ku girêdayî torine ku kampanyayên bandorkirinê bi rê ve dibirin ji alîyê Facebookê hatin paqijkirin bi armanca têkbirina xapandina bîyanî li ser malpera xwe.

Facebookê ev gav li ser malpera xwe Sêşemê (5ê Gulanê) ragihand, ku dibêje wê di Nîsanê de hesab avêtin weke beşekî xebatên wê yên paqijkirina sehnayên xwe ji agahîyên xapînok û hesabên sexte yên bo betalkirina hilibijartin û civakê bi awayekî giştî hatibûn çêkirin.

Li gorî Facebookê, hesabên hilawestî -- yên jimara wan bi sedan bû-- li ser Facebook û Instagramê çalak bûn, ku herdu jî sehneyên wê ne, û bi heşt toran ve girêdayî bûn.

Ligel betalkirina hesabên Rûsî û Îranî, ku Facebookê got ew li ser asteke navdewletî dixebitîn, kompanîyê du tor li Goricistanê û du li Amerîkayê rawestandin.

Facebookê 5ê Gulanê dîyar kir ku wê bi sedan hesabên nêçîrê yên girêdayî rejîma Rûsya û Îranê girtine. [Pexels.com]

Facebookê 5ê Gulanê dîyar kir ku wê bi sedan hesabên nêçîrê yên girêdayî rejîma Rûsya û Îranê girtine. [Pexels.com]

Ligel ku hemû tor berî belavbûna vayrûsa Koronayê hatibûn çêkirin, Facebook got ku wan dîtiye kesên li paş kampanyan disekinin "bi awayekî keysbar" belavokên Koronayê bi kar tanîn da xelkê bidin dora xwe û wan derbasî tora xwe bikin.

Facebookê di daxuyanîyê de got "em dizanin ku kesên dixwazin xelkê bixapînin-- çi bi rêya xapandina elektronîk an operasyonên bandorbûnê-- hewl didin ji qeyranan sûd bigirin da armancên xwe bi cih bînin, û nexweşîya Korona jê ne cuda ye".

"Reftarekî derewîn"

Li Rûsyayê, Facebookê 46 rûpel, 51 hesab, du kom, û hesabekî Instagramê bi dawî kirin. Ev tor bi zimanî Rûsî, Ingilîzî, Almanî, Spanî, Frasnî, Hungarî, Serbî, Gorcî, Behasaya Endenozî û Farsî belav dikir, ligel balkişandina li ser gelek herêman li seranserê cîhanê.

"Lêpirsîna me ev çalakî bi kesine li Rûsyayê, herêma Donbass û Ukraynanyê û du rêxistinên medyayî li Nîvgirava Qerem ve girêda -- NewsFront û SouthFront," kompanîyaya ku navenda wê li Amerîkayê ye got. "Me ev tor di çarçoveya lêpirsînên hundirîn ên refetarên derewîn û hevahengekirî yên ku li herêmê biguman de dît.

Li Îranê, 118 rûpel, 389 hesabên Facebookê, 27 kom, û şeş hesabên Instagramê hatin avêtin.

Facebookê dîyar kir ku naverok li Îranê hatibû çêkirin û bal kişandibû ser welatên mîna Cezayîr, Bengladiş, Bosna, Misir, Xana, Lîbya, Mûrîtanya, Mexirb, Nîjerya, Senîgal, Sêra Lîyon, Somalya, Sûdan, Tenzanya, Tûnis, Amerîka, Brîtanya û Zîmbabwê.

Facebookê dîyar kir ku "lêpirsîna me ev çalakî bi Desteya Ragihandinê ya Komara Îranê ya Îslamî ve girêda".

Kampanyayeke berdewam

Gava ku Facebookê daye destpêkirin dawîn gavên ku ji alîyê tora civakî ve pêk hatiye ye da xapandina bîyanî were têkbirin di nav de xebatên xurtkirina hinek peyamên sîyasî bi awayekî çêkirî, ku pirê caran xwedî agahîyên şaş in.

Facebookê di Sibatê de got wan bi dehan hesabên girêdayî hewalgirîya serbazî ya Rûsyayê girtine weke dawîn xebatên rakirina xapandinê ji sehneyên tora civakî.

Vê torê ku navenda wê li Rûsyayê ye, û ji 78 hesabên Facebookê û çarên Instgramê pêk dihat, bi awayekî sereke bal kişandibû ser Ukrayana û welatên cîran û belavokên girêdayî şerê li Sûrîyayê, nakokîyên nijdaî li Nîvgirva Qerem û xistina balafireke Malîzî 2014an li Ukrayanayê belav dikirin.

Cotmeha borî, kompanîyê got wan jimarek hesabên girêdayî Rûsyayê girtine ku xwedîyên wan hewl didan di nîvê 2020an de destwerdanê li hilbijartinên Amerîkayê bikin.

Gulana 2019an, Facebookê jimarek rûpel, kom û hesabên li Rûsyayê çêkirî bi dawî kir ligel kampanyayek berdewam a bandorbûna ziyandar ku gelek herêm dikir armanc, di nav de Asyaya Navîn.

Adara 2019an, kompanîyê bêhtirî 2,600 rûpel û hesabên li Rûsyayê bi dawî kirin ku beşdarî kampanyaya bandorbûna ziyandar bi awayekî hevahengekirî li ser Facebook û Instagramê dibûn.

Nîsana 2019an, Facebookê ragihand ku wan bi sedan hesabên Facebook û Instagramê ku girêdayî "faktorîyeke trollê " ya Rûsî bûn girtin, ku ev kargeh bi bandorkirina raya giştî li seranserê cîhanê tê tawanbarkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500