Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Serokê hewalgirîyê yê berê ligel qeyranên darayî û ya vayrusa Koronayê dibe serokwerzîrê Îraqê

Xalid Taî û AFP

Mistefa Kazimî 7ê Gulanê erkê serokwezîrîyê girt piştî di nava roj û danekê de parlemanê li ser hikûmeta nû erê kir, piştî berbirjêrkirina serokê berê yê Ajansa Hewalgirîyê ya Niştimanî ji alîyê serok Berhem Salih bi mehekê. [Wêne ji parlemanê Îraqî hatiye wergirtin]

Mistefa Kazimî 7ê Gulanê erkê serokwezîrîyê girt piştî di nava roj û danekê de parlemanê li ser hikûmeta nû erê kir, piştî berbirjêrkirina serokê berê yê Ajansa Hewalgirîyê ya Niştimanî ji alîyê serok Berhem Salih bi mehekê. [Wêne ji parlemanê Îraqî hatiye wergirtin]

Serokê berê yê hewalgirîya Îraqî Mistefa Kazimî Pêncşemê (7ê Gulanê) bû serokwezîr bi rasthatina qeyrana aborî ya dijwar, nexweşî û xwepêşandanên nûkirî piştî gelek mehên alozîya sîyasî.

Parlemanê di nava roj û danekê de li ser hikûmeta nû erê kir piştî guhertinên dawî yên di lîsteya kabîneyê de, piştî berbirjêrkirina serokê berê yê Ajansa Hewalgirîyê ya Niştimanî ji alîyê serok Berhem Salih bi mehekê.

Ev hewldana sêyemîn bû da şûngirekî ji serokwezîrê istîfakirî Adil Ebdul Mehdî re deynin.

Berbijêrtina Kazimî yê 53 salî piştî çend hefteyên zextê yên li ser alîyên sîyasî ku pir dabeşkirî bûn hat, di nav de Îrana cîran ku ji têkilîyên wî yên bi Amerîkayê re nîgeran bû.

Serokwezîrê nû soz da ku hevsengîyê bixe navbera alîyên rikber Tehran û Waşingtonê, ku ji 2018an ve nakokîyan kûr dikin.

Kazimî telefonek ji alîyê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo wergirt, ku wî efûyeke 120 rojî ji sizayên Amerîkî, da Îraq gazê ji Îrana cîran bikire, îlan kir.

Wezareta Derve anî ziman ku destjêkişandin "nîşaneke ku em dixwazin alîkarîyê bidin da rewşine guncawtir ên serkeftinê peyda bikin".

Serokwezîrê ku wîlayeta wî bihurî Adil Ebdul Mehdî di dawîya sala par de istîfa kir piştî çend mehên xwepêşandanan ên li dijî gendelî, bêkarî û çîna sîyasî ya ku ew weke alîgireke Îranê didîtin derketibûn.

Nîvhikûmet

Parlamenterên Îraqî, yên dûrbûna civakî pêk tînin û mask û lepik bo nebelavbûna vayrûsa Koronayê (COVID-19) li xwe kirine, li ser 15 wezîran ji eslê 22 rûniştekên kabîneyê erê kirin.

Hîna şûna heft wezaretan -- di nav de wezareta derve û ya pertolê-- vala ne ku partîyên sîyasî li ser paran pev dikevin.

Ji nava wezîrên ku hatine erêkirin di nav de ew erkên darayî yên hestyar, ya hundir, berevanî, tenduristî û kehrebeyê -- yanî piranîya wezîrên ku Kazimî dixwaze da kabîneya wî karibe bijî.

Hikuemta nû dixwaze zû hilbijartinan li dar bixe ku weke derfetekê bo dîsa rihê sîyasî vegere welêt tê dîtin, lê belê dê herwiha rastî pêşekîyên sîyasî yên lezgîn were.

Banka Navdewletî hişyarî da ku tê payîn îsal aborîya Îraqî heya 9.7% were qurmiçandin û dibe rêjeyên hejarîyê duqat bibin ku bi vê yekê dê rewşa herî kambax di ser welat re derbas bibe ji 2003an ve.

Dibe ku kêmbûna ecêb a ji ber daketina buhayên petrola xav çêbûye kabîneyê neçarî kêmkirina mûçeyên karmendên dewletê bike, tiştê dibe ku bihêle pêline nû yên xwepêşandinan li dijî hikûmetê çêbibin.

Di heman demê de nexweşîya Korona dawî li jîyana bêhtirî 100 Îraqîyî anîye, û pergala tendurisîtyê ya xerab li welat bi metirsîya zêdebûna rewşên pêketîyan re rû bi rû ye.

Di gotara wî ya şeva din li pêşberî parlemanê, Kazimî soz da ku hilbijartînên zû saz bike û qanûna budceya awarte derbixe.

Sepandina serwerîya Îraqî

Hikûmeta nû heya niha ji wezîrên "jêhatî û pîşedar" pêk tê, Îsam Feylî, mamosteyê zanistên sîyasî li Zanîngeha Mustensiriya, got.

Kazimî "kesayetek di asta yekemîn de ye ku ti nîşaneyên gendelîyê lê xuya nekirin li dirêjahîya karê wî yê di sazîyeke dewletê de, ew jî Ajansa Hewalgirîyê ya Niştimanî bû", wî ji Diyaruna re got.

Feylî got ku lê ev hikûmet rastî xebat û berhengarîyên mezin tê ku ew xistîye testeke zehmet de.

Wî destnîşan kir ku "serkeftin dê ne tiştekî hêsan be, û em hewcedarî hevgirtina hemû hevkarên sîyasî ne".

Feylî anî ziman ku berhengarîya herî tirsnak hebûna çekine ne rewa di destê rêxistin û komên girêdayî alîyan e, yên dixwazin li ser hesabê serwerîya Îraqê û çavkanîyên wê yên xwezayî desthilata xwe fireh bikin.

Di axaftina xwe ya li pêşberî parlemanê ya Çarşemê de, Kazimî teqezî li ser girîngîya sepandina serwerîya Îraqê kir di rêya hebûna çekdan tenê di destê dewletê de.

Wî herwiha teqez kir ku divê Îraq ne bingeha pêkanîna êrîş û dijminahîya li ser welatên din be yan jî dikeke şer û destwerdanên bîyanî be.

Feylî dîyar kir ku serokwezîr "xwedî hestekî rastîn e ku hayê wî ji mezinahîya van metirîs û berhengarîyan heye di nav de û berî her tiştî şerê li dijî rêxistinên terorîst û misogerîya ku ew ê careke din lingê xwe ranedin".

"Xurt û serbixwe"

Ehmed Sebrî yê 44 salî, hêvî dike ku hikûmeta heyî dê "ji yên berî xwe cudatir be û rewşê sar bike," wî wiha ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman ku "piştevanîya me ji hikûmetê re xwe dispêre bilez pêkanîna hemû daxwazên me û êdî gavên rastîn bo rûbirûbûna gendelî, hejarî û bêkarîyê werin avêtin".

"Em ê piştevanîyê bidin hikûmetê û li gel wê bisekinin madem xurt û serbixwe ye, û madem nahêle destwerdanên derveyî di karûbarên welatê me yên hundir de çêbibin," Ilham Saed ya 41 salî wiha ji Diyaruna re got.

Wê dîyar kir jî ku divê ew serwerîya dewletê li dijî kesên derqanûnî biparêze.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500