Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Artêşa Îraqî rêya navdewletî ya diçe Erebistana Siûdî ewleh dike

Xalid Taî

Berpirsên serbazî yên Fermandarîya Operasyonên Ferata Navîn temaşeya rewşa xaleke pişkinînê dikin li ser rêyeke ku diçe dergehê sînorî yê Ererê yê bi Erebistana Siûdî re di Hezîrana 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsên serbazî yên Fermandarîya Operasyonên Ferata Navîn temaşeya rewşa xaleke pişkinînê dikin li ser rêyeke ku diçe dergehê sînorî yê Ererê yê bi Erebistana Siûdî re di Hezîrana 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Artêşa Îraqî 28ê Nîsanê ragihand ku ew planekê pêk tîne bo nehêle çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ewlehîya rêya navdewletî ya ku Îraqê bi Erebistana Siûdî ve girê dide têk bidin.

Rê yekane rêya bejî ye ku karwanên hecacîyan digihîne Mekihê û girêdaneke bazirganî ya pir girîng di nava her du welatan dabîn dike.

Plan ji avakirine dîwarekî axî û kolandina xendeqeke bi dirêjahîya 120 kîlometran, ku ji biyabana rojavayî li Kerbelayê digihêje sînorên îdarî yên Enbarê û navçeya Naxib, pêk tê, birêveberê mîdyaya Fermandarîya Operasyonên Ferata Navîn lîwa Fehîm Kerîm ragihand.

Wî da zanîn ku artêşê heta aniha bi dirêjahîya 10 kîlometran kosp danîne, û got ku plan ji "danîna xalên pişkinînê, pêkanîna kemînan û bicihkirina pagerên ewlehî bi hevahengî ligel yekîneyên polîs, zêrevanîya sînor û endamên Heşda Şaebî pêk tê".

Karwaneke hecacîyên Îraqî diçin Erebistana Siûdî bo pêkanîna Hecê, di Tebaxa 2017an de. [Wêne ji Desteya Hec û Umrayê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Karwaneke hecacîyên Îraqî diçin Erebistana Siûdî bo pêkanîna Hecê, di Tebaxa 2017an de. [Wêne ji Desteya Hec û Umrayê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ev xebat ji operasyon û pêngavên himbiz û berdewam bo ramaliştina biyabana rojavayî ya li herdu parêzgehên Kerbelayê û Enbarê dikeve, bi piştgirîya hêza asmanî, pêk tên.

Kerîm got ku armanc ji van pêngavan naskirina veşartgehên DAIŞê û têkbirina planên wan ên pêkanîna êrîşan li ser rêya navdewletî ne.

Kerîm teqez kir ku armanca planê herwiha bihêzkirina Kerbelayê û deverên li derdora wê ne, û da zanîn ku tu êrîşên terorî li biyabana Kerbelayê pêk nehatineji dema revandin û kuştina çend kesên dombelanan difiroşin di sala par de.

"Piştî vê buyerê me çend operasyonên ewlehî dest pê kirin bo paqijkirina biyabanê [ji bermahîyên DAIŞê]," wî ragihand. "Aniha operasyon bi awayekî heftîyane tên pêkanîn."

Wî da zanîn ku kamîrayên dîtina bi şev bi awayekî berdewam biyabanê çavdêrî dikin û xalên pişkinînê û pagerên pêwîst bo parastina hawîrdora Kerbelayê hene, bi taybetî li biyabana rojavayî.

Vekirina dergehê sînorî yê Ererê

Misogerkirina ewlehîya rêya bejahî beşeke ji plana hikûmetê ya dîsan vekirina dergehê sînorî yê Ererê piştî ku Îraqê û Erebistana Siûdî Cotmeha borî ragihandin ku ew dê dîsan dergehê sînorî vekin, piştî dora 30 salan ji girtina dergehê sînorî.

Êrîşên asmanî yên serketî li dijî DAIŞê li biyabana rojavayî ya Îraqê rêxistin lawaz kiriye, tevî hebûna hinek çekdarên ku carinan êrîşên biçûk pêk tînin, êrîşên ku bi taybetî cihên li biyabanê yên parastina wan lawaz armanc dikin, şarezayê warê ewlehî Sefa Asam ragihand.

Ewlehkirina rêya navdewletî beşeke ji operasyonên li dar bo lawazkirina van endaman û bêbeşkirina wan ji delîva wergirtina sûdê ji qeyrana siyasî û petaya vayrûsê Koronayê yê nû (COVID-19), wî ji Diyaruna re daxuyand.

Wî da zanîn ku DAIŞ pir hewl dide ku moralê endamên xwe bilind bike, yên ku di rewşa berevanîyê de ne û şanên razayî yên lawaz pêk tînin bo destpêkirina êrîşan.

Wî daxuyand ku her planeke ewlehî divê xebatên hewalgirî û koleçanê bihundirîne, ligel hebûna karîn pêşketî yên koleçankirinê.

Şarezayê warê ewlehî Muhemed Rubeyî hevbîr e û got ku danînan kospan û kolandina xendeqan bi tenê têra nehiştina xeterîya DAIŞê bi awayekî tam nake.

Wî teqez kir ku plana şerê li dijî DAIŞê biyabana rojavayî û ewlekirina rêya Ererê -- bi navê rêya Hecê tê naskirin -- gerekdarî karîmayên çavdêrîyê û doran û herwiha firokeyên koleçanê ye, ligel pêşxistina têkilîyan bi xelkê deverê re.

Rubeyî got ku DAIŞ dixwaze ku derfetekê bibîne bo isbat bike ku hîn ew heye, "lewra divê em şerê li hember wan bidomînin û merşê ji bin pêyên wan bikşînin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500