Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rûsya êrîşine asmanî li ser deverên li jêr hejmûna Îranê li rojhilatê Sûrîyayê pêk tîne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Pagereke polîsê serbazî yê Rûsî li parêzgeha Dêra Zorê li rojhilatê Sûrîyayê, li cihê ku Feyleqa Pasdarên Îran û milîsên girêdayî wê xwedî hebûneke xurt in. [Wêne ji arab-turkey.com hatiye wergirtin]

Pagereke polîsê serbazî yê Rûsî li parêzgeha Dêra Zorê li rojhilatê Sûrîyayê, li cihê ku Feyleqa Pasdarên Îran û milîsên girêdayî wê xwedî hebûneke xurt in. [Wêne ji arab-turkey.com hatiye wergirtin]

Hêzên Rûsî yên li Sûrîyayê belavkirî êdî derbasî beşê rojhilatî yê welêt dibin, ku piranîya çalakîyên xwe li parêzgeha Dêra Zorê pêk tînin.

Ev dever asêgeha sereke ya Feyleqa Pasdarên Îranê û milîsên girêdayî wê ye, rojnamegerê Sûrî Muhemed Ebdulah dîyar kir û da zanîn ku berfirehkirina Rûsî gefan li desthilata Îranî li vê deverê dixwe.

Wî ji Diyaruna re got "berî niha, hêzên Rûsî dest bi çalakîyên nû li rojhilatê Sûrî kir, û taybet li bajarên Dêra Zor û Meyadînê".

Ebdulah got ku hatiye têbînîkirin ku polîsê serbazî yê Rûsî pagerên gelek li ser rêya bilez a sereke ku diçe bajarê Dêra Zorê pêk tanî, ev yek jî bi "gaveke nû" bi nav kir.

Şandeke serbazî û medyayî ya Rûsî Nîsanê serdana bajarê Dêra Zorê ligel nûnerine rejîma Sûrîyayê kir. [Wêne ji Tora Meyadîn a Nûçeyan hatiye wergirtin]

Şandeke serbazî û medyayî ya Rûsî Nîsanê serdana bajarê Dêra Zorê ligel nûnerine rejîma Sûrîyayê kir. [Wêne ji Tora Meyadîn a Nûçeyan hatiye wergirtin]

Polîsê serbazî yê Rûsî alîkarîyan li sivîlên Dêra Zorê belav dike di gavekê de ku çalakgerên herêmî dibêjin ew hewldanek bo wan ji desthilata Îranê dûr bixin. [Wêne ji Meyadîn Zindî hatiye wergirtin]

Polîsê serbazî yê Rûsî alîkarîyan li sivîlên Dêra Zorê belav dike di gavekê de ku çalakgerên herêmî dibêjin ew hewldanek bo wan ji desthilata Îranê dûr bixin. [Wêne ji Meyadîn Zindî hatiye wergirtin]

Wî anî ziman ku hêzên Rûsî ji 2017an ve ev pager pêk neanîne, ji çaxa ku ew herêm bi awayekî mezin li jêr kontrla Feyleqa Pasdarên Îran û milîsên wê ye.

Ebdulah dîyar kir ku di heftîya dawî ya Nîsanê de, hêzên Rûsî derbasî Meyadînê bûn, ku hemû alên Feyleqê û milîsên wê anîn xwarê, da zanîn jî ku jimarek rojnamegerên Rûs di wê demê de hate dîtin.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, şandeke medyayî ya Rûsî beşdarî geşteke kişandina wêneyan li deverê bûn, weke beşekî xebatên Rûsî da dîyar bikin ku dever ji Îran û hêzên alîgirên wê xalî ye.

Nûbicihkirina hêzên alîgirên Îranê

Ebdulah anî ziman ku Îranî û hêzên girêdayî wê vekişîyan derveyî bajêr û li cihine ku nû hatine avakirin bi cih bûn.

Wî got ku ev hêz hîna li wan deveran in, her wekî hêzên Rûsî jî hîna li bajêr û derdora wê bi awayekî rojane digerin.

Wî teqez kir ku "çalakîya serbazî ya Rûsî li ser erdê hevdem ligel çalakîyeke sîyasî ji hêla hêzên Rûsî ve pêk hat, ku bi nûnerên êlan re beşdarî opeasyoneke tecnîdkirina ciwanan a pir belî dibin".

Wî got ku dibe ku rewş di navbera Rûsya û Îranê de gur bibe, eger berfirehbûna Rûsî bi vî awayî dewam kir, ji ber gefan li berjewendîyên Îranê û ajandayên wê dike.

Îran gelek pere bo van ajandayên xerc kirine da sivîlan bîne alîyê xwe, bi rêya pêşkêşkirina alîkarîyên darayî û piştevanîya milîsên girêdayî xwe, ku endamên wan ji gelek welatan kom kirine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500