Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îraq alîkarîyên awarte dide kesên hewcedar ji ber vayrûsa Koronayê

Xalid Taî

Karmendên hikûmeta Îraqî civîneke rahînanê di 19 Nîsanê de amade dibin, rahînana derbarê dawakarên şayiste bo programa awarte ya taybet bi vayrûsa Koronayê. [Wêne ji Desthilatdarîya Parastina Civakî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Karmendên hikûmeta Îraqî civîneke rahînanê di 19 Nîsanê de amade dibin, rahînana derbarê dawakarên şayiste bo programa awarte ya taybet bi vayrûsa Koronayê. [Wêne ji Desthilatdarîya Parastina Civakî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Biryar heye ku dora du milyon malbatên Îraqî yên kêm-dahat alîkarîyên kaş ên awarte wergirin weke beşekî ji programeke hikûmetê bo alîkarîkirina bi kesên rewşên wan xerab re ji ber girtina giştî ya ji ber vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19) tê sepandin.

Li gorî qewêtîyên Wezareta Plandanînê, hikûmet dê alîkarîyên kaş ên awarte bide malbatên ku nikarin debara xwe bikin ji ber qedexeya derketinê ya ji bo rêgirtin li ber belavbûna vayrûsa Koronayê tê sepandin.

Komîteya Bilind a Tendirustî û ewlehîya Niştîmanî di 7ê Nîsanê de 600 milyar dînarên Îraqî (500,000 dolar) terxan kirin bo belavkirin li ser malbatên ku rewşa wan zehmet e, li gorî programeke awarte.

"Alîkarî dê li ser du mehan ji malbatên xwedî zarok re werin dayîn -- ku tê texmînkirin ku bi giştî du milyon malbat in," peyvdarê wezaretê Ebdul Zahra Hindawî ji Diyaruna re teqez kir.

Selikên xwarinê tên amadekirin di 15ê Nîsanê de, daku li malbatên kêm-dahat bên belavkirin. [Wêne ji Wezareta Kar hatiye wergirtin]

Selikên xwarinê tên amadekirin di 15ê Nîsanê de, daku li malbatên kêm-dahat bên belavkirin. [Wêne ji Wezareta Kar hatiye wergirtin]

Misogerkirina şefafiyetê

Daxwazên bi rêya înternêtê bi rêya malpera Komîteya Bilind a Tendirustî û Ewlehîya Niştîmanî hatin qebûlkirin, bi dirêjahîya pênc rojan di nîvê Nîsanê de, li gorî Hindawî.

Wî got ku bi tevahî 2.7 milyon malbat (dora 13 milyon kes) dawakarî pêşkêş kirin û anî ziman ku programa piştgirîya awarte dê pereyan li van malbatên belav bike piştî ew piştrastbûn ku ew kesên dawakar hêja ne ku alîkarîyê wergirin.

"Me mîkanîzmeke hêsan danîye daku em alîkarîyên hander bidin," wî got

Hemû dawakarîyên hatine bejirandin tenê ji xwedanên wan tê xwestin ku biçin navenda bankê ya herî nêzîk, ku ew dikarin alîkarîyên hander wergirin piştî ew koda xwe ya taybet pêşkêş bikin û nasnameya xwe piştrast bikin.

Her maleke mafdar dê 300 dînarên Îarqî (250 dolar) du mehan li pey hev wergire.

Malbatên ku endamekî wan karmendê hikûmetê ye yan mûçeyan bi awayekî ji awayan ji hikûmetê werdigire ne mafdar e ku alîkarîyê wergire, Cîgirê yekem ê Wezîrê Kar Falih Amirî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku program aramnc dike ku bigihe malbatên ku li ser dahatên rojane di sektorê taybet de dijîn, ên ku girtina barzaran bandor li debara wan kir.

Amirî got ku ji bo ku nehêlin xapandin çêbibe, agahîyên dawakaran ji alîyê tîmên ji Navenda Teknolojîya Agahîyan ve hatine analîzkirin li jêr serperiştîya komîteyên pispor ên hikûmtê.

Van komîteyan hemû datayên kesên ku xwestekên xwe pêşkêş kirine seh kirine û ew dane ber datayên ku hikûmetê dabîn kirine bo misogerkirina belavkirineke dadwer a pereyan, wî anî ziman.

Alîkarîkirina malbatan

Programa alîkarîyê yek ji rêkarên hikûmetê yên gelek in bo piştgirîkirina Îraqîyên ku gelekî bandor li wan hatiye ji ber petaya cihanî.

Rêkar "hilanîna qezencên qerzên taybet bi cotkaran û kesên din û bihurîn li deynên wan û paşxistina deynên hikûmetê yên li wan dihundirînin", Amirî dîyar kir.

Wî got jî ku rêkar herwiha ji "derengxistina fatoreyên av û kehrebeyê û xizmetguzarîyên din, û herwiha dabînkirina aytemên serekî yên xwarinê û rakirina bacan ji ser anîna matryalên xwarinê ji derveyî welat pêk tên".

Aborînas Salih Hemaş ji Diyaruna re got ku ew pêşwezîya alîkarîyên hikûmetê yên ji malbatên xizan re dike.

Wî got ku lê ev rêkar û tedbîr "hinekî dereng man, ji ber ku divê amadekarî berî aniha hatibane kirin, berî mehekê ji girtina giştî".

Wî da zanîn ku gelek xelk hewcedar in ku sûdê ji vê programê werbigirin, ji ber "rêjeya hejarîyê 20% e".

Hemaş herwiha bang bo planeke awarte ya hikûmetê kir bo xweamadekirin ji egera dirêjkirina girtinagiştî re, ji ber şopên wê yên dijwar li ser aborîyê û serencamên wê yên hejarkirina Îraqîyan.

"Ev alîkarî hinek ji barê li ser milê me hildigire, lê têra dabînkirina pêdivîyên mê yên jîyanê nake," ajokarê teksîyekê li Bexdayê bi navê Husên Ebid Zaid wiha rewş şirove kir.

"Em hêvî dikin ku ev qeyran dê derbas bibe û em dê karbin vegerin karê xwe," wî ji Diyaruna re ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez dikarim bizanim çima min alîkarîya diravî wernegirt?

BERSIV BIDE

Silav û rêz! Alîkarî ji hêla Asiacell nehatiye belavkirin, tevî ku Korek alîkarî belav kiriye. Ji kerema xwe li rewşa Asiacell binêrin.

BERSIV BIDE

Silavên Xweda li we bin! Ez ji Mûsilê, Îraqê me. Ez hêvî dikim hûn bi me re alîkar bin. Em bê mal, kar û mûçe ne. Hêvî dikim ku hûn bi zûtirîn dem alîkarîyê bidin me.

BERSIV BIDE